Di vê gotarê de, têkiliyên muhtemel ên vê bilûrê bi muzîka kurdî re, bi rêya potansiyela wê ya hilberîna dengî, avahîsaziya qulên wê, taybetmendiyên tonal û profîla wê ya akustîk têne nîqaşkirin. Bi taybetî, pirsyareke navendî ev e; gelo di navbera mîkrotonalîteya ku di muzîka kurdî de gelemperî ye avahîsaziya modal a nerm û estetîka dengî ya ku ji bo improvîzasyonê vekirî ye û vê bilûra antîk de domdariyeke arkeomuzîkolojîk heye?
Di dema kolandinên arkeolojîk ên li Keleha Zerzevanê de, bilûreke antîk a ku ji sedsala 4an a Mîladî ye, yanî bi qasî 1600 sal berê ye, hate dîtin. Ev bilûr di çanda muzîka kevnar a Mezopotamyayê de şopeke girîng digire. Di vê gotarê de, taybetmendiyên avahîsazî yên vê bilûrê têne lêkolînkirin û têkiliya wê ya muhtemel bi pergala dengê yên xwezayî û mîkrotoral (mîkrotonal) ên di muzîka kurdî de tê nîqaşkirin. Hejmara qulên bilûrê, rêzikên navberan û avahîsaziya wê ya akustîk bi pergaleke dengî ve girêdayî ye ku li ser bingeha harmonîkên xwezayî kar dike û derbasbûna mîkrotonal dihêle ku ev yek ji pergala ji navberên wekhev (temperî) ya Rojavayî cuda ye. Bi vî awayî, bilûra Zerzevanê bi modalîteya (hawe-meqam) di muzîka kurdî ya îro de, bi azadiya improvîzasyonê û estetîka mîkrotoral re xwedî bingeheke hevpar e. Ji ber vê yekê, ev amûra antîk ne tenê amûreke hilberîna deng e, lê di heman demê de şahidiyeke madî û çandî ye ji bo koka dîroka muzîka kurdî ye.
1- Destpêk
Keleha Zerzevanê ku li nav sînorên navçeya Çinarê ya Amedê de ye, cîhekî arkeolojîk ê girîng e ku wekî qereqoleke leşkerî ya serdema Romayê tê zanîn. Di kolandinên ku ji sala 2014an û vir ve tên kirin de, di nav tiştên çandî yên hatin dîtin de, tiştekî ku kesî texmîn nedikir derkete holê; bilûreke antîk e. Ev pergal ne tenê amûreke muzîkê ye, lê di heman demê de şopeke berbiçav e ji pergala dengê muzîka kurdî ya ku bi hezar salan berê ve hatiye û îro jî em bi kar tînin. Ev amûra pifê (bi pifkirinê) ku ji hestî hatiye çêkirin, xwedî cihekî taybet e. Ev bilûr, hem ji aliyê taybetmendiyên teknîkî ve hem jî ji aliyê cihê wê yê dîtinê ve, ne tenê bi jiyana leşkerî, lê di heman demê de bi pratîkên rîtuelî re jî têkildar e.
Di vê gotarê de, têkiliyên muhtemel ên vê bilûrê bi muzîka kurdî re, bi rêya potansiyel a wê ya hilberîna dengî, avahîsaziya qulên wê, taybetmendiyên tonal û profîla wê ya akustîk têne nîqaşkirin. Bi taybetî, pirsyareke navendî ev e; gelo di navbera mîkrotonalîteya ku di muzîka kurdî de gelemperî ye, avahîsaziya modal a nerm û estetîka dengî ya ku ji bo improvîzasyonê vekirî ye û vê bilûra antîk de domdariyeke arkeomuzîkolojîk heye? Ev bilûr, bi avahîsaziya xwe ya dengê mîkrotonal, rêjeyên xwezayî û domdariya amûrê ve, têkiliya xwe bi muzîka kurdî re vedikole.
