Bêguman îcada nivîsê jî bi vê şêwazê pêşketiye û dabîn bûye. Wekî ku tê zanîn dîroka peydabûna nivîsa ku bûye berhem û malê Sumeran digihîje 3000 sal beriya zayînê. Lê ya rast ew e beriya nivîsa ku Sumeran bi şêweyê bizmarî nivîsiye, di dem û cihên cuda de nivîsê bi qasî 7000 sal peresan derbas kiriye, her ku çûye veguheriye vê şêwaza ku Sumeran bi teşeyê bizmarî nivsîne
Navê erdnîgariya Sumeran ku li Mezopotamyaya Jêrîn e; ji bakurê Bexdayê bigire ta digihêje Kendava Besrayê, bi qasî 26 hezar kîlometre çargoşeyî ye, herêmeke germîn e, deşteke rast, berfireh e, xwediyê axeke berdar e û bi çemên Dîcle-Firatê dorpêçkiriye. Yekem car ji aliyê Akadiyan ve bi şêweyê “Sûmerû” hatiye bikaranîn. Ev têgeh li ser kevalên kîl û yên kevirîn bi awayekî nivîskî bi şêwaza “Sûmerû” hatiye tomarkirin.
Di Tewratê de ku pirtûka Îbraniyan a olî ye, navê welatê Sumaran hem bi şêweyê “Şûmî” hem jî bi şêweyê “Sînear” derbas dibe. Lê Sumeran ev têgeh bi şêweyê “Sîn-ea-r” bi kar anîne. Di zimanê kurdên Xorî de peyva “sîn”ê tê wateya hejmara“du”yê, peyva “Ea”yê tê wateya avê, peyva (E) “r”ê jî tê wateya erdê. Nexwê wê demê peyva “Sînear”ê tê wateya ew welat û erdnîgariya di navbera du avan de, ku ew her du av jî Dile û Firat in. Ji xwe têgeha Mezopotamya jî ku têgeheke Yewnanî ye tê wateya navbera du avan. Erê baş e, Sumeran bi xwe ji welatê xwe re çi gotine û kîjan nav bi kar anîne?
Sumeran di belgeyên xwe yên nivîskî de ji welatê xwe re navê “Kî-EN-GΔ yan jî “Kî-En-Gîr” bi kar anîne. Ev nav beriya zayînê di sala 2450î de di serdema prensê Ûrûkê Ensakûsannayî de hatiye bikaranîn û li ser gelek kevalan hatiye tomarkirin. Têgeha “Kengîr” di qonaxa pêşîn de, ji hêla erdnîgarî ve bi tenê ji bo bajarê Nîpûrê û ji derdora wê re dihat bikaranîn. Îro ev bajar bi navê Nîfer kara ye. Lê di vedor û dewrên piştre de heman nav ji bo tevahiya navend û başûrê Mezopotamyayê hatiye bikaranîn. Her wiha ji welatê Sumeran re têgeha “Kalam” jî hatiye bikaranîn, ku ew jî di zimanê Sumerî de tê wateya bilind, mezin, ronak, rewşen, hunerwer û şarezatiyê. Têgeha “Kalam”ê di metin, destanên Sumeran ên nivîskî de bi şêweyê “kal” jî hatiye tomarkirin. Di roja me ya îroyîn de jî stiranên ku di nav kurdan de jê re kilam dibêjin, ev jî dîroka welatê ku jê re Kalaman hatiye gotin amaje dike. Kilam, di zimanê kurdî de tê wateya çîrok, serpêhatiyên mûzîkdar. Kal û kilam di nav kurdan de ji serdema Neolîtikê heta roja îroyîn berdewam e. Ev jî edebiyata kurdî ya devkî pênase û amaje dike.
