31 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Birîna wijdan û çareseriya pirsgirêka kurd

Kurd jî Dewlet Bahçelî baş nas dikin û dizanin ku ew şagirtê Alpaslan Turkeş e. Alpaslan Turkeş, di dema lîseyê de, di kovarên “naziyên tirk” de helbest dinivîsin û di salên 1965an de weke zabitekî Turan-î Tirk, bi nasnavê Huseyîn Feyzullah di kontr-gerîlla de cih girt

Serokê MHPê Dewlet Bahçelî, bi şandeya Îmraliyê re, helbesta Cahît Sitki Taranci ya “Welatekî Dixwazim” ji  Abdullah Ocalan re şandiye.

Dewlet Bahçelî, yek ji mîmarê avakirina “mekteba zindana Tirkiyeyê” ye. Bavê hişmendiya paşverûtî û avakarê “Ocaxa Ulkucuyan’’ e. Ocax gotinek kurdî ye, tê wateya avahî, jiyan hevreyî, aramî û parvekirinê. Lê wan “Ocax” kire bingeha îstîbdadê û kuştina rûmeta mirovahiyê. Bahçelî weke mirovekî bi tîtra “Prof” û akademisyen, yek ji wan kesan e ku jehra despotîzma Teşkîlat-i Mahsusa zerkî bedena civaka tirk kir.

Vêca helwesta wî ya şandina helbestê ji Abdullah Ocalan re, gelo nîşaneya guhertina kesayetiya wî ye? Yanî bûye şûrê AŞÎL ku birînên vedike, ew bixwe derman dike! Em bi armanca wî nizanin, lê helbesta Cahit Sitki Taranci, gelek tiştan dibêje.

Dilê her helbestvanî, bahçeyê Firdews e; berf, baran, teyrok jî bibare, ji kulîlk û gulbijêrkan xalî nabe. Ya duyemîn jî ew e ku, helbestvan zimanê pêxêmberan bi kar tînin, gotinên xwe jî di çarçoveya “şer’î” de rêz dikin. Her û her dibêjin, “vijdan birîna mirov e”, mirov çi bike jî nikare ji  birîna vijdanê xwe bireve.

Ez wergera helbestê dinivîsim;

Welatekî dixwazim

Bila ezman şîn be, şaxên darê şîn, zevî zer bin

Bila diyarê çûkan bi kulîlkan be

Welatekî dixwazim

Ne serê bi derd, ne dilê bi hesret hebin

Bila şerên xwişk-birayan bi dawî bibin

Welatekî dixwazim

Ne zengîn-feqîr, ne jî ez  û tu  cuda bin

Di zivistanê de bila cih û warê her kesî hebe

Welatekî dixwazim

Jiyan, wek evînê ji dil be

Eger ev hebe, bila gilî û gazin ji mirin bin

Dewlet Bahçelî berhemê felsefeya korîk a “naziyên tirk” e.

Lê banga Bahçelî ya li Abdullah Ocalan ku biçe li meclisê biaxive û şer bide rawestandin, bi rengekî seyr û cuda  kete rojeva kurd û tirkan. Dewlet Bahçelî, li mikur hat ku herî zêde wî hewl da ku Rêber Ocalan were darvekirin.

Lê niha, bi banga ji bo çarseriyê û bi şandina helbestê, gelo şaşîtiya hişmendiya Turan-î Tirk a  Ziya Gokalp, ku bi 9 tîrêjên ronahiya Alapslan Turkeş hatine qewînkirin vedibêje? Bawer nakim.

Helbestvan, giyanê veşarî yê peyamberan e û Cahit Sitki Taranci jî, bi wî giyanê pîroz, bi gotinên “Şer’î“, bi hestên Amedî  ku hertim rastî bûyerên dramatîk hatiye, bi  hêza gotina “Hawara bihêvî” aniye ziman û daxwaza welatakî azad, jiyana wekhev dike.

Di reng û nifşê çûkan de, ezberan xera dike û dibêje; li diyarê çûkan gelek nifşên çûkan hene, lê her çûk bi zimanê xwe, bi civata xwe re azad dijî û ew diyar bi rengê kulîlkan xemilandî ye. Cihê ku aştî û wekhevî û demokrasî lê hebe, kulîlk namirin. Helbestvan tilsima jiyana birûmet, di gotinan de destnîşan dikin.

Dema ku Dewlet Bahçelî ev helbest hilbijart û şand, gelo çend gotinên derkenarî nivîsîn, yan bi devkî çend gotin gotin? Lê  pirsa; gelo Bahçelî di temenê xwe yê dawî de, dixwaze giyanê xwe bişo? Dibe ku di mêjî û dilê wî de, daxwaza dermankirina birîna wijdan hebe.

Hêvî ew e ku Bahçelî, ne bi armanca giyanê Turk-î Turan  helbest  şandibe. Ji ber ku vî giyanî, rê li ber  gelek olanvedanên dramatîk vekiriye. Birêz Ocalan jî, wî “giyanê” ji felsefeya însanî dûr, baş nas dike.

Em dizanin ku di vê serdemê de, ne Bahçelî bi hastên beşerî-kesayetî hereket kiriye û dike, û ne jî Abdullah Ocalan bi hestên beşerî-kesayetî hereket kiriye û dike. Her du lîder, bi taybetî Rêber Ocalan, baş dizanin ku dîrok bi rîtmên civakî û kulturî bi pêş dikeve.

