Feylesofê fransî Michel Foucault dibêje ku hêz û zanîn bi awayekî bêveger bi hev ve girêdayî ne, ji ber vê yekê desthilatdarî li ser zanînê xwedî erkeke rêkûpêk in. Li gor Foucault yê ku tiştan li gor normalbûn an jî nenormalbûn anku dînbûnî yan jî normalbûniyê kategorîze dike hêz e.
Li gor rastiya ku Foucault tîne zimên bindestiya jinan a bi hezaran salan û têkiliya ku di nav jin û dînbûnê de hatiye avakirin, encama hêza ku hatiye avakirin e.
Dema ku em vî fikrê Foucault wek bingeh bigirin û li civakê binêrin wê demê em ê civakê çawa û li gor çi binirxînin? Rastiyên ku hatine avakirin ên civakê ne yan ên hêzên desthilatdaran e.
Em dîsa vegerin ser fikrên Foucault, di civakên baviksalarî de mêr desthilatdar in. Ev hêz bi destnîşankirina sazî, teorî û pratîkan zanînê diafirîne û teşe dide vê zanînê. Dîroka bijîşkî û derûnnasiyê heta demên nêzîk jî di bin serweriya mêran de bû û jin wek ‘çavkaniya pirsgirêkan’ didîtin. Laş û hişê jinan patolojîze dikirin.
Di nav vê dabeşkirina hişmendiya mêrperest de heke jineke li dijî pîvanên wan derkeve di encama vê dijderketina xwe de divê an di nav civakê de wek keseke nenormal bê binavkirin an jî bê kuştin.
Di bîra me hemûyan de kuştina jinên ku wek cazû tên binavkirin heye. Di serdemeke ku jin wek cazû dihatin pênasekirin de di nabera 40-60 hezarî de jin hatin kuştin. Bi deh hezaran jin çima bi awayekî hovane hatin kuştin? Ji ber ku li gor pîvanên hişmendiya mêrperest nebûn, anku li gor teşeya ku dixwestin bê avakirin tevnegeriyabûn bûn hedefa pergala heyî.
Dema em li rewşa xwe ya heyî dinihêrin bi awayekî komî nebe jî jin di bin qirkirineke mezin de ne. Her roj li kolanan jin dibin hedefa hişmendiya mêrperest ku li ser civakê wek hêzeke talanker e. Li her aliyê cihanê bi hincetên cuda cuda jin tên revandin, windakirin û kuştin.
Li cihekî ku mêr nikaribe jinê bikûje vê carê bi awayeke bi nirxên wê dilîze û hewl dide wê di nav civakê de bêrûmet bike da ku ji civakê bê dûrxistin. Pir caran jî nîşana dînbûnê lê dixe. Ew mijara ku Foucault tîne zimên û dibe hêz û zanîn du tiştên ku ji hev dûr nîn in jî ev e. Ji bo ku mijar baştir bê famkirin em dikarin mînaka Ahû Deryayî bidin. Ahû Deryayî kî ye; xwedekareke jin a li Zanîngeha Tahranê dixwîne ye. Wek tê zanîn Rejîma Îranê ji roja ku hatiye avakirin heta niha ji bo xurtkirina xwe her roj bi awayên cuda êrîşên xwe yên li ser civakê bi taybet jî li ser jinan zêde dike. Roj tune ye ku em bi binpêkirina mafekî nehesîn.
Çalakiya Ahû Deryayî
Çend roj berî niha dîmenekî ku li hewşa Zanîngeha Azad a Tehranê hatiye kişandin li ser medyaya dijîtal hat parvekirin. Xwendekara zanîngehê Ahû Deryayî ku li beşa Zanistên Lêkolînê dixwîne piştî ku rastî tundiya polîsên girêdayê rejîmê ne bi hinceta ku li gor pîvanan rejîmê xwe nenixaftiye hat, wek bertek cil û bergên li ser xwe ji xwe derxistin.
Piştî ku kincên xwe ji xwe kirin di nav hewşa zanîngehê de bi wî halî geriya. Ahû Deryayî piştî berteka xwe bi vî awayî nîşan da ji aliyê polîsên girêdayê rejîmê ve hat binçavkirin. Di destpêka binçavkirina xwe de tu kesan nizanibûn ew birine ku.
Bi nîşandana bertekên ku ji bo rewşa nediyar ya Ahû Deryayî hatin nîşandan, hikûmetê zanibû ku êdî nikare wê bikûje. Hişmendiya mêrperest a ku îro avakarê dewletan e vê carê bi navê dînbûnê hewl da ku çalakiya Ahû Deryayî wek encama dînbûniya wê nîşan bide.
Wê demê em ê li vir pirsa ‘gelo hikûmet çima û çawa karibû Ahû wek dîn nîşan bide?’ pirs bikin. Karibû wek dîn pênase bike ji ber ku hêz ew e. Çima kir? Ji ber ku dema wek dîn nîşan neda dê ji bilî hêza xwe hêza Ahû ya ku li navenda wan karibû bertekên xwe bîne zimên, qebûl bikin.
Lê wek ku Foucault jî dibêje ji ber ku niha hêz ew in ya ku zanînê avadikin jî ew in. Lê em ji êrîşkariya wan fêm dikin ku îro nebe sibê dê teqez ew hêz û zanîna ku avakirine dê li hember hêza jinan a azadîxwaz û xwezaparêz e têk biçe.