Xwînerên Xwebûnê der barê naveroka burokrasiye de xwedî agahî ne. Burokrasî çi ye, rûyê xwe çawa nîşan dide ez ê bi kurtasî rave bikim, ji bo vekirina mijarê hewceyî pê heye. Burokrasî piştî avabûna rêxistinên weke dewlet, sazî û dezgehên fermî; bi rê û rêbaz, ji bo birêvebirina kar û xebatên wan bicihanîna prosedûran e. Di binyata van rêxistinan de burokrasî fermiyetê dadimezirîne, sar e û statik e. Lebatê nanêre, teqez teşeyê bicihanîn û prosedûra kar û xebatan dinêre. Ango parastvan û rêvebirê statûkoyê ye.
Burokratizm jî, di nav burokrasiye de weke şêwe, rêbaz, terz û hînbûniyên rêvebirina kadro û rêvebirên payebilind e ku xwe bi pergal, domdar û daîmî dike. Burokratîzm, bipergalkirina terz, rêbaz û teknîka rawestandin û rûniştandina hînbûnên dirûvgirtî ye. Di nav kadro û karmendên payebilind de awayekî rûniştî-kolektîf derdikeve pêş, dûriv digire, pê re jî dibe qanûn û rêbazeke heyî, merî û nenivîskî. Ji ber vê yekê em bêjin baş an xirab ruh û rastiya dewlet û saziyên fermî burokratîzm temsil dike wê nebe pirolekirin. Ji ber wê ye jî dema şoreş û guherînên esas pêk tên burokrasiya berê li gorî rewşê demekê heyîna xwe didomîne.
Burokrasî û burokratîzm ji pratika saziyên me yên legal ne dûr in, herwiha rastiyeke me ye jî. Bi vê gotarê re ez ê destê xwe dirêjî quleke nepen û ji aliye nîqaşkirinê ve beyar, bikim. Di nav gel de gotinek heye dibêjin destê xwe nexe her qulê, tê de çi derdikeve nizanî; belkî masî, belkî mar… Pirî caran min destê xwe dirêjî qulên bi vî rengî kiriye, min gelek zirar dîtiye lê ez ê dîsa dirêj bikim. Pirsgirêk takekesî nîn e, esasî ye. Her çiqas weke takekesî bi ser mirov de vedigere jî. Esas arîşe ne ji bo şaşbûna mijara ku baltêkişandin e; ji ber zirardîtina wan kesan e ku vê rastiyê tînînin ziman. Bingeha arîşeyê rast be jî tê xwestin ku kesên tînin ziman xwe jê dûr bixin, zirarê jê nebînin. Gelek caran hatiye tecrûbekirin û ev gotin ji tecrubeyan derketiye. Yanî çi bi te ketiye rastî, jê dûr bisekine, xwe neşewitîne. Lê divê heqîqet û rastî bên nivîsandin, bal bê kişandin ser van rastiyan. Ev jî prensîpek e.
Ji bihara 2025an vir ve serdemeke nû ya guherînê di refên Tevgera Azadiyê ya Kurd de dest pê kir. Ev biryara guherînê biryareke ji rêzê û hêsan nîn e. Biryar ne konju-ûnktûrel e, stratejik e. Nipnû ye, serdanpê ji aliyê terz, hînbûn, rêbaz, têkilî, rêxistinbûn, freraset û hwd ve guherînên bingehîn ferz dike. Niha pirsa cansot ev e; bi giştî rêxistin, sazî û dezgehên tevgerê çiqas amade ne ji vê yekê re? Rast e pêvajoya guherînê ji aliyê dewletê ve giran dimeşe. Lê divê bê zanîn ku êdî paşde gavavêtin nîn e û guherîn ne girêdayî dewletê ye, gaveke stratejik a paradîgmal e. Ango guherîn bi her awayî ferz e. Lê belê ya ku em dibin şahid ji propogandaya rijî wêdetir hewldanên cidî nîn in. Ziman tenê propogandîst e lê mûyek jî ji cihê xwe naleqe û naguhere.
Helbet em ji bo her qadên têkoşînê nikarin bêjin lê ji bo qadên em dibin şahid em dikarin fikrekê diyar bikin. Ew qada em dibin şahidê wê bi îrokî ji bo rakirina barê vê guherîne amade nîn e. Bi neynika berê li xwe dinêre, bi şeyê berê porê xwe şe dike, bi tasa berê avê vedixwe. Qasî misqalekê xwe neguherandiye. Heman terz, heman şêwe, heman têkilî û heman feraset merî ye.
