Bajarên bakurê Kurdistanê jî di nav de li gelek bajaran ji bo projeyên gaza xwezayî, RES, GES, û xetên enerjiyê biryara îstîmlaqkirina lezgîn hatin dayin. Biryarên serokkomariyê di Rojnameya Fermî de hatin weşandin. Bi vê biryara fermîbûnê re dê lezê bikin qirkirin û talana xwezayê.
Li gorî biryarên bi îmzeya Serokkomarê AKPî Tayyîp Erdogan di Rojnameya Fermî de hatine weşandin; ji bo projeya Xeta Boriya Gaza Xwezayî ya Kuluncak-Xarpêtê, ji bo neguhêzbarên li 5 navçeyên bajar; ji bo Projeya Xetên Enerjiyê yên ya Bîrecîkê ji bo hinek neguhêzbarên li Rihayê; ji bo Projeya Xetên Gaza Xwezayî ya li navçeyên Erdîş-Panos û Westanê hinek neguhêzbarên Agirî û Wanê; ji bo Projeya Xebata Gaza Xwezayî navçeya Xîzanê hinek neguhêzbarên di navbera Xîzan û Norşînê de; ji bo Tesîsa RESê ya Yellîceyê li Sêwasê hinek neguhêzbar, ji bo Tesîsa Hilberandina Ceyranê ya GESê ya Gelînkayayê li Erziromê hinek neguhêzbar û li bajarên Kocaeliyê, Kirklarelî, Bolu, Karabuk, Stenbol, Konya, Afyonkarahîsar, Kirşehir, Eskîşehîr, Sakarya û Kocaeliyê jî ji bo projeyan gelek neguhêzbar bi awayekî lezgîn hatin îstîmlaqkirin.