Parêzerên Rêberê Gelê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Tîpa Fyê ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdek giran de tê ragirtin, serlêdana hevdîtinek nû kirin. Ji parêzerên Bûroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, Cengîz Yureklî, Emran Emekçî û Suzan Akîpa ji bo hevdîtina bi miwekîlê xwe Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. Di heman demê de parêzeran ji bo hevdîtina bi girtiyên din ên li Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li serdozgerî û midûriyeta girtîgehê dan.