Şaredarê Dernayê Abdulmenam Al-Ghaîthî diyar kir ku di lêhiyê de kesên jiyana xwe ji dest dane dibe ku nêzî 20 hezarî bibe.
Heyva Sor a Lîbyayê jî destnîşan kir ku li bajarê Dernayê, heta niha 11 hezar û 300 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Hêjayî gotinê ye ku di encama lehiyê de du bendavên li Dernayê teqiyabûn û herî kêm 30 milyon metrekup av her tişt dabû ber xwe.