Sumerologê navdar S. N. Kramer û gelek Sumerologên din angaşt dikin û dibêjin, têkiliyeke xurt di navbera Sumer û Aratayan de hebû, lewre her çendî ku navên wan cuda bin jî, lê ji heman nîjadê ne bi heman xwedayan bawerî anîne. Ji xwe yên ku rêvberî, rayedarî û îdareya Aratayiyan kirine navên Sumeriyan li wan hatiye kirin. Di demên dîrokê yên herî dêrîn de Aratayî jî di nav de welatê wan yê herî dêrîn herêma Kengawarê bû, ku ew jî ax û welatê kurdan ê herî dêrîn, herî qedîm e. Ji xwe herêma Kengawarê nazikî bajarê Hemedana ku ji Medan re paytextî kiriye ye. Îro jî yên di vê erdnîgariyê de dijîn dîsa kurd in. Bêguman navê Kengawarê navekî kurdî ye, Sumeran bi şêweyê “Ke-ga-war” bi kar anîne, ku tê wateya cih û warê kengîniyan. Pêkane beriya hê Sumerî nehatine herêma Sumerê li herêma Kengawarê jiyabin.
Nivîsa bizmarî
Bêguman nivîs pîvangek ji pîvangên şar û şaristaniyê ye. Fikir û ramana serwer ew e ku tê gotin dahênana nivîsê di serdema Sumeran de dabîn bûye. Ji xwe nivîs jî mîna her hêmanên madî yên civakê dîrokeke wê heye. Lewre dabînbûna çand û kultûrê hema jixweber û ji nişka ve derneketiye holê. Bêguman di destpêkê de ji bo peydabûna tiştekî hin gavên biçûk tên avêtin, li gel şert û mercên civakî tişt hêdî hêdî teşe digirin û pêşve diçin.
Bêguman îcada nivîsê jî bi vê şêwazê pêşketiye û dabîn bûye. Wekî ku tê zanîn dîroka peydabûna nivîsa ku bûye berhem û malê Sumeran digihîje 3000 sal beriya zayînê. Lê ya rast ew e beriya nivîsa ku Sumeran bi şêweyê bizmarî nivîsiye, di dem û cihên cuda de nivîsê bi qasî 7000 sal peresan derbas kiriye, her ku çûye veguheriye vê şêwaza ku Sumeran bi teşeyê bizmarî nivsîne. Îcar heta ku nivîsê ev teşeya nivîsa bizmarî wergirtiye di gelek qonax, serguzeştî û peresanan re derbas bûye, paşê gihîştiye vê ast û merheleyê. Îcar ew merheleyên ku nivîs tê de derbas bûyî ev in:
1-Nivîsa Hîyeroglîfî ya Serdema Neolîtîk: Em di roja me ya îroyîn de rastî wê nivîsa pîktografîk a ku 10 hezar sal B. Z. li Mezopotamyaya Jorîn li Girê Xirbereşkê ku wekî nivîsa pêşîn tê payîn, ew fîgurên wan li ser kêleberên li perestgeha li Girê Xirbereşkê ku bi teşeya “T”yê ne, bi awayekî pirpişandî û kolayî hatine neqişandin, ku bi awayekî şênber û razber ajel, heyv, rojê û hin heyberên din sembolîze dikin tên, ji bo me best û îlhamên pir watedar in. Lewre nêçîrvanên di serdema kevirîn de ku ev çanda watedar û nirxdar li pey xwe hiştine, pêşkêşê mirov û mirovatiye kirine, tê wê wateyê ku em vî zimanê wan ê dîtbar bizanin, fêm bikin û pêş bixin.
2-Wêneyên bi teşeya geometrîk û fîgurafîk ên li ser kûzik, dîzikan û muhrên demxeyên çapkirinê: Di Serdema Hasûna, Samera û Tell Xalafan de li ser dîzik, xarûfan fîgurên cur bi cur bi teşeya geometrîk fîgurên mirov û ajalan hatine xêzkirin. Ev wêne û fîgurên li ser kevalên berîn û kevalên kîl hatine nicirandin û neqişandin xwedî wateyên mayînde û nemirin. Lewre ew wekî sembolîk huner û baweriya mirovên wê serdemê amaje û îfade dikin. Îcar mohrên demxeyî, yên ku ji kevir, kanza û hestiyan bi teşeya geometrîk hatine çêkirin, ew jî piranî û gumrahiya wan nîşan didin. Mohrên demxeyê bi piranî li ser kevalên kîl ên hê şil dixistin, ew mohr jî li şûna îmzayê dihatin bikaranîn û pejirandin.