Bi salan e ev qad bi rexneyên cidî yên navxweyî nehatiye rexnekirin, bi hewayeke nû nehatiye hewadarkirin. Hev-îdarekirin, lihevkirin, derdoravakirin, xwebirêxistinkirin û pratîkên wiha li holê ne. Vê yekê bi çand û rêbazên rêxistinî nirxandin paşguh kiriye û nixumandina şaşî, xeletî heta sûcan, hev-îdarekirin, rizîn û bêhnketin bi xwe re aniye. Bi rayeyê (yetkî) kar tên meşandin. Di navbera têkiliyan de astên rayeyê derdikevin pêş; jor, jêr. Îkna, rêvebirina xwezayî û giraniya peywirê nayê nîşandan. Spartin, mecbûrkirin rengê xwe dide xebatan. Zimanekî propagandist lê naverokên bêbingeh weke terz pêş ketiye. Sûcdarkirin, tepisandin, bi terz û rêbazên xwe birêvebirin serwer e. Şîara vê yekê ev e; bila teng be, bila qels be, bila ya min be, kî îtiraz û rexne bike; biçine, bilewitîne û bavêje kêlekê. Ji ber ku kelem e, divê bê qutkirin. Kî li ku peywirdar be mohra xwe li her tiştî dixe. Naxwaze guherîn çêbe. Têkiliyên hevaltiya jin û meran ne demokratik in. Birêvebirina îdarekirinê bi awayekî beloq di vê mecrayê de jî heye. ‘Bila jin nebhîsin’, bûye şîareke kadro û xebatkarên mêr. Çima? Ku aliyek xwe tam serbest hîs bike, aliyek bi nîv henekî, nîv rastî lê daîmî bi bertek û tepisandin tevbigere li wir behsa hevaltiyeke rast û têkiliyên azad nikare bê kirin. Di vê qadê de jin jî, mêr jî xwe dixapînin naxwazin rewşa heyî biguhere. Li her du aliyan ve jî li gorî paradîgmaya jinên azad û hevaltiya azad nameşe, dirûvekî bêteşe derdikeve pêş. Pirtirkirina mînakan ne hewce ye. Yên hatine behskirin dîmenekî dilxweşkir nîşan nadin.
Mixabin di van qadan de bi navê Tevgera Azadiyê burokrasiyeke me jî heye, vê burokrasiye burokrtîzma xwe jî ava kiriye. Statukoperestî, hevahengî û hînbûyûnên vê çandê serdestiya xwe ava kiriye. Yek weke serdestan tevbigere, serdestiya xwe na, wê rexneyê ditepisîne, mehkum dike. Yanî rexneyê mehkûm dike, ji bo serdestiya xwe qadê berfireh dike. Tehemûl ji fikreke ew tev nebin re nîn e. Di kongre, konferans û panelan de, feraseta serwer ev e; em bikin bila derbas be, peywir bê cih temam e, ji wê şûndetir fikir, rexne bi çiyê me re ye! Navê feraseta statik, xweperest û burokratîk danîne birêvebirina baş, encamgir. Divê bê mehkûmkirin lê ji ber ku serdest e, ew hehkûm dike, bêhnê dide çikandin. Kes nikare bêje di qadên me de burokratîzm tune ye. Nîşaneya herî hêsan eger karekî du rojan de xilas bibe ji ber rihetiyê bi mehan encam negire, terz û şêweya takekesî, statukoperestî, xwebirêxistinkirin hebe ev yek bi xwîn û goştê xwe burokratîzm e. Têkiliyên burokratîzmê ev encam derxistine rastê. Ango birêvebirin bi feraseta tevgerê na, bi feraseta burokratîzmê tê meşandin.
Di her valahî yan jî guherînên mecbûrî de hevsar ketiye destê ne ehilan û keysperestan. Ev bûye sedema bişaftina çand û terzê rêxistinî. Kesên xwe dispêrin rayeyê di navbera xwe û yên li hember xwe de li gorî asta jor û asta jêr tevdigerin. Xwe weke fermadar û fermandayî, hevalên xwe jî weke fermanberan dibînin. Xwe naspêrin pêciriyên (qabiliyetên) xwe, bi rayeyê kar dikin. Ji ber wê jî fermî ne, ne samîmî ne. Qaşo bi çanda tevgerê şêwe, teşe û rêbazan pêk tînin lê di binî de şêwe, teşe û rêbazên xwe dikin meriyetê. Di çanda rêxistinê de rê didin tehrîfatên mezin. Îtiraz û rexneyan weke derketina li hember rêxistinê qebûl dikin, pê re di asta rêveberiyê de zemînê rizînê dihonin. Mixabin bi salan e, bi serwêriya vî terzê rêvebirinê, ji jor ber bi jêr terzê takekesiyê bûye terzê rêxistinî.
Di refên rêxistina siyasetê de ev terz bi awayekî pir qirêj dimeşe û ji her alî ve derî ji her xetereyan re vedike. Reqabeta qirêj, pêliserêhevkirin, bêexlaqî û bêwijdanî ji bo meqam, kariyer û derketina jor dibe rêbazeke rewa. Bi giştî, bi vî awayî siyaseta azadîxwaz, rêxistina dûrî hiyerarşiye, paradigmaya azadî, jin û hawirparêz di fermiyetê de pêk tê xuya dibe lê di rastiyê de weke makyaja vaşartina terzê takekesî ji xwe re zemînekî xurt dibîne.
Van pratikan di daboriyê de gelek zirar daye têkoşînê, niha jî dide, neguhere wê sibê jî bide. Ji bo serdema nû bê pêkanîn divê nipnûbûnek di her qadê de bê sazkirin; ferasete nû, şêweyekî nû, nêzikbûneke nû, têkiliyên nû û hwd bikeve her şaneyên siyaset û rêxistinî. Pir zelal û eşkere ye ku ev qad ji bo barê vê paradigma û guherîna nû re ne amade ye, wê nikaribe rake. Ancax dikare li gorî mercên nû xwe bi rêxistin bike. Lê ferz e ku xwe biguherîne, bê guherandin û bê nûkirin. Mêjiyê ku bi esas û ferasetên berê guherînê pêşwazî bikin, wê di bin de bimînin, li gorî xwe pêvajoyê tehrîf bikin. Beriya her tiştî perwerdekirin û xweperwerdekirin ferz e. Bi avê, aşê elektrîkê nazivire.