Her çiqas behsa 15 hezar salan dikin jî, di dîroka gelê Kurd û Kurdistanê de bi derketina Rêberê Gelê Kurd ve tekera qedera gelê Rojhilata Navîn û taybet jî gelê Kurd ji aliyê rêya azadîxwaz ve zivirî. Ew gavên ku wê demê hatin avetin bûn sedemên avahiyên îro ku berbiçav in. Ji xewa giran û kûr, ji koletiya bêhempa û kûr a gel derxist û hemû perdeyên qirêj vekir û mora xwe ya dîrokî lêxist.
Bi hezaran sal li pey xwe hîşt û li ser bingeha mîrateya kal û pîrên me, careke din hêza ruh, hest û ramanan, humanîzm û çanda dayiksalar pêş xist. Cara yekem li Rojhilata Navîn şewqeke nû derket.
Dîroka ku hatibû veşartin û ber bi tunebûnê ve diçû ji nû ve derket ser dika dîrokê. Cara yekem bangawaziya bîrdoziya azadiyê li wan çiyayên azadiyê belav bû. Ew çiyayan bûn şahidên nivîsandina rûpelên nû.
Rojhilata Navîn dît ku jinan li Mezopotamyayê jiyan afirandiye, lê her wiha ew ji aliyê kurên xwe ve hatine kuştin û parçe parçe kirin. Di damarên jinên Rojhilata Navîn de xwîn diherike ku hêza jiyan, şerkirin, hezkirin û têkoşîna ji bo azadiyê dide wan. Etnolojî di çarçoveya vê serhildanê de pêş ket. Piştî lêgerîn û lêkolîna li ser nasnameya jinan, dîrok û rola jinan, rewşa giyanê wê, sedemên serkeftin û têkçûnên wê, têkoşîna wê ya ji bo jiyanê, em ê bibînin ka damarên jiyanê çawa dê hîn xurttir û firehtir bibin. Di gelek warên jiyanê de, xebat, jîrbûn û afirîneriya jinan beşdarî hilberandin û berhevkirina nirxên mezin ên madî û manevî bû. Zanista azadiya jinan, bi ramanên Rêberê Neteweyî yê Gelê Kurd Abdullah Ocalan “wek zanisteke têgihîştina şehrezayiya nûvekirî ya xwedawendê li Rojhilata Navîn” pêş ket. Îdeolojiya jina azad bû zanisteke ku armanc dike ku têkoşîna xwedawenda Înana tê de ketiye, bi serkeftî biqedîne. Kulta xwedawendê cara yekem li Rojhilata Navîn hat damezrandin. Li vir bû ku înkarkirina statuya jinan, kuştina wan û xerîbkirina wan cara yekem gengaz bû; li vir bû ku kulta xwedawendê ket. Ev yek bû sedema ji nû ve çareserkirina pirsgirêka jinan, ku bû yekem pirsgirêka civakî. Ew zanistek e ku ji bo vê pirsgirêka civakî li çareseriyekê digere. Li ser bingeha vê helwestê, pergela azadiya jinan armanca xwe wekî analîzek zanistî ya kûr a pirsgirêkên têkildarî têkiliyên di navbera mêr û jinan de dibîne. Ew ji perspektîfa wekhevî û azadiyê re bersiveke jinan e ji bo van hemû pirsan pêş xist.
Eger jin di pozîsyona xwe ya rast de be, ew ê ne di malbata xwe de û ne jî di derdora xwe de qet xweşikbûn û giraniya xwe winda neke. Ji demên paganan ve, jin bingeha malbatê tê hesibandin. Ev yek bi parçeyên helbestî, efsane û delîlên dîrokî yên kêm ên ku gihîştine me, tê îspatkirin. Jin wekî “dayika kaniyê”, “jiyanbexş”, “nefes û jiyanê” tên dîtin. Jin wek hebûnek bedew, nazik û di heman demê de bihêz hat afirandin. Yek ku divê alîkariya her kesî bike.
