Li Suriyeyê ji 27ê Mijdara 2024an ve HTŞ derket qadê. HTŞê di 12 rojan de bajarên Heleb, Hema, Humus, Dera, Siwêdiya û herî dawî jî paytex Şam bi dest xist. Di 8ê Kanûna 2024an de ket Şamê û Hikûmeta Beşar Esat xist. Serokê HTŞê Ahmet El Şera hat ser hikûmetê û hikûmeta demkî ava kir. Piştî wê di 8ê Hezîranê de Serokê Amerîkayê Donald Trump diyar kir ku Heyet Tehrîr El Şam (HTŞ) ku berê weke rêxistineke terorîst hatibû destnîşankirin, ji lîsteya terorê derxistine. Piştî HTŞ hat şûna Beşar Esad, alozî û şerê li herêmê zêdetir bû. Piştî rûxandina Rejîma Baasê û hatina HTŞê, alozî û rageşiya di navbera hikûmeta Şamê û Siwêdiyayê de zêde bûn. Hikûmeta demkî ya Şamê her dem dixwaze bajarê Siwêdiyayê têxe kontrola xwe û dixwaze Durziyan tengav bike. Di kiryarên 7-8 mehên dawî de ku derketin pêş, hikûmeta demkî aşkere armanca xwe diyar dike. Yekalî gavan davêje. Dixwaze her tişt di kontrola Şamê de be. Gefan li Kurd, Ereb, Durzî û hemû pêkhateyan dixwe. Di van mehan de kiryarên herî hov derketin pêş.
Hikûmeta Ahmet Şera tê parastin
Tekîldarî êrişên li dijî Durziyan û geşedanên dawî Hevserokê PYDê Xerîb Hiso nirxandin kir. Xerîb Hiso, anî ziman ku ev kiryarên dijmirovî li pêş çavê hemû cîhanê pêk tên û wiha got: “Amarîka, Brîtanya, Fransa, welatên Ereban û Tirkiye û welatên cîran vê rewşê temaşe dikin. Lê mixabin dewletên bibin alîkar û di aliyê siyasî û sincî de çareseriyê pêş bixin tune nr. Dewlet li şûna mudaxale bikin bêtir hikûmeta demkî diparêzin. Dema hikûmeta Ahmet Şera tê parastin, ev hêzên çekdar ku li derveyî Sûriyeyê ne, gefan li hemû civaka Sûriyeyê dixwin. Hem êrişî civakekê dikin û hem jî civakên din tehdit dikin.”
Li Siwêdiyayê komkujî pêk tê
Xerîb Hiso, destnîşan kir ku êrişên di rojên dawî de li Siwêdiyayê pêk hatin, komkujî ne û wiha axivi: “Ev êriş binpêkirina mafên mirovan e. Cihê şermezarkirinê ye. Binpêkirina edalet û mafê jiyanê ye. Dîmen tên parvekirin. Hikûmet vê temaşe dike. Nirxên mirovahiyê û çandê binpê dikin. Kuştin zêde bûye. Bêtir li dijî hiqûqê û zagonan mirovan dîl digirin û muameleyên pir xerab li wan dikin. Rayedarên hikûmetê ji bo her kesî dibêjin xinzîr. Wekî welatê xinzîran dibînin. Bi vî rengî naskirin û qusandina rih û simbêlan heqareta herî mezin e. Sûriye ne tenê ji bo Sûriyê ji bo dewletên cîran jî dibe xeter. Ev alozî didome. Ev şer xizmeta gelê Sûriyeyê û hikûmeta demkî nake. Li vir ne qanûn, ne parastin û ne zagon hene. Berpirsiyarê van komkujiyan hikûmeta demkî ye. Ji ber hesap nayê pirsîn ev komkujî didomin. Heta niha mirov hatin kuştin û revandin hesabê van nehatin pirsîn.”
Çareserî diyalog e
Xerîb Hiso da zanîn ku ev rewşa li Şam û Siwêdiyayê pêş dikeve nîşan dide ku Sûriye di nava feodaliyeke mezin de ye û wiha axivî: “Ev ne alozî ye. Ev rewşa feodal e. Çareseriya herî baş diyaloga demokratîk e. Diyaloga ku di navbera hemû pêkhateyên Sûriyeyê de pêk bê ye. Diyalog tune be çareserî pêk nayê. Hikûmeta demkî ji şer û înkarkirinê re amade ye. Lê ji aştî û diyalogê re ne amade ye. Ev metirsiyê zêde dike. Ji bo gelê Sûriyeyê û civakên li Sûriyeyê bitirsînin van kiryaran pêş dixin. Ev pir xeter e. Ev di çarçoveya planên dewletên hegomonîk ên tifaqa qirêj ku li ser gelê Sûriyeyê pêş dixin de pêk tê.
Daxuyaniyên ku têne dayîn metirsiyê avadikin. Rewşa Sûriyeyê xeter e. Şer belav dibe. Durzî bawerî û çandek e. Xwedî nasname ye. Di navbera Sûriye, Lubnan û Îsraîlê de asê mane. Dixwazin Durziyan ji vê herêmê koçber bikin û bêtir nêzî Îsraîlê bikin.”
Îsraîl pir ditirse
Xerîb Hiso destnîşan kir ku êrişên Îsraîlê yên li ser Şam û Siwêdiyayê nîşan didin ku Îsraîl naxwaze hêzên cîhadist xwe nêzî sînorê Îsraîlê bikin û got: “Îsraîl li vir ji van koman pir ditirse. Em nikarin bibêjin Îsraîl piştgiriya gelê Sûriyeyê dike. Komên cîhadîst di herêma Derayê re derbas bûn. Lê li herêma Siwêdiyayê ji ber Durzî hebûn nekaribûn derbas bibin. Ev kom Durziyan li pêşiya xwe astengî dibînin.”
Xerîb Hiso li ser zêdebûna êrişên niha jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Çima niha pêkhate têne înkarkirin? Çima peymana di 10ê Adarê de îmze kiribûn naxin meriyetê? Ji ber Kurdan û pêkhateyên din qebûl nakin. Li vir armanc ew e ku rê li pêşiya pêvajoya aştiyê bigirin. Ev banga Rêber Apo li herêmê û asta cîhanê deng veda ye. Em dibînin ku alîgirê aştiyê gelek in û hemû kes piştgiriyê didin vê aştiyê. Her kes dixwaze ev pêvajo bi pêşengiya Rêber Apo pêş bikeve. Hemû welatiyên Sûriyeyê dixwazin ev pêvajoya li Tirkiyeyê li Şamê û hemû Sûriyeyê pêş bikeve. Ji ber vê yekê hikûmeta demkî li dijî vê dixwaze pêvajoyê xera bike. Dixwaze rê li pêşiya demokrasî û yekîtiya gelan bigire. Lê bi vê yekê bi ser nakeve. Êdî her kes dibîne ku şaşiyên mezin bi destê hikûmetê pêk tên. Di vê hikûmetê de neteweyî tune. Herêmî û demkî heye. Kurdan direvînin, digirin û êriş dikin. Bi vê şêwazê faîlên nediyar li Sûriyeyê zêde dibin. Her komek bi serê xwe terorê pêş dixe. Kiryarên wan û DAIŞê yek in. Ji bo Sûriyeyê pêdivî bi diyalog û destûreke nû heye.”