Piştî peyama Rêber Apo ya bi navê Banga Aştî û Civaka Demokratik, siyaset germtir bû; li aliyekî tetbîqat, li aliyê din civîn, hevdîtinên dîplomatik, îmzekirina hevpeymanan û hwd. li pey hev rêz bûn û niha jî heman germayî dewam dike.
Li pey bûyerên giran ên Hemas û Israilê, yên li Libnanê û rûxandina desthilatiya Baasê li Sûriyeyê, Îran gelek tirsiya û hîn pirtir xwe avêt himbêza Çînê û Rûsyayê.
Ji bo xwe xurt nîşan bidin, di 11.3.2025an de li Kendava Ummanê, bi navê “Maritime Security Belt 2025” dest bi tetbîqatek mezin a bahrê ya hevpar kirin.
Li ser van bûyerên mezin ên vê demê, navbera Tirkiyeyê û Îranê gelek xerab dimeşe. Her wiha navbera Tirkiyê û Rûsyayê jî pir sar bûye. Her wiha weke tê zanîn piştî van bûyerên giran, dawî li wê pêvajoya Astana jî hatiye.
Niha Tirkiye, dixwaze li şwîna wê an jî mîna wê, pêvajoyekê li Urdunê bide meşandin. Lewma, di çarçova vê armancê de bi Iraqê, Suriyê, Lubnanê û Urdunê re, vê hefteyê li hevdu civiyan.
Wezirê Derve Hakan Fidan, Serokê MITê Ibrahim Kalın û Wezîrê Bergiriyê Yaşar Guler, li gel wezîrên Derve, wezîrên Bergirî, Serokên Arteşê û Serokên Istixbaratên her çar dewletan, li Emmana paytextê Urdunê civînek bilind çêkirin.
Jixwe Hakan Fidan, weke berdevkê her 5 dewletan diaxive û xwedêgiravî ji bo aramiya Sûriyeyê kar bikin, li dijî DAIŞê û teroristan şer bikin, navendek hevpar a istixbaratî ava kirine!
Her wiha nesiheta li van dewletan jî dike, da ku xwe ji provakasyonên Eleviyan, Xiristiyanan, Durziyan û Nusayriyan jî dûr bixin!
Li herî dawiyê, armanca xwe ya sereke jibîr nake û dibêje, “divê em dujminê xwe yê hevpar PKKê, ji vê herêmê pakij bikin û hwd”!
Îca li vira mijara herî balkêş ev e ku; di vê hefteyê de li herêmên qiraxa berava bahrê êrîşên qirkeriye li ser Elewiyan pêkhatine û di heman rojan de, di navbera Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî û Sêrokdewletê demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şera de peymanek baldar hatiye îmze kirin.
Wisa gûman heye ku agahiyê Receb Erdogan, ji guhertinên stratejîk ên Şamê yên nuh nîne, heke agahî hebe jî ti îrade û hêza wî nîne ku ji vê desthilatiya bibe xwedî par.
Lewma wan hewldanên mîna civînên Urdunê lidar dixe û li pişt wan provakasyonên ku Hakan Fidan bahs dike, ew bixwê hene û saz dikin an jî dixwazin bi rêya wan çeteyên xwe, êrîşên mîna Helebê û Lazikiyê pêk bînin.
Dibe ku peymana navbera Mezlûm Ebdî û Ehmed Şera bi lez pêkhatibe û jiber ku ji vê peymanê gelek hêrs bûbû, lewma li ser vê peymanê dereng daxwiyanî da û ji neçarî, bêdilî xwe Receb Erdogan got “ez jî piştgiriya vê peymanê dikim”!
Hema bi lez dîsa H.Fîdan, Î.Kalin û Yaşar Guler şandin Şamê!
Di encama van bûyer û pêşhateyan de, her çedîn di naverokên wan de ji hevdu cudahî hebin jî, li herêmê rola aktoriya aktif a Israilê û rola kilît a Kurdan bêhtir derdikevin pêş.
* * *
Belê bi vê peymanê re, desteftiyên Rêveberiya Şoreşa Rojava-Pergala Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate pejirandin. Herwiha bû despêka qebûlkirina statuya fermî ya Rêveberiya Kurdan li Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê.
Jiber ku ev pêngav û ev peyman a ku di çarçoveya paradigma Rêber Apo de û dewama Banga wî ve pêkhat, him ji aliyê rayagiştî cîhanî ve û him ji aliyê rayagiştî Kurdistanî ve, bi giranî destek stand û ev tê wateya pejirandinê.
Her wiha bi vê Bangê û vê Peymanê re, li gel hemû kêmasî, asteng û xeteran, dîsa jî him zemîna yekîtiya netewî xurtir bû, him jî Pergala Rêveberiya Xweser a Rojava, ji bo Rojhilata Navîn, êdî weke mînak, weke model wê were nîşandan. Her wiha ji aliyê raya giştî cîhanî ve jî hîn pirtir were destek kirin.
Bêgûman, ji bo kar û xebata Tevgêra Azadiyê zemîn bikêrhatîtir bû, lê herwiha kar û bar jî berfirehtir bû.
Hema di serî de ji bo Rêber APO zûtir azad bibe û her wiha ji bo li ser kar û hewldanên wî yên netewî û navnetewî bi bandortir bibe, divê destê wî were xurtir kirin.
Ev kar û xebat jî pirtir dikeve ser milê Tevgêra Azadiyê, gelê Kurdistanê û dostên wê.
Jixwe ji nuha ve, li pey dewama coşa Roja Jinan a Cîhenê 8ê Adarê, coşa pîrozbahiyên Newrozê çendîn bilind bûyê û wê bilindtir bibe tê xuyakirin; Cejna Newrozê Li We Pîroz Be!