Ji bo mirov bikaribe bersiva êrîşên kapîtalîzma modernîst bide divê mirov bi hişmendî, bi zanistî, bi çandî û bi birdozî xwe bi pêş bixe û bi vê pêşketinê xwe bi rêxistin bike.
Rêxistinbûyîn ji peyva rexistinê hatiye peydakirin. Wateya peyva rexistinê ya ferhengî em dikarin bi kurtasî wek lihevdanîna bi pergalî an jî bi plansazî pênase bikin. Ev peyv di jiyanê de jî ji bo mabesteke hevpar bicihanîna hevkariyên sazî û takekesan tê bikaranîn. Di serdema jiyana komîn de civak ji bo karê xwe yê rojane hêsan bike bi plansazî tev digeriyan. Em dikarin bêjin mînakên ewil ên rêxistinê ev in. Dema ku civak ber bi dewletbûnê ve çûn û dewlet hatin avakirin wê deme rêxistin bûn dewlet û plansaziya pergalê bû amûrê dewletê. Dewlet vê amûra plansaziyê ji bo jîyana civakê hêsan û aram bike bi kar neanî. Dijberî vê yekê ji bo li ser civakê desthelatdariya xwe û zordestiya xwe mayînde bike bi kar anî.
Li hemberî êrîş û xirabiya dewletê, pêwîst bû ku civak xwe biparêze. Lê civak li hemberî êrîşa bê sêrî û bê sermiyan bû, bê pergal bû. Li hemberî desthelatdaran berxwedan hebûn lê ev berxwedan, berxwedanên takekesî bûn. Berxwedanên takekesî jî li hemberî êrîşê desthilatdariya zordestan nedibû bersiv. Li hemberî êrîşên zordestan pewîstî bi berxwedaneke hevpar hebû. Em dikarin bêjin ku berxwedanên hevpar mînakên birêxistinbûna bindest û paşvemayiyên ewil in.
Wexta mirov li mînakên birêxistinbûna bindestan ên dîrokê dinêre, mirov dikare bêje ku birêxistinbûyîn di heman demê de berxwedane jî. Peyva berxwedanê jî di tekoşîna kurdan bi peyva jiyanê re hemwate ye. Wê demê birêxistinbûn tê wateya berxwedanê û jiyanê jî.
Birêxistinbûna takekesî;
Beriya birêxistinbûna civakî pêwîste mirov bi takekesî jî xwe birêxistin bike. Mirov bi dilsozî li gorî birdoziya xwe, xwe bi pêş bixe. Li hemberî êrîşên desthilatdarî, kapîtalîzma modernîst ên fizîkî û derûnî xwe baş biparêze. Di ve serdemê de kapîtalîzma modernîst di serî de êrîşê takekesan dike vê jî Ji bo astengkirina rêxistina civakî dike. Êrîşên kapîtalîzma modernîst cûr bi cûr in. Li hêlekê bi êrîşên fizîkî, êrîişên aborî û bi êrîşên çandî, jîyana lîberal û konformîst dixwaze takekesan bê parastin bihêle. Ji hêla din ve jî bi rêbazên şerên taybet ku wek madeyên hişbir, fihûş û hwd takekesan bêesil bike û dejenere bike.
Ji bo mirov bikaribe bersiva êrîşên kapîtalîzma modernîst bide divê mirov bi hişmendî, bi zanistî, bi çandî û bi birdozî xwe bi pêş bixe û bi vê pêşketinê xwe bi rêxistin bike. Eger li hemberî van ‘êrîşan mirov xwe bi pêş nexe û xwe bi rêxistin neke ew ê mirov têk biçe. Ji bona birêxistinkirina civakê, birêxistinbûna takekesî pêngavekî destpêkî ye.
Mirovên bi rêxistin çawa dikare li hemberî hemû êrîşên desthilatdariya zordest û kapîtalîzma modernîst bibe bersiv, di heman demê de dikare bi biryarbûn û berxwedana xwe, civakê jî bi rêxistin bike. Mînak hemû tekoşer û pêşengên tekoşîna civakî, civakê li dor berxwedan û biryarbûna xwe kom dike û bi rêxistin dike.
Birêxistinbûna civakê
Kapîtalîzma modern ji bo ku civakê têk bibe û civakê li gorê berjewendiyên xwe bi rê ve bibe wek ku me li jor jî behs kir pêşî erîşê takekesan dike. Paşê jî erîşê civakê dike, civakê ji hev bela dike. Belavbûna civakê, civakê li hember erîşê kapîtalîzma modernist bêparastin dihêle. Dema ku civak ji hev belav bibe û bi hev re tev negere ew ê teqez têk here. Ji ber wî jî birêxistinbûn civakê û tekoşîna hevpar ji bo civakê pir girîng û jiyanî ye.
Ev nîv serdema dawî li hemberî hemû erîşên dewletên yekperest ku hê jî Kurd li ser piya bin bi saya birêxistinbûn û saziyên xwe ne. Jin axir bi rêxistinbûne li hemberî erîşên pergala mêrperestî û kapîtalîzma modernîst dê bikaribe xwe biparêze. Ciwan pêşeroja xwe, kedkar li keda xwe bi rêxistinbûnê dikare xwedî derkeve. Bawermendên demokratîk bi rêxistinbûnê dikarin baweriya xwe ji bandora dewleta yekperest derbixe. Xwezaparêz û ekolojîst bi rêxistinê dikarin xwezayê û ekolojîyê biparêzin. Gelê Kurd bi rêxistinbûnê dikare xwedî li vîna xwe, li çanda xwe, li zîmanê xwe, li axa xwe û li saziyên xwe derkeve.
Civak dema ku bi rêxistin be, wê tu takakesekî an saziyekî bi destê dewleta yekperest û kapîtalîzma modernîst ve bernede.
Şîreta Cegerxwîn a ku ‘Kurdino bibên yek, ger hûn nebin yek, hûnê herin yek bi yek’ jî bal dikşîne ser girîngiya tekoşîna hevpar û birêxistinbûnê. Çîroka gayê zer jî heman mijarê dinirxîne.
Ji bo xelasbûna civakê û jiyana aramiyeke mayînde dibe ku em dest ji berjewendiyê xwe yên takekesî berdin. Bi wêrektî û bi helwestekî ji xwe bawer serî li hemberî erîş, gef û fikarê desthilatdarê bilind bikin. Dek û dolabên kapîtalîzma modernîst û rêbazên şerên taybet bibînin û bi helwestekî birûmet bersivê bidin.
Ji ber wî jî divê di serî de em xwe birêxistin bikin. Paşê jî lidor saziyên xwe bicivin. Saziyên xwe xurt bikin, bihêz bikin. Bi rêxistinbûnê em ê gelê xwe û civatê biparêzin. Êrîşa kapîtalîzma modernîst û dewleta yekperest derxin valahiyê. Bi tenê bi civakekê bi rêxistinbûyî em dikarin jiyanekî wekhev, azad û aram ava bikin.