12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Biryara doza Kobanê encama kodên faşîzmê ye

Ne bi şêwaza Thomas Man û beyî ku em agahiyên berê dubare bikin, em dest bi nivîsa xwe bikin; Li Tirkiyê bayekî “waweylê” dibizive. Ev waweylê, dikare bibe tofan.

Biryara Doza Kobanê, ezberê rejîma yekperest e û careke din rastiya faşîzmê eşkere kir. Bi çakûç û miqar di mêjiyê Kurdan de neqiş kir.

Ne bi şêwaza Thomas Man û beyî ku em agahiyên berê dubare bikin, em dest bi nivîsa xwe bikin; Li Tirkiyê bayekî “waweylê” dibizive. Ev waweylê, dikare bibe tofan. Ji ber ku faşîstên hişk ên MHP’ê, li Tirkiyê hem di nava artêşê de, hem di nava dadgeriyê de, hem di nava “tifaqa cumhur” de xurt bûne.

Min dinivîsa beriya niha de bal kişandibû ser “koalîsyona mezin” a li dijî Kurdan. Koalisyona mezin a li dijî Kurdan, nasnameya esasî ya Komara(!) Tirkiyê ye. Min gelek caran bal kişandiye ser “mît’ên dewleta Îttîhat û Terakî jî. Ev kod bingeha statukoparêziya “yek-yekan” ku Erdogan di her axaftina xwe de, bi dest û teliyên xwe dihejmerê ne.

Ev îde li derî felsefeya dîrokê ye. Lê mîratzedeyên Îttîhad û Terakî, ev hişmendî di dîroka ku hebûnek, bûyînek li derî rastiyan avakirin ye û weke mucîzeyekê derxistin pêş û bi komên xelkê dane qebûl kirin. Ji polîtîqeya klasîk dûr, lê ev hebûn li ser cemserên polîtîkê avakirine! Ev hebûn li dijî diyalektîka xwezayî ye, lê li gorî diyalektîka sinemtografîk e û ji aliyê. Ewropa ve, hatiye qebûl kirin. Ewropa, paşayên Îttîhat û Terakî weke fîgurên ji nû de dizaynkirina Rojhilata Navîn bijartin û hîna di bi hişmendiyê jî haraket dikin.

Hişmendiya her du basikan jî, “mît’ên di çarçoveya faşîzan de avakirine. Divê, rewşenbîr û siyasetmedarên Kurd, vê mijarê ciddî bigirin û bi kûrahî nêzîkî “mît’ên faşîzma Îttîhat û Terakkî bibin. Qet guman tê de nîne, her baskê Kurdan rejîmê baş nasdike, baş fêhm jî dikin, lê di nivîs û nirxandinên xwe de, qels dimînin. Bi taybetî akademisyenên Kurd, di fetîşîzma belgeyên fermî de pîkolê dikin û difetisin. Edî têra xwe pirtûk û nivîsên der barê rejîma ku bûye bavê faşîzma Hîtler hatine nivîsandin hene.

Ya ku nayê zanîn; teşkîlata mezin a ku li hundir û derve hatiye avakirin e. Di vê teşkîlata mezin de, hem motîfên serdema “lale dewrî”, hem nexweşiya “dewlet-î Aliyye” hem trenda şantajê, modul-î yeknasname, andamîk a laîkti hene. Ev trend jî di çarçoveyek “dogmatic û demagojîk” de tê bilindkirin. Propagende û lîstik pirr zêde hene. Ev teva, mina di filmê ‘RÊ” yê Yilmaz Guney de tê dîtin; “transa rê” ye… Rê yek e, buyer reng diguherin. Di civakek çêkirî de “RÊ” naguhere! Wek libên tizbihê, ku lib bi dawî dibin û car din ji serî dest bi kişandina liban tê kirin e.

Civaka ku paşayên Îttîhat û Terakkî avakirine, civakek nexweş e. Desthilatdariya AKP/MHPê jî encama vê nexweşiyê ye û di karên ku me li jor destnîşankirin de pispor e.