- Avahîsazî û çarçoweya arkeolojîk a bilûra Zerzevanê
2.1. Qada lê hat dîtin û cîhaneke dengî ya li ser rêjeyên xwezayî
Bilûra Antîk a li Keleha Zerzevanê hatî dîtin
Di encama kolandinên ku li Qada Pîroz a Mîtrasê ya Keleha Zerzewanê de, bilûreke ji aliyê arkeolojîk ve gelekî girîng hate dîtin. Ev bilûra ku wek du parçeyan hat dîtin û paşê pev hate gihandin (yekperçe), li ser hestiyê lingê heywaneke biçûk (li gorî gotina serokê xebatên kolandinê Aytaç Coşkun, bi îhtîmaleke mezin hestiyê lingê pez e) bi vekirina qulên girover hatiye çêkirin. Li ser rûyê bilûrê şeş qul têne dîtin ku yek ji wan şikestî ye û serî û dawiya bilûrê jî şikestî ne. Li ser bilûrê tu pergala notayan an jî xemilandinek tune ye, lê belê cihgirtina qulên wê yên bi navber nîşan dide ku ev amûr ne li gorî pergala ku ji 12 navberên wek hev (tamprement) pêk tê û îro roj Rojavayî (Ewropî) bikar tînin. Ev pergala ku bi qûlên bilûrê hatiye diyar kirin, ji bingeha rêjeyên dengî yên xwezayî hatiye çêkirin.
Gelek arkeolog û muzîkolog bawer dikin ku ev bilûr ne tenê ji bo hilberîna muzîkê, lê di heman demê de ji bo armancên rîtuelî jî hatiye bikaranîn û hatiye afirandin. Ev yek jî kevneşopiya Zameru (Koma ku ji jinan pêk dihat) ya li Mezopotamyayê û pratîkên muzîka olî tîne bîra mirovan. Bilûr di demsala kolandinê ya sala 2020an de, li nêzikî aliyê rojhilatê kelehê û li herêma mithrase (perestgeha veşartî) ya binê erdê hate dîtin. Ev çarçove nîşan dide ku dibe ev amûr di baweriyên olî an rîtuelên navxweyî de hatiye bikaranîn [1]. Muzîka kurdî, berevajî pergala 12 navberên yeksan ên Rojava, bi piranî li ser navberên xwezayî (just intonation) û mîkrotonalîteyê disekine. Mînak:
- Oktav: 2:1
- Pêncek: 3:2
- Çarek: 4:3
- Sêyeka mezin: 5:4
Ceribandinên dengên li ser bilûra Zerzevanê hatine kirin nîşan didin ku gelek ji van rêjeyan bi nêzikî dikarin bên hilberandin. Hin navberên di bilûrê de ne tam wekî nîv an dengên temam in; di navberê de, yanî dengên mîkrotonal in. Tê fêmkirin ku ev amûr xwedî frekansên nesabît e, yanê ne li gorî pergala notayên Ewropî ne, lê li gorî pergaleke întonasyonê ya li ser xwezayê disekine deng derdixe. Di amûrên bi vî rengî de cihên qulên perdeyan ne li gorî pîvanên modern, lê li gorî pozîsyona lêvan a lêkerî, kontrolkirina pifê û teknîkên vekirin-girtina bi tiliyan têne diyarkirin. Ev yek dihêle ku deng bi navberên mîkro (mînak ¼ ton, 1/5 ton) bên bidestxistin. Ev taybetmendî bi karanîna dengî ya azad a ku di dengbêjî û amûrên gelêrî yên muzîka kurdî de tê dîtin re lihev tê [2].
2.2. Materyal û Taybetmendiyên Fîzîkî
Bilûr ji ber ku wek du parçeyan hatiye dîtin, piştî pevkirina (yekperçekirin) van parçeyan, bi qasî 13,5 cm dirêjî û 1,3 cm çapê firehî ye û li ser wê 6 qulên bi navberên nerêkûpêk hatine vekirin [2] hene. Ji ber ku qul ne bi dûrahiyên yeksan in û frekansên dengî ji pergala tempermend derdikevin, ji vê sedemê jî bi me nîşan dide ku ev amûr li ser pergala dengên xwezayî hatiye afirandin. Bilûr, ney û şîmşal amûrên ku domdariyê didomînin in. Bilûra Zerzevanê bi amûrên ku îro di muzîka kurdî de bi berfirehî tên bikaranîn re xwedî wekheviyên avahîsazî yên girîng e. Bi taybetî, amûrên pifê wekî bilûr, ney, fîk (dudik), duzelle û şîmşal in:
- Hejmara qulan (5-7)
- Pergala akortê (xwezayî)
- Avahîsaziya stranên (melodîk) ango haweyî (maqam)
- Teknîkên lêxistinê (melîsmatîk, bi demeke azad)
ji aliyê mînakên antîk ve lihevhatî ne. Ev wekhevî nîşan dide ku mîraseke amûrî ya bi hezar salan li erdnîgariya kurdî bê navber dom kiriye.
