12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Biryara dadgeha Bexdayê wek daxwaza lêborîna ji PKK’ê bû’

Çavdêrên siyasî biryara Dadgeha Resafe ya Bexdayê ya derbarê hilweşandina senaryoya Dewleta Tirk û PDK’ê ya li dijî PKK’ê de, gotin ku ev biryara dadgehê wek daxwazeke lêborînê ya ji PKK’ê bû

Çavdêran diyarkirin ku bi vê biryara dadgehê hevpeymaniya navbera PDK’ê û dewleta Tirk a ji bo siyasîkirina desthilata dadwerî ya Herêma Kurdistanê eşkere kir.

Roja 5’ê Mijdarê Dadgeha Resafe ya Bexdayê bi biryarek fermî û ji ber nebûna ti belgeyek li ser piştrastkirina her sê kesên ku PDK’ê û Wezareta Karên Hindir a Iraqê gotibun wan kesan bazarên Hewlêr, Dihok û Kerkûkê şewitandine û ser bi PKK’ê ne, daxwaza berdanê kiribû. Ji bilî wê jî dadgehê biryar da ew çek û wesayîtên di dema girtina wan kesan de hatine desteserkirin jî radestî xwediyê wan were kirin.

Çavdêrên siyasî di derbarê biryara dadgehê de ji ajansa me re axivîn.

Çavdêrê Siyasî Hekîm Ebdulkerîm diyarkir ku hikûmeta Iraqê bi ser sê beşan de dabeş bûye û got: “Beşa yekem Şie ne ku Çarçoveya Hemahengî nûnertî jêre dike, beşa duyem Sune ne ku Wezareta Parastinê di dest xwe de girtine, ya sêyem jî Kurdin ku ew jî PDK nûnertiyê jêre dike.”

Di dewamê de Hekîm Ebdulkerîm da zanîn ku PDK’ê û dewleta Tirk karîne desthilata dadwerî li Herêma Kurdistanê bixin jêr kontrola xwe û got: “Bi heman rengî xwestin desthilata dadwerî ya Iraqê jî bînin lîstoka xwe, lê dadgehê biryara berdana wan kesên ku hatibûn tometbarkirin da.”

Hekîm Ebdulkerîm diyarkir ku îstixbarata Tirkiye destê wê di nava gelek karûbarên hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene û got: “Dadgeha Iraqê bi biryara dadgehê wekî ku lêborînê ji PKK’ê bi xwaze. Her çiqas ne bi fermîjî be lê Iraqê di vê mijarê de ji xeletiyê zivirî.”

Li ser heman mijarê Çavdêrê Siyasî Luqman Hesen jî axivî û got: “Ev çend salin dewleta Tirk û PDK zextek zêde li ser hikûmeta Iraqê dike daku PKK’ê xirab nîşan bide. Ev jî dijminahiya dewleta Tirk nîşan dide. PKK nûnertiya îradeya gelê Kurd dike, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê. Ji ber wê dewleta Tirk naxwaze ev tevgera azadîxwaz hebe. Ji ber ku hişmendiya faşîst hebûna gelê Kurd qebûl nake.”