Bi gotinek kolanê; Ittîhat û Terakkî bavekî nexweş e. Ha ha fermanên kuştinê dide zarokên xwe! Ev nexweşiya kronîk, hem sîstemê li ser piyan digire, hem desthilatdariyê, hem dewleta haydud li ser piyan digire. Dewleta Haydud, ne gotina min e. Ya saziyên îstîxbaratên Ewropa ye û di rengê mafia de pêşdikeve. Filmê RÊ, qenc û xeraban nîşan dide, lê di mafia de her kes xerab e! Sîstema dewşîrmetiyê ku paşayên Îttîhat û Terakkî zarokên wê sîstemê ne, li gorî xwezahiya sîstemê, “robot’ên şer û kuştinê ne!…

Sîstem jî bi têkbirina ahlak dest pê dike, di serdemên krîz û kaosan de, li sedem û encamê jî napirsin. Di şeran de jî, li wêranî, xizanî û perîşaniya civakan nanêrin, tenê li encamê dinêrin.

Mîratzedeyên faşîzma Îttîhat û Terakkî, di şerê li dijî gelê Kurd de, encama şerê 40 salî, balkêş e ku kriz û kaosan nayînin ziman, lê û bi taybeti çîrokên ku civakê dixapînin dibêjin; ji windahiyên esker zêdetir, hejmara ciwanên kurd rêz dikin. Ji bo vê jî, civakên li Tirkiyê, ji xişka civakî-soyal derxistine, di xeta nijadperestiyek nexweş de rûnandine.

Ev fotografek reşbînî ye û di civakên li Tirkiyê de erozyonek cîddî çêkiriye: Di nava Tifaqa Cuhmur de kumpasên cîddî rû dabin jî, dîse jî, bi ciddiyetek mezin şerê li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd dimeşînin.

Kumpasa dinava Tifaqa Cumhur de, weke berhemê “Elitist”ên MHP’ê xuya bikin jî, ferehtir û kûrtir e. Lê xuya dike ku serokê giştî yê CHPê, Ozgur Ozel wê bibe lihêma navbera vê îttîfaqa ceberrûd. Di koalisyona mezin ya li dijî gelê Kurd de, wê bibe serkêşê seferberiyek nû. Ji ber ku ha ha weke “xazulka zarokan” li dora xwe dizîvire û têkiliyek çeqûberkî de pikolê dike.

Em vê parantêzê bigirin û li ser “mît”ên faşîzma Îttîhat û Terakkî rawestin: Ji ber ku pêdiviya Kurdan bi naskirina van “mît”an heye. Ji ber ku ev “mît”, çirava pingihayî ye; ji roja avakirina komarê û heta îro, di meşa civakbûnê de bûye jehra bêedaletî, bêhiquqî, despotîzm, newekhevî, înkar, şerê hundir û derve, nakokiyên navbera baweriyên cûda û tunekirinê. Çirava genî weke volqanên ku ji binî ve dikelê ye û ji volqanên xwezayî cûda ne. Volqanên xwezayî dema di fûrin û diteqin, dişewitînin, tune dikin, lê piştre rûerdeke nû, erdeke nû ba bi lat û berzeh, jiyanek nû derdixin hole. Volqana çirava genî, tune dike û desturê nade çêbûnek, hebûnek û nûjeniyek nû.

Vêce, “mît” ên ku bûne girêka kor ya faşîzma Turk-î Turan û Turk-î Îslam; 14 nin û biryara Doza Kobanê jî, encama wan kodên bedcanî ne.

YEK DEWLET; Li hemberî ku Kurd, yek dewletê qebûl dikin û dibêjin, li gelek dewletên cîhanê bêyî ku tixubên welat werin parçekirin, sîstema federal heye. Kurd yekparêziya Tirkiyê qebûl dikin, lê mafên xwe yên demokratîk dixwazin. Vece, qerastin û dubarekirina di “mît”a “yek dewletî” de, vegera li salên 1925’an e!..

