Îdiayên têkildarî rewşa rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ên li ser medyaya civakî ku ji aliye hin hesabên anonîm hatibû kirin, di nav civaka kurd û civaka navneteweyî de bûn sedema metirsiyeke mezin û girêdayî îdîayan gelek bertek hatin nîşandan.
Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser îdiayan, bi daxuyaniyekê bang li hikûmetê kiribû ku divê demildest hevdîtin bi muwekîlên xwe Abdullah Ocalan re bikin. Parêzerên buroyê herî dawî di 7’ê tebaxa 2019’an de bi Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû û malbata Ocalan di 27’ê Nîsana 2020’î de bi telefonê axivîbû.
Gelek sazî û dezgehên li Kurdistan, Tirkiyeyê û rêxistinên navneteweyî der barê rewşa Abdullah Ocalan de bang li dewleta tirk kirin da ku demildest tecrîda li ser Abdullah Ocalan rabe.
‘Rojeva me ya sereke tecrîd e’
Hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar der heqê biryara girtina partiya xwe de daxuyaniyek dan û gotin ku li dijî îradeya gel darbe hatiye kirin. Hevserokan destnîşan kir ku di rojeva gel de tecrîda li Îmraliyê heye.
Hevserok Bûldan diyar kir ku doza li dijî partiya wan hatiye vekirin, bi tecrîdê ve girêdayî ye û wiha got: “Her ku tecrîda li ser birêz Ocalan dijwar dibe û bi astengkirina hevdîtinên bi malbatê û parêzeran re, pirsgirêkên vî welatî zêde dibin. Pêdiviya me bi aştî û aramiyê heye. Ji ber vê yekê em dibêjin hûn çi bikin jî em ê li ser rêya xwe bimeşin. Em ê hemû bala xwe bidin rojeva sereke ya gelê xwe. Ev êdî bûye meseleya hemû Tirkiyeyê.”
‘Daxuyaniya dozgeriyê têr nake’
Serokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan têkildarî îdiayên li ser tenduristî û jiyana Abdullah Ocalan axivî û diyar kir ku daxuyaniya dozgeriyê bi tu awayî têrê nake ku em ji ewlehî û tenduristiya Abdullah Ocalan gumanan nekin û divê pê re hevdîtin bê kirin.
Turkdogan bal kişand ser çûyîna Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê (TÎHEK) û wiha got: “Ev sazî bêyî ku agahî bidin xwediyê wê rayeyê ne ku bi rehetî dikarin biçin Îmraliyê. Madem ev raye hene çima nayên bikaranîn? Ev rewş li derveyî qanûnê ye û divê li dijî vê rewşê bê derketin.”
Herî dawî Turkdogan diyar kir ku pêwîstiya Tirkiyeyê bi pêvajoyeke nû ya çareseriyê heye û wiha domand: “Hikûmet dikare bi Abdullah Ocalan re dest bi pêvajoyeke nû bike. Her wiha mafê me heye ku em bizanibin ka Ocalan li ser van 6 salên dawî çi difikire.”
‘Dixwazin peyam bidin kê?’
Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan der barê rewşa Abdullah Ocalan û daxuyaniya dozgeriyê de got ku ew bi vê daxuyaniyê qayîl nabin. Ocalan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku her roj tecrîd kûrtir dibe û îdiayên li ser jiyana Ocalan wan dixin nav fikaran û wiha got: “Baweriya me bi daxuyaniya dewletê jî nayê. Ev daxuyanî bi tu awayî têrê nake, heke ev îdia derew bin, diviya dewletê xwediyê van îdiayan binçav bikira lê nekir. Dewlet bixwaze dikare van îdiayan pûç bike. Heke tecrîd rabe Ocalan dê bikaribe ji mafên xwe yên qanûnî sûd werbigire û zemîn jî wê ji bo îdiayên bi vî rengî çênebe. Ew dixwazin peyam bidin kê? Çima îdiayên wiha niha tên kirin? Gelo dixwazin kurdan ji bo tiştekî amade bikin?”
Li ser rewşa tecrîdê û der barê fikaran de birayê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç û girtiyen din ên li Îmraliyê jî bi rêya parêzerên xwe cara sêyemîn serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Hemû serlêdanên berê hatibûn redkirin.
Kurdên ku li dîasporayê dijîn ji bo zelalkirina îdiayên ku der barê jiyana Ocalan de hatibûn kirin derketin qadan. Kurdistaniyan bang li CPT’ê kir ku bila wezifeya xwe bi cih bîne. Kurdistaniyan destnîşan kir ku pir bi fikar û bi hêrs in.