12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bîraninek zarokî

Tu nabêjî berxik ketibû rezê wî, çaviyên mêwan dixwar. Wî jî ew avêtibû derve. Bi nizanî bûyerek wiha çêbû. Lê min û wî hê bêhtir bi hev da hezkirin. Şemleke wî ya zer a gulabidûn hebû.

Berdewama Nameyên Ji Girtîgehê ye.

Em ji rasta Kevrê Mîzê xelas bin, em ê têkevin fitilekekê; livir tehtek girs î xweşik, li aliyê rastê heye. Li jor jî rêza tehtên mezin. Di nav rê de ji tehta şayîk didome. Ev der tehta Nigê Dildilê (Lingê Dildilê) ye. Şopa lingê hespekê ya simê wê, ya nalê wê pir xweşik li tehtekê pêkhatiye, berê wê li Dengiza. Dibêjin ev şopa nigê hespa Hz. Elî ya Dildil (Duldul) e. Çirokên pir û dirêj. Lê bîraninek min î girîng û bûyerek min î balkêş li vir heye.

Bûyer ev bû: Dema ku ez zarok bûm. Hew ku tê bîra min. Dibe ku ez pênc-şeş salî bim. Ca min ez li ser şala cila kiribûm, em diçûn Çem, diçûn Delav cilşûştinê. Beravê. Derbihar bû. Dema cotê rezayî piştî kesaxê. Çaviyên mêwan teqiyabûn, kulîrkên bihîva û kulîrkên darê dinê serî dida, devî jî bi bişkovik, li ber bişkivandinê. Kera me yeke Şamî yî pirxweşik, bilind û xurt. Min pir ji siwarbûna wê hezdikir. Ew jî zede milayîm! Ku em gihan Nigê Dildilê berxikik di ser bena rez re hat avêtin û li ber me ket. Kera me pir tirsiya, veciniqî û da lotikan. Ez ser serkî li ser tehta şayîk, li ser nava rê ketim. Pêşiya serê min, jora eniya min tev qelişî, hê jî şopa wê li pêşiya serê min, weke nexşekê heye û pir bandor li ser min kir. Min hew xwe dît, ez bi xwe nehesiyam ku çi bû! Ez di nava xwînê de mam. Wek bilbilka misîn xwîn ji eniya min dihat. Ca min (Diya min) behitî. Şala cilên me li nava rê belav bû. Lê xwe zû da ser hev. Berxik girt û bi kêrê piçik hiriya wê jêkir, bi çeqmaq şewitand û danî ser birîna min, kewand. Hê em wiha apê min Fereco bi ser bena rez ket. Em dîtin û li xwe xist. Got, “Weyy min mala xwe xerakir. Çi bi Aydîno hat!” ku çav li xwîna min ket pir tirsiya. Xwîna ku ji serê min hatibû, demek pir dirêj li ser wê tehtê ma.

Apê min Fereco pir ji min hezdikir. Heşê wî, hestên wî tevlihev ketibûn. Dîya mîn ew haş kîr, got, “tiştekî zêde xedar tune.” Hevaltiya min û Apê min Fereco zêde germ bû. Pismamê bavê min e, em ji wan re dibêjin Apo. Kurê Hecî Kemalo bû. Kurê apê bavê min Mihemedê Eshedo (Eshedo, apê bavê min e) û Mehmûdê Eshedo (Mehmûdê Fato) jî pir ji min hezdikin. Hersê bi ser min de diricifin. Dema ku bavê min di hebsê de bûna, hersêyan ez dibirim bajêr. Her yekî bi milekî min digirtin û ez bilind dikirim, ji bonî ez nebetilim. Dilovaniya min û wan nayê ziman. Tew ku apê min Fereco di neyartiyê, xwîndariyê de hat kuştin, zêde zêde bandor li ser min kir. Cenaze wî, xwîna wî, li ser darbesta daran tim î li ber çavên min e. Çiqas maqûl, melûl, biaqil û mêrxas bû. Tovên li hemberîbûna xwînmijiyê, tovên (h)aştî û mirovatiyê, wan di dilê min de çand. Ev tov bû tovê lihemberbûna kedxwarî, mijokdarî û mêtingeriyê. Min Kurdîtiya xwe, xizanî û bindestiya xwe bi êşa wan û bi êşa kujyariyê, xwîndariyê nas kir û kujyarî, xwîndarî nehlet kir. Welhasil.

Tu nabêjî berxik ketibû rezê wî, çaviyên mêwan dixwar. Wî jî ew avêtibû derve. Bi nizanî bûyerek wiha çêbû. Lê min û wî hê bêhtir bi hev da hezkirin. Şemleke wî ya zer a gulabidûn hebû. Li serê min girêda û diyarî min kir. Ew ji min re xelateke herî mezin bû. Bîranîn jî ev bû. Ez bûbûm mamosteyê dibistana seretayî. Min wê salê dibistan qedandibû, lê dest bi peywirê hê nekiribû, ji ber ku havîn bû. Jixwe min Fakulteya Enstîtuya Perwerdehiyê qezenc kir û mamostetiya dibistana seretayî nekir. Em bên ser meseleya xwe. Ez ciwan im, xwîngerm im û ji siwarbûna hespan re jî pir hezdikim. Bavê min got, here cem Hecî Sitqî, ew ê perena bideyn bide me. Bîne. Mala Hecî Sitqî jî di nabêna Dengiza û Dêrîş de li navsera çiyê, li Sirtê ye. Divêt e ku ez di ser Dengiza re herim. Peyatî dûr e, nagihê. Hespa mala xweha min Nûrê li Çem, li cem wan bû. Li nav aviya xwe dişixulin. Hespek şînbazî xweşbeza bû, Min zînê wê lê kir û bi ser ketim. Diya min got, dînîtiya meke, neajo. Bi min zanibû. Ku min fitila Çem bi pişt xwe xist, min pehnî lê da. Mîna ba herikî.

