Bircên Amedê bûne nasnameya Amedê. Her bircek xwedî çîrok û dîrokek e. Dema mirov çîrokên bircên Amedê nas bike dikare serpêhatiyên vi bajarî ji nas bike. Ev pirc nîşan didin ku Amed çiqas dîrokî û qedim e
Amed, bi bircên xwe û bedena xwe tê naskirin. Bedena Amedê bi bircan xeml û xêza xwe neqişandiye û xwe ji dijminan parastiye. Her bircek, ji bo bedema Amedê bûye mertal û piştekek. Li ser Bedena Amedê di serdemên cûda de 82 birc hatine avakirin. Gelek ji wan gilover in. Hin ji wan çarqozî û pirqozî ne. Hin ji wan 2 qat, hin ji wan jî 3 qat in. Qatê jêr wekî embar ango depo hatiye bikaranîn. Qatê jor jî ji bo leşkeriyê hatiye bikaranîn. Bircên ku li hemberî êrîşên şer û xwezayê li ser lingan mane gelek jê rastî tarîbatê mezin hatine. Her çiqas ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Wezareta Çandê ve hinek ji wan hatine restorekirin jî dîsa li benda rastorasyonek nû ne.
Gelek bircên Amedê çîrok li ser wan hatine gotin. Bi çîrok û serpêhatiyên xwe di nava rûpelên dîrokê de hatine parastin. Di nava 82 bircan de yên herî zêde têne naskirin, Birca Bilind ango Birca Ben û Sen, Birca 7 xwişk û bira, Birca Bizinê, Birca Merwanî, Birca Keça Qral, û Birca Tupişk têne naskirin.
Birca Benûsen
Birca Bilind ango Ben û Sen li newala Çemê Dîcleyê dinere. Parastina wê hêsan e. Birc 4 qozî ye. Bircên dora wê dûrî hev in. Li gorî kîtabeyan tê zanîn ku berhemê Artûkiyan e. Di navbera salên 1183- 1232’an de di dema Melik-el Salîh ebû’l-feth Mahmût ve hatiye çêkirin. Mîmarê wê Cafer kurê Brahîm e. Li ser bircê bi tevahî 6 motifê şêr hatine kolandin. Motifên şêran bi tac û baskin. Teriya şêra wekî serê ejderha hatiye çêkirin. Serê şêran, mîna serê însanan hatiye çêkirin. Ev fîgurên şêran, fîgurê şêrên li pêş Pîramîtên Misrê yê serî mirov û laşê wî şêr tîne hijê mirovan. Li aliyê din, li ser vê bircê qertelê du serî heye. Baskê vî qertelê du serî de 6 per dirêj dibin. Gelek motîfên şêr û qertel xurimîne û şikestine. Ji ber ku Qertelê du serî ji ailyê mirovan ve pir hatiye hezkirin, li gelek sazî û rêxistinên wekî Şaredariya Amedê, Zanîngeha Dîcle û gelek saziyên din wekî sembol bikar anîne.
Birca 7 xwişk û bira
Li aliyê başûrê Bedena Amedê hatiye avakirin. Ev birc jî wekî Birca Bilind, di sala 1183-1232’an de ji aliyê Artûkiyan ve hatiye avakirin. Ji bo Hikûmranê Artûkiyan Melîk Salîh ji hêla Mîmar Kurê Cafer ve hatiye avakirin. Ev birca grover, bi bilindbûn û mezinbûna xwe heybete. Li ser vê bircê fîgurê qertelê du serî, şêrê bi bask, şêr sewalên din hatine kolandin. Li aliyê din Kîtabeya li ser sînga vê bircê hatiye nivîsandin, wekî mirov bazinekî nexşandî têke gerdena vê bircê. Mirov li hemberî xeml û xêza wê matmayî dimîne. Ev birc jî wekî Birca Bilind ji binî heta jor bi avayekî estetîk aheng hatiye neqişandin. Ji kîtebeya ku wekî gerdenekê beşna pêçaye heta fîgurên heywanan rengê huner û ostatiyek mezin tê xuyakirin. Ev kîtabeya kaligrafik ku wecê bircê dike du parçe; li ser kevirên fireh wekî dantênê bi moriyan hatiye xemilandin. Dîsa li ser vê bircê jî fîgurên şêrê bi bask û sermirov ku teriya wî serê ejderhaye hatiye bicih kirin. Ev fîgurê şêr ku li cem û rastê wecê bircê hatine çêkirin, li binya bazinê kîtabeyê hatine bicih kirin. Dîsa li binya bazinê kîtabeyê û orta herdu şêran fîgurê qertelê du serî hatiye kolandin. Di van nexşe û fîgurên hatine kolandin de jî tê xuyakirin ku wê demê gelek qîmet dane huner û çandê. Her wiha hatiye xwestin ku bi van fîgur û nexşeyan mezinbûn û hêza şaristaniyên xwe nişanî cîhanê bidin.