3-Mohrên Lûleyî û Kevirên Hesabê: Di Çand û baîdiyan de ya ku beriya dîrokê li derdora 5900 – 4300 sal berê zayînê li Başûrê Mezopotamyayê heyîna xwe domandiye li gel mohrên demxeyê mohrên lûleyî jî dihatin bikaranîn. Lê foksiyona mohrên lûleyî, ji ya mohrên demxeyê bêhtir bûn. Lewre ew tiştên ku bi wan dihatin mohrkirin ebad û berên wan firehtir bûn. Mohrên lûleyî ku li ser mal û metalekê bihata xisitin, nîşana wê çendê bû, ku ew mal û milk taybet in û malê bazirganiyê ne. Her wiha bi mohrên lûleyî pêşiya lêb û hîleyan jî dihat girtin. Ji ber ku di dewra Ûbaîdiyan de rêya bazirganiyê dûr û deraz bû, bi zimanên cur bi cur ên ji hev cihê danûstandina bazirganiyê dihat kirin, îcar pêdivî bi hesabeke hevbeş hebû. Bi kevirên hesabê ev pêdivî ji hev dihat safîkirin û serûberkirin. Ev kevirên ku teşeya wan ji hêla mezinatî û biçûkatiyê ve ji hev cihê dixistin nav şepneyên kîl cins û mêjera malî bi wan dihat diyarkirin û bi mohrên lûleyî jî dihatin mohrkirin.
4- Kevalên Pîktografîk: Ev keval qonax û merheleya ku nivîsa wêneyî li ser kevalên kîl dihat nivîsandin amaje dike: Li bajarê Ûrûkê li qada perestgeha Eannayê ev kevalên pîktografîk ên ku nivîs li ser wan hatine dîtin wekî daneyeke pêşîn a nivîsa wêneyî tê dîtin û pejirandin. Ev kevalên kîl ên ku nivîsa wêneyî li ser wan heyî dîroka dawiya vedora Ûrûkê ya ku 3100 sal beriya zayînê ye amaje dikin. Ev nivîs behra pitir anku ji % 85 der barê muamele û kiryarên tomarkirinên aborî û îdarî de hatine bikaranîn. Ji van nivîsên bi vî awayî tê zanîn ku nivîsa Sumeran a wêneyî şayîş û endîşeya wan a der barê aboriyê de heyî derdixe holê.
Bi xêra wan nivîsan
Mohrên demxeyî, mohrên lûleyî, kevirên hesabê, şivikên amûrên pîvanê û hemû nivîsên ku bi girêyan dihatin nîşandan tev ew amûr bûn ên ku berdêla aborî bi wan dihatin kirin. Îcar tevahiya amûrên bi vî rengî beriya hê nivîsa wêneyî û nivîsa Sumeran a bizmarî dabîn nebûyî hebûn. Ev amûr li Mezopotamyaya Jorîn û li herêma Zagrosan bi awayekî gumrah, berfireh dihatin bikaranîn. Em di roja me ya îroyîn de jî rastî gelek cih û warên mîna Girê Gawra yê li Bakurê Mezopoyamyayê, Girê Şêran ê li Meletiyê, Girê Norşûnê yê li Xerpûtê, Girê Kenanê yê li Bismil, Amedê û Bîrecikê, li Nînovaya li başûrê Mezopotamyayê, Semsata li Semûrê, Qarqamişa li Dîlokê, Tell Beraka li Rojavayê Kurdistanê, Sûsaya li Zagrosa Navîn, Elamê û gelek derdora van herêman tên, ku bi nivîsên wêneyî û nivîsa Sumeran a bizmarî, kevirên ku bi kîlometreyan li erdê hatine raxistin tên. Ji ber pirbûn, berfirehbûna semyan û milkiyetê, ji bo tomarkirina malê bazirganiya rêya dûr û deraz ji vedora Tell Xalafan bigire bi qasî domandina 2000 sal aboriya bi berdêl bi van amûran dihatin pîvan û tomarkirin. Di vedora Ûrûkê de Sumeriyan ji Tell Xalafiyên ku li Mezopotamyaya Jorîn dijiyan û Ûbaîdên Sûbarî ku beşeke wan hem li Mezopotamyaya Jêrîn hem jî ya Jorîn dijyan li ser vê mîratey amade, hazir pergala nivîsê pêşdatir birine û bi arava/xêra wan nivîsa bizmarî jî îcat kirine.
