Li çar aliyê Kurdistanê bi milyonan Kurd daketin qadan û bi coşa herî mezin li dora agirê Newrozê û banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Newroz pîroz kir. Bi milyonan kurdên daketin qadên Newrozê li dora banga Abdullah Ocalan yekîtiya xwe îlan kirin. Dîsa piştî banga Abdullah Ocalan şandeyên DEM Partî, DBP û TJAyê dest bi serdana partiyên siyasî û rêxistinên civakî kirin. Şandeya DBP, TJA û DEM partiyê çend roj in li Slêmaniyê bi partiyên siyasî re hevdîtinan dike. Li aliyekî Kurd ji bo banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan têxin meriyetê têdikoşin, li aliyê din li dijî bangê û tifaqa qeyûman tayîn dikin û şaredarên bajaran digirin û dişînin girtîgehê.
Têkildrarî geşedanên di rojevê de Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak ji Rojnameya Xwebûnê re nirxandinên giring kirin. Hevserokê HDPê Cahît Kirkazak têkildarî pîrozbahiya Newrozê, şandeya li Silêmaniyê û girtina Şaredarê Bajarê Mezin a Stenbolê Ekrem îmamoglu nirxandir.
Banga Ocalan deriyê demokrasî û çareseriyê vekir
Hevserokê HDPê Cahît Kirkazak ewil li ser Newroza îsal nirxandin kir û got: “Li hemû devera cîhanê Newroz wekî destpêka biharê tê zanîn. Lê Newroz ji bo kurdan ne tenê destpêkirina biharê ye. Di heman demê de nîşandana vîna siyasî ye. Kurd di newrozê de dadikevin qadan û ji bo mafê xwe li ber xwe didin. Di heman demê de Newroz nîşandana vîna hebûnê ye. Têkoşîna mafên mirovan e. Ji salên 1990î heta niha Newroz bi awayekî berxwedanê tê pîrozkirin. Lê bi taybetî di vê Newrozê de me dît ku piştî banga Birêz Abdullah Ocalan tevlêbûn û diyarkirina vînê pir cuda bû. Piştî banga birêz Ocalan berxwedana vê Newrozê derket asta jor. Ev berxwedan ji bo avakirina aştî û demokrasiyê ye. Di vê Newrozê de me dît ku hemû gelê Kurd li çar aliyê Kurdistanê li dora banga Rêber Abdullah Ocalan kom bûn û li banga wî xwedî derketin. Bi vê bangê deriyekî nû vebû. Deriyê aştî û azadiyê li Rojhilata Navîn vebû. Pêvajoya demokrasiyê vebû. Ev Newroz hem bi girseya xwe û hem jî bi peyamên xwe rengînî û cudahiya xwe nîşan da. Di vê Newrozê de me dît ku Birêz Ocalan civaknasiya gelê Kurd baş nas dike. Birêz Ocalan bi vê bangê rêya diyalog, çareserî û demokrasiyê vedike. Me dît ku gelê Kurd di vê Newrozê de herikîn qadan û rêya ku Birêz Ocalan vekiriye di vê rêyê de herikî qada azadiyê. Me dît ku gelê Kurd bi vê Newrozê derbasî merhaleya jiyana nû ya wekhev dibe. Di vê Newrozê de dîmenê yekîtiya gelêkurd derket pêş. Di vê Newrozê de referanduma li dora banga birêz Ocalan derket pêş. Me dît ku gelê Kurd li banga Birêz Ocalan xwedî derket û ji bo banga wê jî amade ye.”
Hewldana şandeyê gelek bi qedr û qîmet e
Cahît Kirkazak li ser şandeya ku çû Başûrê Kurdistanê jî nirxandin kir û wiha got: “Di dîrokê de tecrûbeyeke pir erênî tune ye. Me dît ku heta tifaqa gelê Kurd ava nebe, azadiya gelê Kurd û serkeftina gelê Kurd ne pêkan e. Xweseriya herêmê ya gelê Kurd gelek zor û zahmet e. Neavakirina yekîtiya gelê Kurd pirsgirêkeke me ya dîrokî ye. Seydayê Cegerxwîn ji bo sedsala 20emîn dibêje; ‘Du neyarên me hene. Yek xizanî yê din nizanî ye’. Lê niha cudatir e. Ji bo sedsala 21emîn em dikarin bibêjin du nebesiyên me hene. Yek me hîn tifaqa xwe pêk neaniye. Ya duyemîn jî di aliyê dîplomasiyê de hîna me xwe bi rêxistin nekiriye. Em negihiştine asta tê xwestin. Birêz Ocalan jî li ser vê kemasî û nebesiyê radiweste. Birêz Ocalan her dem dixwaze partiyên kurdan û gelê Kurd yekîtiya xwe xurt bike. Birêz Ocalan ji destpêka têkoşînê heta niha her dem ji bo yekîtî û tifaqa gelê Kurd ketiye nava têkoşînê. Her dem xwest bi partî û rêxistinên kurdan re têkiliyê dîne. Di salên 2013-2015an de jî birêz Ocalan ji bo Kongreya Neteweyî pêk bê, her tim ket nava hewldanan. Her tim xwest polîtîkayên hevpar bên avakirin. Gelek girîngî da kongreyê. Lê hin partiyên kurdan ji bo berjewendiyên xwe yên malbatî nêzî kongreyê nebû. Birêz Ocalan girîngî dida tifaqa Kurdên Başûr jî. Îro jî dîsa Birêz Ocalan ji bo ev pêvajo dest pê bike dixwaze di serî de teqez tifaqa gelê kurd pêk bê. Ji ber vê yekê şandeya DBP û DEM Partiyê cara duyemîn e li Başurê Kurdistanê hevditinan dike. Şande beriya Newrozê jî li Başûr bi hin partî û rêxistinan re hevditin kir û niha jî dîsa çûn li Başûr bi hin partî û saziyan re hevdîtin kir. Ev cihê kêfxweşiyê ye. Em dibînin ku hemû partî û rêxistinên kurdan pêwistî bi tifaqa kurdan dibînin. Li ser yekîtiyê hevpar in. Ez bawer dikim ku dê hemû partî û rêxistinên kurdan dê piştevaniyê bidin vê yekîtiyê. Ev hewldana Şandeyê gelek bi qedr û qîmet e.”