Li gorî çîrokan, rojekê ji rojan, qralê wê demê pêşbirgekê amade dike. Qral, dixwaze du bircên pir bilind û xweşik bêne avakirin. Li ser daxwaza qral, hosteyek û şagirtek xwe pêşniyar dikin. Hoste di vê pêşbirgê dixwaze dîsa hunerên xwe rê cîhanê bide. Şagirt jî dixwaze bi vê derfeta ku ketiye destê wî ostayê xwe derbas bike. Piştî demekê hoste Birca 7 xwişk û bira, şagirt jî Birca Bilind bi dawî dike. Piştî ku ev herdu birc dibe dawiya xeyalan.
Li gorî rîvayetek din, rojek ji rojan dijmin dora bajêr dorpêç dike. Piştî şerê roj û mehan, dijmin hemû bajêr dagir dike, lê tenê Birca 7 xwişk û bira bidest naxe. Qralê dijmin ji bo lihevhatinê nameyekê ji 7 birayan re dişîne. Dixwazin 7 bira teslîm bigire. 7 Bira jî, şert û mercên teslîmbûna xwe ji qral re radigihîne. 7 bira dixwazin qral bi xwe were wan teslîm bigire. Li ser vê daxwaza 7 birayan, qral daxwazê wan qebûl dike û li gel fermandarên xwe diçe birca 7 birayan.
Pişti qral û fermandarên xwe dikevin hundir bircê teqîn pêk tê. Çawa ku dikevin depoyê teqîn çêdibe. 7 birayan depoya barûtê teqandibûn. Bi teqînê re qral, fermandarên wî û 7 bira dimirin.
Birca Keçikê
Li rojhilata Deriyê Mêrdîn, li ser zinarekî hatiye avakirin. Di nava bircan de birca herî kevn û mezin e. Her çiqas dîroka wê baş neyê zanîn jî li nivîsên hatine dîtin tê gotin ku di sala 1223’yan de ji aliyê Kurê Mervaniyan ve hatiye restorekirin. Ev birca ku ji 11 kemeran pêk tê wekî perestgeh jî hatiye bikaranîn. Tê gotin ku tunela di bin vê bircê re derbasî derveyî bircê dibe bi betonê hatiye girtin.
Ev birca ji aliyê Xoriyan ve hatiye avakirin Berî Zayinê di sala 349’an de ji aliyê Împaratorê Roma Konstandinos ve hat restorekirin.
Herî dawî di sala 2002’yan de ji aliyê Wezareta Çandê ve ji nû ve hate restorekirin û deriyê xwe ji turîzmê re vekir.
Birca Nûrê
Li rex Birca 7 xwişk û birayan hatiye avakirin. Ev birc wekî berhemên Selçûqiyan ya herî xweşik tê zanîn. Di navbera salên 1085-1183’an de hatiye avakirin. Ji aliyê Mîmar Selamî kurê Muhamedê Rihayî ve hatiye çêkirin. Kîtabeya li ser vê bircê bi nivîsa Kûfi (Nebatî) hatiye nivîsandin. Li ser dîwarên vê bircê, sûretên hesp, şêr, xezal û fîgurên jinê hatine nexşandin. Bi nivîs û fîgurên heywanan birca herî xweşik û dewlemend e. Di navbera kîtabeyê de bizina qoçdirêj, ahenga bircê xweşiktir dike. Dîsa hespê ku biçargaviyan dibeze yê di nava kîtabeyê de bi cih kirine, pêşketina peykeriyê û di aliyê anatomiyê de çavderîyên xurt dide nîşan. Fîgurê kevokê ku li çepê kîtabeyê hatiye çêkirin wekî baskê qertelê du serî 6 per jê diherin. Li biniya vê kîtabeyê peykerê jinek tazî, porkinik ku çarmêgê rûniştiye heye. Li aliyê rastê dîsa motifê kevokê û li binya kevokê jî peykerê jina tazî cih digre. Di serdema antîk de peykerên jinên tazî yên wekî Kîbele, sembola bereket û zedahiyê ye. Li aliyê rastê yê kîtabeyê peykerê şêr hîn berbiçav e. Li milê çepê peykerê çûkekî koştxur ku cûreyê wî nayê zanîn heye. Di vî peykere çûkê ku Seyda xwe perçe kiriye de hêz û xurtbûnê dide nîşan.
