12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bila kes behsa astengkirina mafê Îranê yê bersivdanê neke’

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kananî got "Mafê tu kesî nîn e ku nehêle Îran bersiva êrişên li ser serdestiya xwe bide.”

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Nasir Kananî di civîna çepemeniyê ya heftane de axivî û bersiva pirsa kuştina serokê Nivîsgeha Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye da.

Kananî got “Îran dixwaze îstiqrar li herêmê xurttir bibe” lê divê piştgiriya cezakirina êrişkaran bê kirin.

Kananî wiha domand: “Mafê tu kesî nîn e ku nehêle Îran bersiva êrişên li ser serdestiya xwe bide.”

Di heman çarçoveyê de Kananî got civîna wezîrên karên derve yên dewletên îslamî ya têkildarî kuştina Heniye, sibe li Ceddayê li dar dikeve.

Kananî têkildarî sardana wezîrê karên derve yê Urdunê ji bo Îranê jî got ew serdan di çarçoveya serdanên dîplomatîk de ji bo nîqaşkirin û lêkolînkirina rewşên aloz li herêmê û bi taybet şerê li Xezayê ne.