Girtina şaredarên Stenbolê neqebûlkirina vîna gelê kurd e
Hevserokê Giştî yê HDPê Cahît Kirkazak li ser girtina Şaredarê Bajarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu jî rawestiya û ev nirxandin kir: “Ji 27ê Sibatê heta îro piştî banga Birêz Ocalan niqaş û şirove têne kirin. Em dikarin bibêjin desthilata Tirkiyeyê û hikûmeta Tirkiyeyê an banga Birêz Ocalan fam nikirine an jî bi zanebûn dixwazin vê bangê şaş fam bikin. Birêz Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê û demokrasiyê di asta herî jor de got ‘Ez Amade me. Ez dikarim vê rêxistinê fesh bikim.’ Lê got pêdivî bi şert û mercan heye. Xwest rêya demokrasiyê bê vekirin. Xwest rêya hiqûqê bê vekirin. Got heta ev şert û merc neyên avakirin ne pêkan e ev gav bêne avêtin. Nêzî 10 sal in qeyûm tayînî bajarê kurdan dike. Ev tê çi wateyê? Ev tê wateya ku desthilat naxwazin Kurd xwe bi rêve bibin. Eger kurd nikaribin xwe bi rêve bibin, dê nikaribin bibin xwediyê statu û nikaribin bibin xwedî mafên xwezayî jî. Lê tayînkirina qeyûman a şaredariyên Stenbolê û girtina Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglu mirov dikare bi du aliyan şirove bike. Li aliyekî hikûmet û desthilat dixwaze bi vê yekê raqîbê xwe bê tesir bike û ji dewrê derxe, lê li aliyê din, meseleya statuya gelê kurd e. Çima? Tayînkirina qeyûman a navçeyên din nîşan dide li dijî tifaqa Lihevkarina Bajaran e. Di tayinkirina qeyûman de Tifaqa Bajaran hinceta nîşan didin. Tifaqa Lihevkirina Bajêr çiye? DEM Partî pariyeke Tirikyeyê ye û dixwaze hemû pirsgirêkan çareser bike. Xwedî îdîa ye ku li hemû bajarên Tirkiyeyê pirsgirêkan çareser bike. Xwest li bajarên Tirkiyeyê jî di rêveberiyan de cih bigire. Bi girtina şaredaran û ‘Terorekirina’ tifaqa Lihevkirina Bajêr nîşan dide ku vîn û hebûna kurdan qebûl nake. Li Stenbolê Şaredarên 6 bajaran ji peyvirê girtin. Ji wan şaredariyan qeyûm tayînî 4 şaredariyan kir. Tifaqa Bajêr li her bajar û navçeyan li gorî pêkhateyên xwe armanc dike ku xwe bi hevre bi rêve bibe. Ev êrîşa li dijî Lihevkirina Bajêr nîşan dide ku tu mafên kurdan qebûl nake. Êrişa li dijî vîna gelê kurd e. Dixwazin kurd li Stenbolê xwe bi rêve nebin û di rêveberiyê de cih negirin. Dîsa peyamê dide partiyên din. Ji partiyên din re dibêjin ‘Hûn bi kurdan re rabin û rûnên dê aqûbeta we wisa be.’Dixwazin kurdan bi tenê bihêlin.”
Êrîşa li dijî Baroyê êrîşa li dijî hiqûqê ye
Cahît Kirkazak da zanîn ku li aliyê din Rêveberiya Baroya Stenbolê ji peyvirê girtin û got: “Ev çi nîşan dide? Ev nîşan dide ku êrîşî demokrasiyê û êrîşî hiqûqê dikin. Bi hinceta ku Baroya Stenbolê li dijî kuştina rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgin derketibûn ew ji peyvirê girtin. Êrîşa li dijî şaredariyên Stenbolê û êrîşa li dijî Baroya Stenbolê li dijî hiqûq û siyaseta demokratîk e. Bi van êrîşan dixwazin kurdan bi tenê bihêlin. Ev êrîş ji bo pêvajoyê pir xeter e. Divê nûnerên dewletê li gorî banga birêz Ocalan tev bigerin û rê li pêşiya hiqûq û siyaseta demokratîk vekin.”