YEK MILLET; Li Tirkiyê yek millet nine. Ev rastî, di damezrandina komarê(!) de heye. 29 berxwedanên Kurdan û şerê 40 salî yê Tevgera Azadiya Kurd jî îspata vê ye.

YEK ZIMAN; Belkî zimanê fermî yê komarê weke Tirkî hatibe destnîşankirin, lê her gel xwedî zimanekî cûda ye û zimanê gelan jî berhemê cografîk e. Bi keda hezaran sal û nifşan ev ziman derketine hole. Ziman, nayê çêkirin, tenê bi zanyariya mirov ku weke “logos” tê navkirin nine, PAYCHE ye.

Em hinek vekin; Logos, rêzkirin û destnîşankirina rêkûpêkiya jiyanê ye, Payche jî, ew hêza ku hemû amurên jiyanê formule û bi wate dike ye. Ziman jî, bi vê pêwanê bûye nasname û hebûna gelan.

MÎSAK-I MILLÎ; Ev Israra di Amasya Tamîmî de ye. Ev tamîn, di Peymana Lozanê de cih nagire: Gelê Kurd, hem dîrokî, hem cografî û hem di aliyê neteweyî de ev temîn red kiriye. Israra di vê tamîmê de, zihniyeta sêva sor-kizil elme ye, yanî dagirkerî û wêneyê tunekirinê ye. Bi gotinek hiquqî “mulga” ye!…

RED U ÎNKAR; Ev “mît”, çend navên cûda di nava xwe digire, Yek, nasname ye, du: cografya ye, sê ziman e, çar, asimilasyon e, pênc, romî ne, şeş, kanunên zincîrî ne. Siltanên Osmanîm ev polîtîka ne meşandiye, Erdoganê epîlepsîk û gurê pîr Bahçelî jî wê nikaribin vê polîtîqeya bidin meşandin.

DÎROK; Kurd ne dîroka fermî, dîroka xwe dinîvsin û ya rast jî ev e.

DAGIRKERÎ U KOLONÎKIRIN; Pêwistî bi bexîlî û zikreşiya adawet-husumetê nine. Dîrokzanên Tirk jî dibêjin. Osmanî ne dewletek Anatolya ye, dewletek Balkanan e. Ji sedema ku paşayên Osmanî ji Balkanan hatin qewirandin, berê xwe dane Anatolya, Mezopotamya û Kurdistanê. Kurdistan jî ji bo Osmaniyan muhtemleke bû. Mîratzedeyên Îttîhat û Terakkî, dixwazin Kurdistanê dagir bikin, gelê Kurd tune bikin û Kurdistanê li ser navê xwe tapo bikin. Kurd doh jî, îro jî û sibejî wê li dijî vê zihniyeta “sakit” û “naqis” têkoşînê bikin.

HIQUQ; Hiquq, nirxekî gerdunî ye û tenê ji bo celebên dewşîrme nine. Ji bo her gelî heye û Kurd ji bo hiquqê xwe têkoşînê dikin.

DEMOKRASÎ; Her çiqasî demokrasî hatibe parçekirin û bi navên cûda were vegotin jî; demokrasî sîstema tevlîbûna tevahiya sazî, dezgeh û rêxisinên civakan, gelan e û bi nasnameya xwe xwedî mafên telîbûna biryaran e. Sîstema demokrasî hemû cûreyên yekperest red dike.

GUHERTINA DEMOGRAFÎK; Guhertina demegrafîk, li kîjan welatî û di kîjan mercî de bê kirin jî sucê li dijî mirovaniyê ye û nayê qebûlkirin. Tirkiyê, li nava xwe jî, li cih û warên dagir dike jî vî sucî dike.

OLA TÛRKÎ; Li hemberî ku paşayên dewşirme, bi nave “tûrkî”, olek nû derxistibin holê jî, pêxemberê destpêkê Namik Kemal e. Lê Namik Kemal gelên cûda Înkar nekirine. Pêxemberê ku xiyanet li bextê xwe kiriye û bûye mîmarê “ola tûrkî” û dojeha faşîzma ku menendê wê li cîhanê nine Ziya Gokalp e. Ola pêxemberên muşrîk gunehkariya herî mezin ya li dijî ola Îslamê û Xwedayê mezin e.

