21 ÇILE 2026

Gösterilecek bir içerik yok

Bûyerên kaotîk û siyaseta sefîl

Piştî şerê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, careke din aşkere bû ku dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP/MHPê, afirgerên “firtone-kaosên“ li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Derya Spî ne. Bi gotina Rêber Apo, “Di serdema mirin û jiyanê” de (1), ‘’divê Kurd, destûrê nedin parçebûna aqil û tunekirina amûrên zihniyeta çêker…”

Li dijî kurdan “bûyerên potansiyel” dane destpêkirin. Her çiqas teoriyên van bûyeran nebin jî, dîrokek wan heye, lîstikên organîzekirî ne û encama “sefaleta siyasî” ne.

Em bi gotina “mesele”yê dest pê bikin. Mesele; 5 û 6ê gulana 2013an, ji Binxetê roket avêtin Kilîsê. Kilîs li bakurê Kurdistanê ye. Kurdên ku li dijî çeteyên DAIŞê şer dikirin, ne li Kilîsê, li bajarên Rojava bûn û ti têkiliya wan bi Kilîsê re tunebû.

Derket holê ku serokê MÎTa tirk ê wê demê Hakan Fîdan êriş organîze kirine.

Mesele; 7ê mijdara 2013an, li Edeneyê li atolyeyên metal sanayiyê 935 serikên roketan hatin girtin û aşkere bû ku ev serik ji bo çeteyên DAIŞê hatine amadekirin.

Mesele; roja yekemîn a sala 2013an, li ser rêya Reyhanê, di TIRekê de gelek çek, bombe û cebilxane hatin girtin. Rayedarên MÎTa tirk gotin ku ev çek “sirên” dewletê ne û destûr nedan ku cendirme TIRê werbigirin. Piştre midûrê polîsan ji kar hat dûrxistin, dosya li dozgeriyê hat betalkirin.

Mesele; 10ê çileya 2013an, li ser rêya navbera Tersûs û Edeneyê, li parka Încîrlîkê, di 2 otobusan de, hejmarek zêde fişek û 40 qaseyên tijî tivingên cur bi cur ên segvanî “qawas” û serikên doçkayê hatin girtin.

Mesele; 19ê çileya 2014an, TIRên bi cebilxane, bombe û çekan dagirtî hatin girtin. Rojnamevanan aşkere kir ku ev çek ji çeteyên DAIŞê re diçin.

Mesele; 29 gulana 2015an, nûçeya bi sernavê “vaye çekên ku Erdogan înkara wan dike” di rojnameya Cumhuriyetê de hat weşandin. Piştî 2 rojan, bi fermana Erdogan û sûcê, “casûs”tiyê gerînendeyê giştî yê rojnameya Cumhuriyetê Can Dundar û nûnerê heman rojnameyê yê Enqereyê Erdem Gul hatin girtin.

Alîkarê serokwezîr Ahmet Davutoglu, parlamenter Yasin Aktay, mikûr hat ku ew çek ji çeteyên Suriyeyê “artêşa neteweyî ya Suriyeyê” re diçûn ku dewleta tirk ji çeteyên paramîlîter ew avakiribû. Piştre Can Dundar, mecbûr ma ku ji Tirkiyeyê bereve.

Mesele; çeteyên DAIŞê, li Fransa, Belçîka û Îngilîstanê çalakiyên terorî kirin û aşkere bû ku desteka faşîzma pençikên dewşirme li pey wan çeteyan heye. Bi gotina feylesofê yewnan Nîcos Poulantzas, ‘Li Tirkiyeyê, faşîzm û dîktatorî li gel hev bi pêş dikevin û weke “dewletek haydût û mafiyoz” e.

Piştre çibû, dewleta haydût, li Fransa paytext Parîsê, li dijî kurdan 2 caran komkujî kirin. Fransa xwe ji tewanbariya Jean Paul Satre ya “em tev kujer in’’ rizgar nekir.

Yanî çi; eger em, bûyerên dewleta Enqereyê yên “mesele”yê rêz bikin, kronolojiyek bi sernavê “krîzên kaotîk” ên “siyaseta rezîl” wê derbikeve holê. Cîhan jî wek me got, ‘naziyên tirk’ weke şûr bi kar tîne.

Yanî çi; yanî sîstema cîhanê, demokrasî, şaristani, dîrok, hiqûq, edalet, wijdan, ademiyet… kirine nav şermeke mezin! Vêca desthilatdariya dewleta ku navê wê “KOMAR”e (!) serkêşê “siyaseta rezîl û sefîl” dike! Bûyer û pêşketin jî, di çarçoveya “teoriyên komploger” de ne. Dema mirov li encama bûyer û pêşektinan dinihêre, hiqûq, dadgerî hatine berterefkirin, hêzên civakî jî bi rêbazên mafyatîk hatine bêdengkirin.

Fîguranên bi navê dewlet û desthilatdariyê derdikevine pêş jî, bi qerebalixek welweleyî dikin, her kesî sucdar dikin û hiqûqa “kakafonî” dikin piratîkê.

Ez ê gotinên beriya niha dubare bikim; piştî şerê li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, careke din aşkere bû ku dewleta Tirkiyeyê û desthilatdariya AKP/MHPê, afirgerên “firtone-kaosên“ li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û Derya Spî ne.

Bi gotina Rêber Apo, “Di serdema mirin û jiyanê” de (1), ‘’divê kurd, destûrê nedin parçebûna aqil û tunekirina amûrên zihniyeta çêker…” (2) Ev gotin, hem tên wê wateyê ku “sefaleta siyasî” û “fînansa kurewî” dikarin çi bikin; hem jî kurd dikarin çawa li ber xwe bidin û van êrîşan berteref bikin.

Me li Şêx Meqsûd û Eşrefiyeye dît; komployên “sefaleta siyasî,” bi armanca tunekirina hemû barajên meşrû yên civaka kurd hatine amadekirin. Niha jî êrişî bendava Tişrîn û bajarên weke Dêr Hafirê dikin û li vir jî ranawestin.

Vêca; êrişan li dijî kurdên Rojava, li dijî tevahiya kurdan in û bi van êrişan dixwazin hemû destkeftiyên gelê kurd tune bikin.

Afirger û pêşengên vê siyasetê, “aqilê înorganîc” û “organîzmaya haywanî-amîp” in; yanî desthilatdariya AKP/MHPê ye. Divê em vî aqilî û hêza înorganîc a pençikên dewşirme biçûk nebînin û bidin xuyakirin ku mîratzedeyên ‘Naziyên tirk’, şûrê destên “sermayeya kurewî” ne.

Tecrûbeyeke kurdan a şerê nîvsedsalî heye û bûne xwedî têgihiştinekê û dikarin “teoriyên xwe” ava bikin; dikarin bûyerên dramatîk û kaotîk binirxînin. Bar jî, li ser milê medya, rojnamevan, nivîskar, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd e.

Divê tecrûbe rê nîşan bide, teorî hîpotezan derxîne holê. Eger em tecrûbe û teoriyan li gel hev bi kar bînin, em ê dikaribin berê cîhana ku di rêya şermê de dimeşe biguherînin.

……………..

1-Navê pirtûka “Di 12ê Îlonê de Berxwedan- Mirin û Jiyan” bixwe jî, teoriyek e!…

2- Sosyolojiya Azadiyê, rp.50…