2.3. Şîroveya akustîk
Analîzên destpêkê nîşan didin ku bilûr di navbera 220–440 Hz. de tonên bingehîn li gorî rêzikên harmonîk ên xwezayî dide [3]. Bi taybetî navberên xwezayî yên 3:2 (pênc deng) û 4:3 (çar deng), îro jî bingeha avahîsaziyên modal ên di muzîka kurdî de têne bikaranîn pêk tînin.
- Pergalên dengî û mîkrotoreyên di muzîka kurdî de
3.1. Bê-Temprement (Temperasyon) û meyldariya modalî (hawe-maqam)
Pergala dengên muzîka kurdî, berevajiyê muzîka Rojava ye. Ne li ser navberên yeksan in, lê li ser avahîsaziyên modal û bi tonên nerm hatine avakirin. Di vê muzîkê de, îfadeya dengekî li gorî çarçoweya maqamî, hest û wateya peyvê diguhere. Ev yek meyldariya wê ya ji bo pergalên mîkrotonal rave dike [4]. Rêzikên ku bilûra Zerzevanê bi potansiyelî dikaribû hilberîne ev in:
- Rêzikên pentatonîk (mînak: re–fa–sol–la–do) bi pergalên herî kevn ên Mezopotamyayê ve girêdayî ne û di muzîka kurdî de jî gelemperî ne, îro rojDjî li herêma Botan bi zindî tê jiyîn.
- Rêzikên bi taybetmendiyên maqamî: Di rêzikên maqamî yên kevneşopî yên muzîka kurdî de, wekî sêgah, rast, hîsar, navberên sê temam, nîv navber û nirxên koma bi bilûrê rasterast dikarin bên hilberandin.
- Seyra melodîk a bi frekansên nerm a ku di muzîka gelêrî ya kurdî de tê dîtin, ji bo lêxistina bi bilûra Zerzevanê guncav e.
3.2. Mîkrotore û derbasbûn
Di lêxistina melodiyeke muzîka kurdî de, deng bi gelemperî ne sabît in, lê xwedî avahîsaziyeke “şemitok” an “nerm” in. Bi taybetî di lêxistinên dengbêjî an stranên ku bi bilûrê tên lêxistin de, ev dengên guherstok hêmaneke estetîk a girîng in [5]. Ev avahî bi potansiyela mîkrotonal a bilûra Zerzevanê re lihev tê.
- Domdariya amûrê: Ji bilûra antîk heta bilûra îro
4.1. Kevneşopiya bilûrê
Bilûr, di çanda gelêrî ya kurdî de bi taybetî bi mijarên tenêbûn, xweza, şîn û îbadetên olî navxweyî ve têkildar e. Rêsiyên stranên (melodiyên) bilûrê yên ku li herêmên gundewarî têne lêxistin, mîna bilûra Zerzevanê, li ser avahîsaziyên modal û mîkrotonal disekinin. Bi vî awayî, di navbera bilûra Zerzewanê û bilûra îro de domdariyeke amûrî bêgûman mirov dikare bîne ziman [6].
4.2. Bikaranîna çandî û rîtuelî
Di Mezopotamyaya kevnar de, jinên muzîsyen ên ku bi navê Zameru dihatin naskirin, di perestgehan de bi amûrên wekî bilûr, lîr û def muzîkên olî lê didan. Îro di kurdî de zêmar wekî şîn û melodiyên ku xwedî pîvanên sist têne zanîn, hem ji aliyê formê hem jî ji aliyê fonksiyonê ve şopên vê kevneşopiyê hildigirin.