Min gotina bi taybet ji bo birêz Abdullah Ocalan bi kar anî, ji ber ku cenabê wî, di tevahiya têkoşîna xwe de “aştî” derxistiye pêş. Ji bo paşeroja civaka kurd û hemû civakan, nirxên nû ji dîrokê parzûn kirine û danîne ser sifra gelan. Lê Bahçelî, ji ciwantiya xwe û heta îro, bi hişê Teşkîlat-î Mahsusa û bi dirûşma  “kizil elma-sêva sor” hereket kiriye.

Helwesta wî ya li gel Erdogan, di şerê li 8 bajarên bakurê Kurdistan û Efrînê de jî ev dirûşm bû. Êrişên li dijî 8 bajaran, bi qasî li Xezayê xerabiyên mezin kirin û zerar dan. Em dizanin ku Dewlet Bahçelî nûnerê “mesiyenîk turan” e, Erdogan jî nûnerê “mesiyenîk tarîqat”an e. Mesiyenîk Turan, temsîliyeta Îttîhat û Terakkî ya Feyzî Çakmak û Kazim Karabekîr e û ji hêza terîqatan mezintir e.

Mesiyenîk tarîqat, li dijî sîstema netewe-dewletên misilman şer nake; tenê gelê kurd dike armanc… Lê mesîyenîk turan,  dewleta cîhanî esas digire û li dijî “saziyên cîhanê” tevan şer dike. Her du dîtin  jî bê îman in, rê li ber felakatan vedikin.

Bahçelî, giyanê Ziya Gokalp û Alî Emîrî ku li derî qanûnên civakî û li derî kanûnên xwezayî bi pêş ketine, baş  nas dike  û helbesta Cahit Sitki Taranci, ku gotin  wek “dirr û mircan” hatine hûnandin bi  taybet bijartiye.

Dewlet Bahçelî, 22ê cotmeha 2024an, di civîna koma partiya xwe de, bang li Abdullah Ocalan kir ku were li meclisê biaxive û şer bide rawestandin û ji “mafê hêviyê’’ sûd werbigire. Banga Bahçelî, wek “mîlad” û “bîg bang’’ê hate binavkirin.

Birêz Oclan di çala ku hêzên navneteweyî jê re layiq dîtiye, yan jî weke Prometeûs  zincîr kirin jî,  di mercên giran ên tecrîd û îşkenceya jehrîkirinê de, “gul” di kevir de şîn kirin û jehra di kevir de tune kir. Di rewşek bî vî rengî de, bersiv da banga Bahçelî  û zembereka dîroka çêkirî parçe kir. Lê di ser banga Bahçelî re salek derbas bû û Bahçelî soza xwe neanî cih.

Kurd jî Dewlet Bahçelî baş nas dikin û dizanin ku ew şagirtê Alpaslan Turkeş e. Alpaslan Turkeş, di dema lîseyê de, di kovarên “naziyên tirk” de helbest dinivîsin û di salên 1965an de weke zabitekî Turan-î Tirk, bi nasnavê Huseyîn Feyzullah di kontr-gerîlla de cih girt. Piştre komela “huzur” vekir û ‘’turanîst” li dora xwe kom kirin.

Ev serdema milîtarîstên “naziyên tirk” û vekirina “kampên komando”yan e.  Di vê serdemê de Dewlet Bahçelî “Ocaxa Ulkuciyan” ava kir. Ciwan bi modela “gomlek reş”ên Mussolînî, weke “ciwanên nasyonalîst” derxistin kolanan. Di sala 1968-69an de, bi modela Partiya Naziyan SA, di bin serkêşiya zabitên Gladio de, “Ocaxên Tirk”, di rengê ofîsên Îttîhat û Terakkî de hatin avakirin.

Di vê pêvejoyê de, MHPê, bi desteka CIA û restorasyona Îsmet Înonû, wek partiyeke “ezel-ebed” a Tirkiyeyê derkete holê. Demeke dirêj  weke rêxistinek “espiyonaj” kar kir, piştre maske guhert, bû “parêzvanê pîroz” ê dewletê. Dîsa jî, ji tevgera civakî hatin îzolekirin. Lê di darbeya faşîst a 12ê Îlonê de, weke “welatparêzên li dijî terorê” derketin holê.

Ev ew serdem e ku bi hîzbulkontrayê re, li dijî kurdan “şerê xeyrî nîzamî” dane destpêkirin. Di romana Don Kîşot de beşek heye. Lehengê romanê Don Kîşot, li qadekê rastî şeytên-xwîzîk dibe; dibêje ev hêzên êrişî me dikin, hêzên te ne? Şeytan dibêje erê, Don Kîşot dibêje, lê ew dirûşma “Allah Allah”  diqîrin. Şeytan dibêje ma wê bêjin “Şeytan Şeytan.”  Ev jî dide xuyakirin ku xapandina bi navê Allah Allah, ne karê misilmanên misilman e.

Sed û deh sal in, bi awayê kategorîk, stratejiyên ant-î kurd, karên qirkirin û tunekirina welatparêz û serkêşên kurdan dişibin hev. Di serdema Taşkîlat-î Mahsusayê de elman hebûn, îroj jî hêzên  komploger  û şerxwaz hene. Teşkîlat-î Mahsusa,  di her darbeya leşkerî de, bi taybetî di darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de, bi zihniyeta turk-î turan-islam û Naziyên tirk hereket kir. Dadgeha li Îmraliyê jî, weke Dadgeha Îstîklalê bû! Enqaza ku engîzisyona “mesiyonîk turan” û “mesiyonîk tarîqat”, li Kurdistanê derxistiye holê, tenê bi demokrasiya rasteqîn û destûrnameya demokratîk dikare were paqijkirin.