Birca Deriyê Çiyê
Hemû şaristan û hikûmdarên ku di Amedê re derbas bûne, li ser diwarê Birca Deriyê Çiyê kîtabe, nexş, işaret û sembolên xwe bi cih kirine. Li gelek cihan fîgur û peykerên heywanên cûda cûda û gihayên cûda cûda hatine çêkirin. Ji aliyê kîtabe û nexşeyan ve birca herî dewlemend e.
Nivîs û fîgur
Dema ku mirov li ser tablet û nivîsên birc û bedenên Amedê dinere, dibîne ku hemû çand û keda mirovahiyê li vir li hev civiyaye. Her civakekê bi tablet, nivîs û fîgurên xwe kevneşopiyan xwe li pey xwe hiştiye.
Lê belê ji ber birc û beden gelek car hatiye hilweşandin û nû kirin, gelek ji van tablet û nivîsên ku çand û dîroka van civakan gihandiye heta roja îro wenda bûne. Tablet, bi piranî ji fikr û nerînên hostayê ku birc û beden lêkirine pêk tê.
Fîgur jî sembol û remzê baweriya civaka wê demê û çanda wê demê tîne ziman. Fîgur û tabletên Roma û Bîzansiyan bi piranî li Deriyê Mêrdîn tê dîtin. Li gorî lêkolînan di nava yek ji van tabletan de wiha tê nivîsandin: “Împaratora ku têk naçe, di pêşengî rêveberiya Qehreman Velantitianus û Grantianus de di bingeha dewletbûyinê de hate avakirin.
Hin nivîs û tabletên dema Abasiyan jî li navbera Deriyê Mêrdîn û Deriyê Çiyê tê dîtin. Di van nivisan de jî navê kesê ku endezyarî li ser vê axê kiriye tê nivîsandin.
Di serdema Merwaniyan de Amet dibe qada nûkirin û restorasyonên. Merwanî bi piranî li ser avakiran binc, bend û piran rawestiyan. Di vê demê de welatiyên vir di nava hemûn û aramiyê de jiyan. Vê demê Amed dibe mesken û warê zanist, zanyar, endezyar û çandê. Mirov, li ser restorasyona birc û bedenê de li gelek nivîsên Mervaniyan rast tê.
Mescîda Mervaniyan ku li ser Deriyê Çiyê ye, îro wekî galeriya hunerê xizmetê dide. Di nivisa hundirê derî de nivîs wiha hatiye nivîsandin: ”Mescîdê xwedê tenê ji aliyê kesên ku nimêj dikin, rojî digirin, zekat didin û kesên ji xwedê ditirsin ve tê tijekirin.
Nivîs û tabletên ku ji dema Selçûqiyan de li ser Birca Nûr û Findiq hatiye nivîsandin wiha tê gotin: “Sultanê mezin, şahê şahan, Sûltanê welatê xwedê. Mezinê ol, welat û cîhanê. Kurê Alparslan Melîkşah, emir kiriye ku ji malê xew çêke.
Di serdema Eyyubiyan de birc seranser ji nû ve têne nûkirin. Li ser bircên dora Deriyê Çiyê de tabletên Eyûbiyan zêde hene. Li van tabletan wiha tê nivîsandin: “Bila xwediyê mezinaniyê Sûltan Melîk kurê kamîl, Şahê musliman û îslamê, stêrka cîhanê Ebu’l-fet Eyup Melîk Salîh Sûltan Ezîz be.”
Fîgurên li ser bircan nivisandî
Gelek fîgurên li ser birc û bedena Amedê hatine nivîsandin li benda lêkolîn û vegotina zanistîne. Ev fîgurên sembolîk, çand û baweriya wê demê dide nîşan. Fîgurên ku li ser van bircan hatine çêkirin şopa çand û baweriyên şaristaniyên ku di rûpelê dîrokê de hatine li vir bûne mêvan hene.