Şampiyoniya Konseya Boksê ya Cîhanê (WBC) 22ê Sibata 2025an li paytexta Erebistana Siûdî Riyadê hat lidarxistin. Boksorê Kurd Agît Kabayel ê 32 salî û şampiyonê dawî yê cîhanê yê beşa giran a WBCê Zhilei Zhang ê ji Çînê hatin pêşberî hev. Agît Kabayel di tûra 6emîn de bi nakawtê hevrikê xwe yê ji Çînê têk bir û bû şampiyonê cîhanê. Kabayel heta niha 26 maçên profesyonel lîstiye û qet têk neçûye.
Agît Kabayel piştî maçê axivî û wiha got: “Ez xwe gelek baş hîs dikim. Ev tekoşînek bêhempa bû. Ez spasiya xwe ji her kesê ku piştgirî daye min dikim.” Agît Kabayel ku li Almanyayê ji dayik bû, ji malbateke ji navçeya Bazarcixa Gurgumê ye.