Ez bi kêfa xwe siwariya xwe didomînim. Li vegerê, tevlî pereyan xwe qure dikim, heylo siwaro. çawa ez ketim fitila Nigê Dildilê, ez ketim nava garanê, garana êvarî ku ji Çem vedigere. Hespê hew zanibû wê çi bike. Min ew sist kir. Lê çeng bû ser gayekî,Eez, ew û ga em bi hevre gindirîn. Ji ber ku ga em sistkirin, em tevde hêdîka ketin erdê. Min hê xweştir lingê xwe, bê qeza û bela da erdê. Lê navtenga zîn qetiya. Tam ez daketim ser tehtika ku ez bi zarokî li wira birîndar bûbûm. Ez beşişîm. Bû bîranînek min î heja. Hey gidî dinya. Dinya gewrik.

Me zêde dirêj kir

Ji Nigê Dildilê mirov dikeve neqeba rezan. Li ser destê rastê rezê Mala hecî Tahir heye ku rojhilata wî wek herêm Mehsera Gawira ye, ev nav siren qedîm di xwe de dihewîne û hejayî nirxandinê ye, bila bimîne. Dûmahiya wî rezî Newala Reza ye.Aliye çepê jî rezen Kevirê Mîzê didomînin. Ku neqeba rezan diqede, aliye rastê Piyê Şerko ye, Şêrko yê Apê S. Eyyûbî tîne bîra mirov, qulek di kevir de li ser girekî ye, ku mirov qewlekê datînin nanekî û şerbikek av dixin wê qulê ku rêwî bêçare nemînin, ev rewş hejayî nirxandinê ye, lê bila bimîne. Niha riya nuh di vira re dere heya Peyarêka Heskê Gozê. Di destpêkê de çalek avê heye.

Li aliyê çepê rez didomin. Em bi riya kevn re dimeşin. Em dikevin neqebek biçûk, aliye çepê rezê Hecî Bedirxan e.Kortik, bihîvek û dêlyek li vira heye, vêderê ciyê kemîna ye, jorê vira jî Tehta Bixurkê hevkarê kemînên xwînî, ax kêmaqilî, cahili. Yekî Ewînî li vira ketibû kemîna dijminê xwe. Navê wî Hesen bû, li vira derb xwaribû û li nêzîkî Kevirê Mîzê ketibû erdê. Neyarên wî çûbûn ser ew temam kiribûn, edem kiribûn. Ez wê çaxê diçûm mekteba seretayî, sala pêşî, heft salî bûm. Em çûn ser meytê wî, pêşî ez giham ser. Aqilê zarokî! Qijaka nikul li xwîna wî, li bedena wî dixistin. Pir hestiyar bûm. Bi kevira me qijak qewirandin. Dilê min tije lehneta cahili, nizanî û bindestiyê bû. Ma ev çi hovî bû! Wê deme stranek dilovanî li ser derxistibûn. Va welatê me li her derê metqelak e. Li serê rez, li kaş, dûrî rê çalek avê heye. Ser jî Tehta Bixurkê. Ev der Tehta Bixurkê ye. Elî Golik jî li vira Mihmê Mele kuştibû. Bêoxiriya hov. Ev jî meseleyek dinê, ya bêaqilî, stûxwarî û nizaniyê. Qeyda hovîtiyê. Sedem jî serdestên zordar. De ka em kin bikin. Li vira, li ser desê çepê rez diqedin û kaş destpê dike.

Aliye rastê rezê Mala Qadiro, rezekî mezin e. Di nîvê bena wan de dêliyek wan î li ser takekî hebû. Her rêwiyekî ilim tiryê wê dêlyê xwariye, hilbet min jî. Ser bena rez em şivist dikin, ser wan jî çilo. Çilo tê de diçikînin, çilo ku hişk dibe, pir deng derdixe. Ku têkevî rez, çilo nehtorî şiyar dike. Her sal mirov nuh dike, çilo dibe hûrikên zivistanî. Lê me rêyek didît. Tehma tirî serê me dişixuland. Dawiya rez mirov li ser destê çepê dizîvire, çalka Hecî Emer li wir e. Em tî bûne. Em li vira tasek av vexwin û bimeşin. Herin ba Çavên Emero. Em betilin. Ka li vira em bêhna xwe vedin. Çavê Eme.

“Geçmiş olsin. Derbasî be!”

“Sax ol! Tu sax bî, Spas.”

Wele seans qediya. Dêmek ez di bîstûpênc deqîqan de gihaştim Çavên Emero. Ji vira û wê de bila ji seansek dinê re bimîne.

Hemşire diaxivî.

“Wisa xuyayê ku vê derbê hûn neêşiyan.”

“Belê.”

Wê nizanibû ku ez di çi cengê de me û li ku digerim.

Hefteya din, dîsa di destpêka seansê de min lîstika xwe domand. Ez serê we neêşînim.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê