Gelek cîrokên vê karekterê hene ku her gelek ji xwe re navekîlê dike û bi giştî hema beje hemû çîrok nêzî hev in û li gorî taybetiya zimanên kup ê tê gotin hinekî guhertin di wan de çêdibe. Ew karekterê ku em jê re dibêjin Behlûl û tirk jî jê re dibêjin Xoce Nesredîn û ereb jê re dibêjin Ciha, bi gumanamin yek karekter e lê her gelekî ji xwe re navek lê kiriye. Dibêjin ku Ciha xwediyê xaniyekî bedew bû, lê wî biryar da ku wî bifiroşe, destê wî ji xaniyê wî nedibû lê neçar bû kubifiroşe .
Dema kesek hat ku xanî bikire, Ciha şertek ecêb danî ber kesêku wê xaniyê wî bikire û wiha got: “Vî bizmarê piçûk di dîwêrde bihêle, ew wekî cîhê min ê herî jê hez dikim e.” Mêrikmatmayî ma, lê di dilê xwe de got ma wê ew bizmar çi zirarê bide min.
Roj derbas bûn, carekê zilamê ku xaniyê ciha kiriye dît ku Ciha li ber deriye wî ye deve xwe qîç kiriye. Mêrik şaş ma û got: “Te xêre”.
Ciha got: “Ez hatime ku bizmarê xwe yê delal kontrol bikim!”
Mêrik bi nerazîbûn ew pêşwazî kir û xwarin da wî, lê wî dît ku Ciha bêtir dest bi seredana wî kiriye, wextê xwarinê ji bîr nake û dixuye ku kêfa ji ya berê zêdetir bibûye!
Şevekê, Ciha kirasê xwe avêt erdê û xwe amade kir ku razê û bi bawerî got:
“Ez ê li vir li kêleka bizmarê xwe razêm, ez bêriya wî dikim!”
Mêrikê xwediyê xanî êdî nema karîbû demeke dirêj xwe liv an finasên Ciha ragire û di dawiyê de neçar ma ku ji ber Ciha jimalê bireve. Mêrik ji ber Ciha mala xwe terk kir. Bi wê yekê Ciha plana xwe bir serî û bi xêra wî bizmarê xwe yê di dîwarde hiştibû xaniyê wî dîsa lê vegeriya. Ciha bi wê yekê nîşan da ku bizmarekî biçûk jî dikare bibe mifteya kontrolê.
Bi vî awayî, biwêja “Bizmarê Ciha” derket holê, sembola îstismarkirina aqil û argumanan ji bo bidestxistina armancan bi rengekî xweş! Îca em werim ser meseleya xwe û tirbaSilêman Şah. Di dema desthiladariya Osamniyan de şahekîwan miriye û ji wî şahê xwe re li ser xaka Sûriyeyê tirbek çêkirine. Tirba Silêman Şah li ser riya di navbera Hesekê û Helebê de ye li kêleka pira Qereqozakê ya li ser çemê Firatêye.
Dema ku çeteyên DAIŞ’ê ew dever xistin bin destê xwe wêgavê jî dîsa bi kurdan de qaşo pêvajoyekî aştiyê hebû, bialîkariya şervanên kurd tirba wî bêxwediyê Silêman Şah anîn li nêzî Kobanê li devereke nêzî sînorê Tirkiyeyê bicih kirin.
Niha jî dibêjin em ê wî vegerînin cihê wî lê ji ber dever didestê şervanên kurd de ye bi mehneya wê tirba şahê xwe bimehane çeteyên girêdayî xwe berdidin paxila kurdan û dibêjindivê ew dever bikeve bin kontrola me.
Îca wiha xuyaye ku dewleta tirk tirba Silêman Şah wek meseleya bizmanê Ciha bikar tîne û dixwaze xwe bigihîne wirlê haya kurdan jî hem ji bizmarê ciha û hem ji vê plana dewleta tirk heye lewre ew jî rê nadin dewleta tirk û çeteyên biwan ve girêdayî da ku bi vê mehneyê xwe bigihînin ser rêyastratîjîk a ku Rojava bi bajarên din ên Sûriyeyê ve girêdide.