Roja şemiyê (10’ê Hezîranê), li gorî daxuyaniya YPG′ê, balafireke bêmirov a dewleta tirk erebeyek li ser rêya gundê Maratê û navçeya Ehdasê yê gundewarên Helebê bombebaran kir. Di encamê de 3 şervanên YPG′ê jiyana xwe ji dest dan û 2 kes jî birîndar bûn.
Roja duşemê bi beşdariya bi hezaran xelkê herêma Şehba û Efrînê ew bi merasîman cenazeyên cangoriyan li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ya Şehbayê hatin oxirkirin.
Hemwextî daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê ev êrîş û bombebaran pêk hatin. Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser de hatibû gotin: “Ji ber nebersivdana civata navneteweyî ji bangên Rêveberiya Xweser re têkildarî dewlet welatiyên xwe yên DAIŞ′ê wergirin, Rêveberiya Xweser biryar da ku ew ê dest bi darizandina çeteyên biyanî yên DAIŞ′ê bike.”
Roja yekşemê (11′ê Hezîranê), artêşa tirk û çekdarên girêdayî wê gundê Bêlûniyê û derdora Til Rifet a Şehbayê bi top û hewanan topbaran kirin, her wiha gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê, gundên Merenaz, Şewarxa, Malkiyê û Tat Meraşê yên gundewarên Şerayê yên Efrînê bi deh guleyên obusan topbaran kirin.
Roja duşemê (12′ê Hezîranê), balafireke bêmirov saet di 11:55′an de motorsîklêtek li ser rêya Helebê ya têketina başûrê Kobanê bombebaran kir, di encamê de 3 kes birîndar bûn; Mihemed Behcet Eyûb (25), Xebat Edhem (28) û Ela Ebdurezaq (22).
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku di topbarana li dijî karwaneke Rûsyayê ya li ser rêya Mezari Um Hoş-Hirbilê yê li gundewarên bakurê Helebê de leşkerekî hêzên Rûsyayê hate kuştin û 4 bi giranî birîndar bûn, hemwextî wê helîkopterên Rûsyayê li asîmanê herêmê bûn.
Di 13′yê Hezîranê de jî, balafireke bêmirov a dewleta tirk nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li derdora Til Rifetê ya Şehbayê bombebaran kir, di encamê de tankek hate rûxandin û leşkerek birîndar bû. Her wiha balafireke din a bêmirov nuqteyeke din a hêzên hikumeta Şamê derdora gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawayê ya Efrînê bombebaran kir, di encamê de tankek hate rûxandin.
Her wiha balafireke bêmirov a dewleta tirk nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê li derdora gundê Tinibê yê navçeya Şera ya Efrînê bombebaran kir.
Artêşa tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê li derdora Aqîbê topbaran kir, di encamê de 3 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Li kêleka wê balafireke keşfê ya biçek bendeke kontrolê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ya li gundê Derec bombebaran kir, di encamê de şervanekî meclisê şehîd bû.
Li gorî daxuyaniya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, balafireke keşfê ya biçek a dewleta tirk nuqteyeke şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê li derdora pira Qereqozaq li rojhilatê Minbicê bombebaran kir, di encamê de şervanek şehîd bû û yek jî birîndar bû.
Di saetên derengiya şevê ya roja sêşemê (13′yê Hezîranê) de, artêşa tirk derdora baregeha hêzên Rûsyayê ya li gundê Wehşiyê yê Şehbayê topbaran kir, lê tu agahiyên zelal der barê topbaranê de nehatin.
Roja çarşemê (14′ê Hezîranê), balafireke bêmirov a dewleta tirk gundê Şewarza yê Şerayê saet di 00:30′an de bombebaran kir, di encamê 2 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn. Her wiha balafireke bêmirov derdora gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê bombebaran kir, di encamê de leşkerekî hikumeta Şamê hate kuştin û yek jî birîndar bû.
Her wiha balafirên bêmirov ên dewleta tirk sibeha çarşemê 2 caran nuqteya hêzên hikumeta Şamê ya li derdora Til Rifetê bombebaran kir, di encamê de 5 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Li kêleka wê jî balafireke bêmirov derdora gundê Meyasê yê Şêrawayê bombebaran kir, di encamê de zirarên madî çêbûn.
Li Minbicê jî di êrîşa balafireke bêmirov a dewleta tirk de di dema hewldana rizgarkirina 2 zarokên bi topên hêzên dagirkeriyê li dijî mezreya gundê Dendeniyê li bakurê rojavayê Minbicê de birîndar bûn, 5 şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê jiyana xwe ji dest dan û 2 jî birîndar bûn. Her wiha di bombebarana li bakurê Minbicê de şervanekî din jiyana xwe ji dest da.
Artêşa tirk bi balafirên bêmirov êrîşî gundên Soxanakê, Bênê û Şewarxa yên navçeyên Şêrawa û Şerayê kirin, di encamê de zirarên madî çêbûn û agir bi zeviyan ket. Di heman demê de gundê Muelek û Kampa Eyn Îsayê yên li navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.
Artêşa tirk di 14′ê Hezîranê de derdora rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê li nêzî kargeha çemento ya li gundê Şorkê topbaran kir, di encamê de 4 kes birîndar bûn û zirarên madî bi erebeyan de çêbûn.
Her wiha dewleta tirk û çekdarên girêdayî wê gundê Xalidiyê û rêya M4 ya li rojavayê Eyn Îsayê, gundê Miniqê yê kantona Şehbayê topbaran kirin.
Hemwextî êrîşên li ser herêmê balafirên bêmirov û yên şer li asîmanê herêmê digerin.
Rûdanên bi hev ve girêdayî
Ev êrîş û rageşiya dijwar di demekê de hat ku ajanseke Rûsyayê çarşemê da zanîn ku cîgirên Wezîrên Karên Derve yên Rûsya, Sûriye, Tirkiye û Îranê dê di 21′ê Hezîranê de li Astanayê bicivin.
Nûnerê taybet ê serokê Rûsyayê yê kar û barên Rojhilata Navîn û Afrîkayê, cîgirê wezîrê karên derve Mikhail Bogdanov got nexşerêya normalîzekirina di navbera Sûriye û dewleta tirk de ku Rûsyayê daniye, amade ye.
Beriya wê jî, CENTCOM′ê 13′yê Hezîranê ragihandibû ku 22 leşkerên wan di qezayeke helîkopterê de roja yekşemê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê birîndar bûn û 10 ji wan ji bo dermankirinê derxistine derveyî herêma Rojhilata Navîn.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel ragihand ku di navbera 10, 11 û 12′yê Hezîranê 85 caran Herêmên Parastinê yên Medyayê hatin bombebarankirin. Ev yek destnîşan dike ku dewleta Tirk a dagirker êrişeke leşkerî li dijî Kurdên li Rojava û Başûrê Kurdistanê pêk tîne.