KUMPAS; Mînak Doza Kobanê û dadgeha ji bo dozê hatiye erkdarkirin, di rengê Dadgehên Îstîklalê û dadgehên taybet ên leşkerî de kar kir. Dadgeha Îstîklalê di salên 1926-27’an de çû heta bi Nisêbînê, bi doza kumpasa destekkirina serhildana Bagokê ya HACCO III.; 8 ji wan Sûryanîç 28 kes dardekirin. Prof. Dr, Taner Akçam di pirtûka “Apartheida Sed Salî” de li ser vê mijarê bi berfirehî radiweste

TIRS: Paşayên Îttîhat û Terakkî, di despêkê de serî li riya tirsê dan. Pêşî bi kuştina kolanan (li Stembolê) dest bi kar kirin, piştre darbekirin û sadrazam jî kuştin. Mîratzedeyên wan jî bi heman armancê, bi kuştina li kolanan, windakirina dibin çavan de, avtina zindanan, êşkenceya sîstematîk û hwd tirsê bela dikin.

TECRÎD; Eksen-mihwer-xet û cewherê sîstema faşîst ya Ziya Gokalp! Ev mihwer bûye bingeha şerê taybet û rengê faşîzma Tifaqa Cumhur. Yek tîp mirov, perwerdehiyek û zanistiyeke ezber a dibin sîwana yekzilamî de li Tirkiyê serdest kirine. Gotin, vegotin, rastî, zanist û felsefe, demokrasî û edalet, wekhevî, hiquq û maf û azadî teva tecrîd kirine. Despotîzma reş û mirina reş!

Em parantêzekê vekin û hîn minakan bidin: Perwerdehiya Tûrk-î Turan, dibin nave “Kok û paşerojê de, perwedehiya netewperestiya hişk badayî de, bi pêşengiya Ciwanên Tirk Yên Zanîngeha Ege de tê kirin. Li bajarê Mugla, dibin navê “Teşkîlat û Ataturk” de, ciwan ji bo çetetî û kontra têne perwerdekirin.

Balkêş e ku vê jî, dibin nave, “Armanc Hemdemîbûnê” de dikin.

Bê çiqasî biryara Doza Kumapasa Kobanê ku ne hiquqî bû, gotinên di perwerdehiya çete û kontrayên nijadperetiya hişkbadayî jî, nexşeya “mît”ên ku me li jor rêz kirine nîşan didin.. Îdeologên Turk-î Turan dibêjin; “her çiqasî Ataturk gotibe, armanca me gihiştina radeya hemdemiya Rojava ye jî, divê em biyanîbûna gelê Tirk ji cewherê wê red bikin. Dive em projeyên emperyalîstan red bikin û li cewherê turkî vegerin. Divê em emperyalîzma çandê qebûl nekin, li gorî çanda xwe ya Asya Dûr tevbigerin rêxistiniya xwe bikin. Ewropa welatan dagir dike, dike kolonî, dema ku Tirkiye berê xwe dide dijminên xwe, qiyametê radikin. Bavûkalên me her dem azad jiyane û bi tifaqa dewletên Turkî re, dive em bi –“mît”ên avakirina Komara (!) Tirkiyê haraket bikin.”

Ev gotin, bermayiyên dîtin û axaftinên Hitler û Musallînî ne û dijminatiya gelan e. Vêce, bêyî ku em jargonan bikarbînin, em ê li Doza Kumpasî ya Kobanê binêrin. Biryara cezakirina siyasetmedarên Kurd, bi hesabekî siyasî, di çarçoyeke geomterîk û matematîkî de, yanî bi planekî dûr û dirêj hatine dayin. Ev plan jî, di çarçoveya “mît”ên Turk-î Turan û Turk-î Îslam de hatiye amadekirin. Biryar ne li dadgehê, li Qesra Cumhur hatiye dayin. Ev jî ne rengekî nû ye, doh li Koşka Ankarayê bû, îro li Qesra Cumhur e! Ev ne rêbezek nû û xerîb e!.. Biryar, encama hişmendiya “korîk”, “nakis” û “sakit” a ola tûrkî ye. Ola tûrkî, bi ayetên îlahî yên çêkirî ku di metafîzîka Dêlegura Asêna de û îşareta teliyên miç-belkirî tê dîtin de ye. Ev metafîzîka çêkirî, bûye hêzeke volqanî ku xwînê û fetisandina di tecrîdê de dike pratîkê ye.

