14 TEBAX 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Buroya Rojnameya Evrenselê hat gulebarankirin

Duh di saetên şevê de li Îzmîrê buroya Rojnameya Evrenselê hat gulebarankirin. Têkildarî êrişê kesek hat binçavkirin.

Duh bi şev saet derdora 01.30ê de li dijî buroya Rojnameya Evrenselê ya li Îzmîrê êrişa çekdarî hate kirin. Piştî êrişê, komên polîsan li cihê bûyerê hatin veguhestin. Hat diyarkirin ku bûyer ji hêla kesê bi navê Îsa Can ve hatiye kirin û Îbrahîm Halîl Bîlal kesê bi navê Can aniye pêşiya buroyê.  Gule li tabelaya rojnameyê hate kirin û 7 gule hatin tespîtkirin. Polîsan, li cihê bûyerê lêkolîn kir.  Piştî êrişê, Îbrahîm Halîl Bîlal hate binçavkirin.

Rojnameya Evrenselê têkildarî bûyerê daxuyanî da û got ku bi vê êrişê re gef li hemû rojnamegerên li pey rastiyê hatiye xwarin. Rojnameyê da zanîn ku dê têkildarî êrişê saet di 19.00an de li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê ya li li Alsancakê daxuyanî bê dayin.