Bilûra Zerzevanê jî di vê çarçoweyê de ne tenê teknîkî, lê di heman demê de çandî û sembolîk jî domdariyekê temsîl dike. Dibe ku ev amûr ji aliyê jinekê ve hatibe lêxistin, di rîtuelekê de hatibe bikaranîn, ji miriyan an jî xwedayan re deng dabû û ji bo wan hatibû bikaranîn.
Jinên muzîsyen ên bi navê Zameru di Mezopotamyaya kevnar de, di muzîkên rîtuelî de gelek caran amûrên pifê bikar anîne [7]. Bilûra Zerzevanê dibe ku parçeyek ji vê kevneşopiyê be. Bi vî awayî, domdariya bilûrê bi muzîka rîtuelî ya çanda kurdî re, ne tenê di asta amûran de, lê di heman demê de di asta bîra muzîkê de jî divê bê nirxandin.
- Encam
Bilûra antîk a ku li Keleha Zerzevanê hatiye dîtin, ne tenê amûreke muzîkê ye, lê di heman demê de şopeke madî ya estetîk a dengî ye ku di dirêjahiya dîrokê de hatiye teşekirin. Taybetmendiyên wê yên avahîsazî, meyldariya wê ya ji bo pergala dengî ya xwezayî û rêzikên qulên wê yên ku derbasbûna mîkrotonal dihêlin, bi avahîsaziyên modal ên muzîka kurdî ya îro re rasterast têkildar in. Di vê çarçoweyê de, di navbera bilûra Zerzevanê û muzîka kurdî de domdariyeke akustîk, amûrsazî û çandî dikare bê dîtin û were ziman. Ji aliyê rêzdariya arkeomuzîkolojiyê ve, ev vedîtin ji bo koka muzîka kurdî kûrahiyeke dîrokî pêşkêş dike. Yanî ev bilûra sade û biçûk a li Keleha Zerzevanê hatiye dîtin, ji ya ku îro li ber çav e gelekî watedartir e. Ev, nesneyeke ku domdariya bi hezar salan a modên muzîka kurdî, avahîsaziya wê ya mîkrotonal û kevneşopiya amûrê mîsoger dike. Bi rêya vê amûrê, em dibînin ku navberên di muzîka kurdî de tên bikaranîn bi teoriyên modern nayên sînordarkirin, berevajî vê, divê rêjeyên xwezayî, kevneşopiya devkî û çarçoweyên rîtuelî bi hev re bên nirxandin.
Îro dema ku dengbêjek bi bilûra xwe li nav zeviyan deng dide, dibe ku ew melodiyeke ku ji dengê yekem ê li Zerzevanê belav bûye, ji nû ve dibêje.
Çavkanî
- Aytaç Coşkun, “Diyarbakır’da Roma’nın Gizem Dini Mithras İnancı”, Diyarbakır Kültür-Medeniyet Dergisi 2, 2021.
- Aytaç Coşkun, Eser Deniz Oğuz-Kırca, “Beyond The Roman East: An Archaeological Evaluation Of The Mithraeum Based On Its Architectural Authenticity At Castrum Zerzevan (Diyarbakır, Turkey)”,
- Kilmer, Anne Draffkorn. Sounds From Silence: Recent Discoveries in Ancient Near Eastern Music. University of California Press, 2000.
- Lawergren, Bo. “The Origin of Musical Instruments and Sounds in Mesopotamia.” IRAQ, 1998.
- Varlı, Veysi. Kürt Müziğinde Modal Sistemler ve Mikrotöreler. Yayınlanmamış Çalışma, 2024.
- Gündüz, Şinasi. Antik Mezopotamya’da Din ve Müzik. İstanbul: İSAM Yayınları, 2019.
- Zerzevan Kazı Raporları. Diyarbakır Müzesi Arşivi, 2020–2023.
- Teppo, S. (2005). Women and Music in Mesopotamia: The Role of Zameru in Ritual. Journal of Near Eastern Studies.
- Kartomi, M. (2001). Musical Systems in Oral Cultures. Ethnomusicology Review, 45(3).
- Varlı, V. (2024). “Kürt Müziğinde Doğal Akort Sistemleri ve Nefesli Çalgılar.” Müzikoloji Dergisi, 16(1), 77–93.
- Black, J. & Green, A. (1992). Gods, Demons and Symbols of Ancient Mesopotamia. London: British Museum Press.