12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Nerazîbûnên li dijî binçavkirina Ahmet Ozer berdewam dikin

Nerazîbûnên li dijî binçavkirina Ahmet Ozer berdewam dikin. Li ber avahiya Şaredariya Esenyûrtê jî girseyek kom bû û bi dirûşa “Heq hiqûq edalet” binçavkirin şermezar kirin  

Serokê Şaredariya Esenyûrtê Ahmet Ozer 30’ê cotmehê serê sibehê di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin. Nerazîbûan li dijî binçavkirina Ozer berdewam dikin. Li ber avahiya Şaredariya Esenyûrtê binçavkirina Ozer hat protestokirin. Gelek kes tev li daxuyaniyê bûn û bênavber dirûşmên, “Li dijî faşîzmê mil bidin milê hev” û “Heq hiqûq edalet” hatin berzkirin.

Cîgirên Serokê Giştî yê CHP’ê Gokan Zeybek û Ozgur Karabat di daxuyaniyê de axivîn û nerazîbûn nîşanî binçavkirina Ahmet Ozer dan û xwestin şaredar Ozer demildest bê berdan. Piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.