Bila bîr û zanebûna me, wê cîhana şikestî ya ku em tê de ne, ji nû ve ava bike. Pêdiviya me bi dilê ku ji qeşayê rizgar bûye heye, da ku ew êş û azar bibe wijdanekî xurt.
Dilê me li dû hespeke kulek li erdê kaş dibe. Nayê dîtin di jiyana rastîn de, lê dema em çîk disekinin û li nav gerîna gerdûnê, bi şaşwazî li rû û dilên mirovan ên cemidî dinêrin, em dibînin. Em dibînin, lê em ji neçarî her carê bêdeng dimînin. Pir caran kerba wê cemidandinê di serê me de diteqînin, pê li me dikin û derbas dibin. Piştre yên sûcdar dîsa em in. Ji ber ku wan wisa cila xwe ji avê derxistiye, kesî jî ew danekişandiye da ku rik ji wan biweşe di dewsê de zanebûn di nav dilê wan de şên bibe. Em her tim şaşwazî li dilê xwe yê li dû hespeke kulek kaş dibe temaşe dikin; çi ji destê me tê, yan jî wê çi ji destê me bê ji vir û pê ve…
Mirov di serî de divê dakeve birînên zarokatiyê, li gor hîmên psîkoanalîzê. Freud jî sax bûya, bawer dikim wê nikarîbûya ji nav zarokatiya me û vî dilê me derketa. Em serê xwe bêhtir bi hev diêşînin, ka em li benda hevdu bimînin bê ji me kî wê xeletiyekê bike, ez ê bibim a herî baş tevî dilê xwe yê tije rik. Heger em xwe ji vê lîstika serdestiyê azad nekin, em civakekê ava dikin ku tê de serma û qeşaya dilên mirovan qedera herî pêşîn e.
Lê divê em vegerin dilê xwe; di dilê xwe de, jiyaneke em dikaribin bexçeyekî biçînin û bixemilînin, da ku em kesên din jî lê zêde bikin. Piştre em dakevin civaka xwe, wan jî xweşik bikin ji mejî dest pê bikin û belav bikin. Em xwe jî tune nekin di nav rika dilê xwe yê cemidî de, da ku em civaka welatê xwe dewlemend ava bikin. Divê em matmayî nemînin, li nêrîna dilê xwe yê li dû hespa kulek kaş dibe bi wir ve asê nemîne. Em xwe dakişînin û dev ji hevdu berdin; em berî bidin bîra xwe, bila bîra me li dû me nemîne, bila were pêşiya rika me.
Bila rik nebe qedera me ya dawî; bila bîr û zanebûna me, wê cîhana şikestî ya ku em tê de ne, ji nû ve ava bike. Pêdiviya me bi dilê ku ji qeşayê rizgar bûye heye, da ku ew êş û azar ji me re bibe wijdanekî xurt.