Ev kevalên pîktografîk ne tenê li Ûrûkê her wiha li Bîracik û li Sûsadayê (Elam) jî pir mişe ne. Mînakên nivîsa ku jê re nivîsa wêneyî tê gotin ku wekî nîvisa herî pêşîn e li van her sê navenda jî tên dîtin. Îcar dibe ku nivîsa wêneyê ku jê re kevalên pîktogafîk tê gotin ji beriya Ûrûkê li herêma Bîracikê û li herêma Sûsadayê hatibe îcatkirin.
Ev pergala nivîsa pêşîn di dema proto-Sûsadan (BZ. 3350-3140) û proto-Elaman (BZ. 3040-2930) de tê dîtin. Her çendî ku ev pergala nivîsa herî dêrîn ku ji hêla teknîkî ve bi amûrên sertûj li ser kevalên kîl ên nermî hatine nivîsîn mîna nivîsên Sumeran be jî, lê ji hêla nîşan û ji hêla zimanî ve ji yên Sumeriyan cuda ne.
Çand û bazirganiya gelan
Di van salên dawî de li Bîracikê di bin serkêşiya arkeolog Gîl Steîn de hin xebatên arkeolojîk hatine kirin. Di encama van xebatan de hin sîke û kevaleke pîktografîk ku yên dewra 3100 sal B.Z. bûn ku pergala nivîsê îfade dikin hatin dîtin. Lê tiştî herî balkêş ew e ku ew her du mohrên lûleyî yên li Bîracikê hatine dîtin, ji yên Ûrûkê bêhtir mîna yên herêma Sûsayê ne. Her wiha hin kevalên kîl ên ku nîvê wan mayî parastin û hêvişîn herî zêde mîna kevalên hejmarê yên herêma Sûsayê ne. Encama ku ji vir derdikeve holê ew e; ku têkiliya di navbera çand û bazirganiya gelên li herêma Bîracikê û yên li herêma Sûsayê de ku nîjada her du civakan jî proto-kurd in mîna hev in. Her wiha nivîsên wan ên wêneyî jî mîna hev in. Bêguman bandora van her du navendan li ser nivîsa wêneyî ya Ûrûkê çêbûye. Lewre dîroka pergala nivîsa ku li Bîracikê û Sûsayê hatî dîtin bi qasî 3100 sal ji nivîsa wêneyî ya ku li Ûrûkê hatî dîtin kevintir e. Nivîsîna ku li Sumerê derketî holê, di dawiya vedora dawîbûna Ûrûkê de (nêzkê 3100 B. Z.) li perestgeha Arkaîk Eannayê hatiye dîtin.
Fikir û ramanên Sumerlogê navdar S. N. Kramer ên der barê vê mijarê de wiha ne: Şîman û îhtimaleke herî mezin ew e ku Sumeriyan nivîsa bizmarî îcad kirine. Lewre nivîsarên herî dêrîn ên ku ji bin erdê hatine derxistîn, (hema bêje ji hezaran pirtir keval û parçeyên ku 3000 sal B. Z.) bi zimanê Sumerî hatine nivîsîn. Îcar ên nivîs îcad kirî çi Sumer bin çi jî ne sumer bin, lê yên ku 3000 sal B. Z. amûrên nivîsê bîter kirî her dîsa Sumerî ne.
Lê S. N. Kramer jî bi awayekî qetî nabêje Sumeran nivîs îcat kiriye. Wî jî deriyê dibe ku ji bilî sumeran hinên din nivîs îcat kiribin vekirî hiştiye.