Weke her tiştî, çand, huner û wêje jî, bêbingeh nabe. Pîvanek, aheng, hevsengî û selîqeyeke wê heye. Ango her tişt li ser çarçoveyekê xwe binasname dibe. Em dikarin bêjin her tevnek li ser çarçoveya xwe derdikeve holê. Heke çarçove şeht û çîracûk be, dê tevin ahenga xwe winda bike. Ew jî dibe sedema derketina berhemeke xwar û xelet. Dê civak li ser berhemeke bi çarçoveyeke şaş bê rûniştandin. Heke ev çarçove ji bo gel be bêhtir micidî pêwist e. Ji bo ku raçandina tevnê li ser çarçoveya gel û welat bi ta û rengên berdêldayîna bi qedir û qîmet derdikeve holê. Heke bê zanîn ka çarçove ji bo tevnekî çendî pêwist e, dê wê gavê naveroka hunera li ser tevnê jî bê fêmkirin. Ji bo ku çarçove zemîn û bingehên tevin, ango berheman e. Ked bi micidiya hunera xwe wateyê dide berheman. Mezinatiya berheman ji sekn û micidiya çêker tê. Hostebûna çêker di berhemên wî de derdikeve der û pîvanê gel dide wê berhemê. Gel kîjan çandê biecibîn e hunera wê di xwaze û bi hezkirina xwe wê berhemê derdixe pêş. Xwedîderketin û parastina gel, rêzgirtina bûna nirxa hunerê ye ku bo xwe dike nasname û xwe bi wê dide nasîn.
Di her hêlê de hunera çêker, pîroz nirxekî ji danasîna gel e û ji nava gel tê. Tu nikarî hunerê ji gel cûda bigirî dest. Di hêla çand, civak û hemû qadên jiyanê de ev rastî bi rengekî bêguman xwe derdixe der. Jiber wê hunermend rêberên jiyanê ne. Estetîzeker û avakerên jiyanên e. Di her qadên jiyanê de hunermend hene û civakê bi hunera xwe birêve dibin. Bêguman weke her miletekî ji bo gelê kurd jî wisa ye. Bes çand û hûner di nava gelên berxwedêr de bêhtir mezin û zindî tê xweyakirin. Çand xwe di demên şoreş û şerên azadiyan de nû dike. Mezinatî û fikra ku gel ji bo azadiyê li ser kom dibe û baweriyê datîne, dem û deriyekî nû li ber wî gelî vedike. Ji ber wê yekê pêşengên fikr û birdoziyên azadiyê hosteyên dema nû ne. Jiyan li ser gotinên wan pîvanan di xweza û çand û hûner li ser şopa lehengên wan fikran de bilind dibe.
Bêguman dîrok bi van mînakan tijî ne. Di serdemên serûbinbûna civakê de jiyan bi wan ketiye rêka demeke nû û meşiya ye. Êdî bingeha jiyanê, reng û dengê jiyanê bi wan geş dibe. Civak bi wan henase distîne û xwe nûkirin diher alên jiyanêde bihareke cûda dijî û hilberîn derdikeve astên herî li jor. Dîrok di gelek serdem û qirnan de ev çîrok jiyaye û hunera hunermendên wan serdeman li ser darê dinyayê nemir maye. Nemiriya wan hunermendan mezinahiya wan dide pêş. Di heman demê de xwedî derketina gel, ecibandina gel ew nemir kirine.
Nexwê em dikarin bêjin huner dema ji gel qut bû bi mirin dikeve. Pîvanên jiyana hunerê girêdana bi gel re ye. Jiyan û mirina wê girêdan û nêzikatiya gel û nirxên ku gel ecibandine ve girêdayî ye. Ango zemînê hunerê nirxên gel in.
Heke em îro li tevgera azadiyê ye ya pêncî salan binêrin em ê bibînin ku ji bo hunerê lehengan li her deverên welat bingehek avakiriye. Bingeheke ji bo çand, huner û wêjeyê avakiriye. Bingeheke wisa ye ku tu hunermend nikarin pişta xwe bidin wê bingehê. Bingeha lehengî, qahremanî û keda pîroz cehwerê gel di nava xwe de dihebîne û nahêle ku tu kes li ser wê bingehê berjewendiyên xwe bide meşandin. Parastina gel û jiyana gel li ser vê bingehê hatiye avakirin. Hirmet û siyaneteka mezin dixwaze. Wijdan bi rêzgirtina herî li jor divê baldar be û li ser wê bingehê huner bê kirin. Çarçoveya gel ji bo çand, huner û wêjevanan ev e.
Bêguman gihiştina hunermendên gel, ne hêsane. Bingeha hêzdan û mezinkirinê bi keda lehengane û bingeheke sereke ye. Dema li ser wê bingehê ku hunermend derdixe holê, hunermend mezinkir û ew derxiste asta herî li jor, barê hunermend girantir dibe. Lewre qedrê wan bilind dibe û dibin xwedî ciyekî pîroz. Bes li wê bilindahiyê mayîndebûn girîngtir, qedirbilintir û pîroztir e. Çimkî gelek hunermend dema derdikevin asta herî li jor xwe êdî di ser hertiştî re dibînin. Gihiştina wê bilindahiyê wî serxweş dike. Hezkirina gel weke serkeftineke takekesî dibînin û ji gel qutdibin. Êdî ew rêk û nirxên ew derxistiye qada herî li jor nayê bîra wan. Xwe ji gel û bingeha pîroz mezintir dibînin. Wê gavê piçûkbûna wan destpêdike. Mirina wan hêdî hêdî destpêdike. Watedarî difire û pûçbûn mezindibe.
Bêguman trajediya hunermendên wisa pirin di vê demê de. Ew xwe weke stêrkên hunerê dibînin û karekterên hunermendên serdestan wan radipêçe. Êdî liv û tevgerên wan, şexsiyeta wan desteserdikin. Hay ji xwe nîn in û di nava cîhana popîlîzmê de serxweş in. Li ser medyaya civakî xwe bi hemû serxweşiya xwe didine dest û gel wan dibîne. Ew serxweşên medyaya civakî ne. Ji ecibandinekê bi kêf dikevin û tu nirx nayê bîra wan. Êdî di kavilk û kaloxên hunerê de pûç û vala dibin. Ji wijdan û exlaq valadibin. Wijdan û exlaq ji bo wan ecibandina medyaya civakî ye.
Lê nifirên lehengên wê bingeha ku ew li ser bûne hunermend her li pey wan in.