Ola turkî, ne “uhrewî” ye, lê xwedî kudert û hêza zorê ye û bi gotina “goksel tanri-Xwedayê ezmanî”  kîn û nefretê empozeyê nifşan dikin. Ola turkî, ji baweriyê dûr, bi rêbaza “sêkuşkê” û lîstika “çaquberkê” civakan dike nava diranê çerxa nijadperestiyê. Ev rêbaz li xiş û hişê cemaet û tarîqatan jî te.

Zor û lîstik û kumpas serdest in!…

Dema ku zor, lîstîk û kumpas eşkere dibin, pêwistî bi krasekî veşartinê çêdibe. Ev jî hiquq e! Hiquqa bi kanunên faşîzan hatiye hunandin e. Kîlîda faşîzma Îttîhat û Terakî qanunên zincîrî ye. Di van qanunan de, tirsa di mêjî û bedena mirovan de tê neqiş kirin heye; pêşî hişmendiyê dikuje, piştre îradê! Ev lerizandina wek “ta” mirinê ye, tirsê belav dike û bandorek xerab dike.

Armancek din a veşartî ku ji aliyê şandeya dadgeha taybet a Doza Kobanê de hate dayin heye: Ew jî, tirsa di dilê ciwanên ku bixwazin tevlî siyaseta Kurd bibin de çêbikin e. Her dem, kuştinê, êşkencê, êş û azaran, şepirzetî, kederê di rojevê de dihêlin. Dadgerî cihê lêgerîna mafan e, lê ji destpêka avakirina komarê(1) û heta îro, dadgeh taybet in û ji heq û-hiquq bêhtir, bûna daqoqa himmandî. Daqoqa himmandî jî (şûr demokles) her dem “kudreta hebûnê” têk dibe, ola ku Xwedayê wê, pêxemberê wî nine “turkî” serdest dike ye.

Du mirovên ku parastin û bihêzkirina hebûna “kudret-cewherê” derxistine pêş hene; yek Spînoza ye, yê din jî Ocalan e. Îradeya ku îro di ciwanên Kurd de derketiye holê, ev kudret û cewherê bi nirxên xwezayî têne xwedîkirin e. Ji xwe bingeha paradigmeya Abdullah Ocalan, bi 3 kevirên bingehîn, xweza, jin û ciwanan hatiye avakirin û xurt kirin e. Ev sê hêzên cewherî ku xwedî hêza afirgerî û vejinê ne, îro bûne bingeha etîk, estetîk û hêza têkoşînê.

Dadgeha taybet a Doza Kobanê bi armanca tunekirina van nirxan biryar da. Hişmendiya faşîzmê, hiştina şûna darbeyan e. Her êşkence li bedana mirov şopan dihêle, roj jî dema zêde li bedena mirov dide, şopan dihêle; biryara Dadgeha Kobanê, hem parçekirinek psîkoljîk e, hem hiştina şopa li bedena Kurd e.

Her “mît”a faşîzma Îttîhat û Terakkî bi armanca bandorek fikrî û zikrî hatine pêşxistin. Dema ku wek biryara Dadgeha Kobanê dikevine pratîkê, weke xeleka zincîrî, tirsê mayinde dikin û jiyanek dibin tirsê de diafîrînin. Lê civaka Kurd êdî xwedî beden û hişmendiyek ku dikare, hem tirsa faşîzmê berteref bike, hem ola “turkî” ya bê Xweda û bê pêxember ku bûye sedema tofan û felaketên dojehî, bi tesnîf û hesabên geometrik û matematîkî pûç û red bike.