Eger beşdarbûna jinan di warê siyaseta derve de guhertinekê di xwezaya siyasetê de bi xwe re neyne, wê demê beşdarbûna wan di jiyana siyasî û giştî ya navxweyî wê nebe sedema guhertinên mezin. Helwesta li hember jinan ewlehî, refah û hêza welat nîşan dide. Pêwîst e jin bi mêran re derfetên wekhev ji bo beşdarbûna di jiyana giştî û siyasî de werbigirin, ji ber ku ev hemû bandorek erênî li ser pêşkeftina welêt û ewlehiyê dike. Di civakan de gelek caran têgihiştineke xelet heye ku jin xwedî roleke diyarkirî ne, ku bi giranî bi fikarên malbatê ve girêdayî ye û argumana sereke ew e ku jin nikarin gelek tiştan bikin. Mînakên jorîn û hejmarek mînakên din berovajî vê yekê nîşan didin. Bo nimûne, ya herî balkêş di vî warî de ew arguman e ku dibêje jin nikarin di artêşê de performanseke baş nîşan bidin û ev qad ne cihê jinan e. Jinên Kurd di şexsê Zîlanan, Bêrîtanan, Sarayan de îspat kir ku di warê leşkerî de jî dikare bi roleke girîng rabe. Rola wan bi avahiya civakê û derfetên ku ji jinan re têne peyda kirin ve girêdayî ye. Jin dikarin siyaseta derve pêş bixin, şer bikin, sektorên cuda yên aboriyê bi rê ve bibin û beşdarî çalakiyên din bibin. Tenê hewce ye ku ew astengiyên li pêş wan ji holê bên rakirin. Û her ku ev derfet zêdetir bibin, civak bêtir sûd jê werdigire û civak jî ewqas xurtir dibe. Bi rastî tê gotin ku eger jin tunebûna, em ê di destpêka jiyana xwe de ji kêfê, di dema jiyanê de ji kêfê û di dawiya jiyana xwe de ji rehetiyê bêpar bimînin. Û ev nêrîn qebûlkirî ye, ji ber ku tu kes di nav mirovan de nikare me bi qasî jin, xwişk û dayikan teselî bike, bi saya dilovanî û hesasiyeta ku di giyanê jinan de heye. Û helbestvan bi aqilmendiyeke mezin gotiye ku hêsirên me yên pêşîn ji aliyê jinan ve tên paqijkirin û peyvên me yên pêşîn ji lêvên jinan tên hînkirin. “Jin di bidestxistin, parastin û çareserkirina aştiyê de bi roleke girîng radibin.”
Bi saya Rêber roja îro fonksiyonên herî girîng yên têkoşînê jin dikin û helwestên bi berpirsiyarî digrin. Di her derê de rehetiyê diafirîne, atmosfereke baş û germahiya têkiliyên mirovan diparêze. Wek dayik jî rola xwe ya sereke dileyize û her wiha zarokên xwe mezin dike, hez dike û diparêze, her tiştî dike da ku ew ji êşên jiyanê bêpar bimîne.
Jin wek karker, karmend, karsaz e. Xwedî helwesteke wijdanî ye. Li hember kar, xwedî hesteke berpirsiyariyê ye. Di her warî de serkeftinên cidî bi dest dixe, di meqamên serokatiyê de cih digire. Jineke nûjen di cîhana teknolojî û pêşketinê de bi jêhatî van herdu fonksiyonan bi hev re dike yek.
Yê herî rast ku Serok pênase dike ; “Jin roj e û mêr jî stêrka ku li derdorê dizivire ye” dide diyar kirin.
Ew niha ne tenê li ser malbat û zarokan, wekî berê, lê di heman demê de li ser kariyera xwe jî disekine. Herwiha, jin jiyana xwe bi xwe plan dike. Ew bi xwe biryar dide.
Di cîhana nûjen de jin ji bo karibin xwedî heman mafan bin li ber xwe didin. Rola herî girîng di civakê de rola jinan e. Ew jin e ku jiyanê dide mirovahiyê û ev yek wê bêhempa dike. Ew dikare her tiştî bike ji ber ku ew ji hêla armanca xwe ve têdikoşe û teşe dide jiyanê.