4 NÎSAN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bila çîrok sêwî nemînin

Di van rojan de ku rojeva sereke ya cîhanê şewba koronayê ye, me xwest em hinekî berê xwe bidin mijareke cuda û balkêş: Arkeolojî! Di vê hevpeyvînê de, bi arkeolog Mesut Alp re me dêhna xwe da berhemên dîrokî yên li Mezopotamyayê. Li aliyekî Girê Miraza li aliyê din tunekirina Heskîfê…

*Çi li te bandor kir ku dest bi arkeolojiyê bikî?

Di zaroktiya xwe de bala min li ser dîrok, çîrokbêjî û dengbêjiyê hebû. Min her çîrok rast qebûl dikir. Ya rast malbata min dixwest ez bibim an sîyasetmedar an jî parêzer lê dilê min bixwe tune bû. Piştre li Mêrdînê lêkolîneke arkeolojîk destpê kir ku navê vir Nebûla-Nisîpîs-Naşîpînabû. Bi vê lêkolînê re jîmin biryar li ser arkeolojiyê da. Êdî piştî wê havîna ku min bêhna axê û kelecana lêkolînê jiya, min fêm kir ku arkeolojî ne ew bû ku di zanîngehê de ji me re dihat gotin. Hewce ye îdeolojiyeke we hebe û bi nêrînekê hûn meyze bikin. Sedema din jî wek kurdekî, arkeolojî derfetek bû ji bo ku ez dikaribim destê xwe bidim reh û dîroka xwe. Sal bi sal di nav arkeolojiyê de min ferq dikir ku ne zimanê min heye ne jî  herêma ku bi hezaran sal in ez lê dijîm, di nav vê dîrokê de hebû! Qet ji bîra min naçe, wextekî mamoste bihîst ez ji Mêrdînê me, ez rakirim û bi min çanda xaniyên kerpîçan da vegotin. Piştî vegotina min a xêniyên kerpîçan, mamoste ji polê re gote we tevan niha çêkirina xaniyekî beriya 8 hezaran guhdar kir. Di wê kêliyê de ez fikirîm ku her kes dersê dibîne lê ez dijîm.

*Tirkiye li aliyekî  Girê Miraza (Gobeklîtepe) populer dike, li aliyê din jî berhemên dîrokî yên mîna Heskîfê jî tune dike. Tu vê nêzîkatiya dubend çawa dinirxînî?

Girê Miraza ango Xerawreşk tenê bi serê xwe mijareke berfireh e helbet. Li gorî kronolojiya ku du sed sal berê zanista arkeolojiyê ava kiriye, bermahiyên Girê Miraza ev kronolojî serobino kir û wiha ji zanistê re got, bicîhbûn û avakirina gundan beriya mîladê 10-12 hezar sal berê destpê dike. Tabî li vir tişta derkeve pêşiya me jî ev e ku pergal bi mantiqeke ticarî ango kapîtalîst li Girê Miraza meyze dike û ji ber wê jî niha ev cihên dîrokî yên din tu carî wiha populer nakin. Di dîroka dewletê ya sed salî de em dibînin ku heta niha tu carî qiymet nedane arkeolojiyê. Di wexta Mistefa Kemal de ji bo ku dewlet nijad- dewleta xwe ava  bike berê xwe dide arkeolojiyê. Pêdiviya wan bi arkeolojiyê hebû û zanîbûn ku avakirina qewmekî bi dîrokê ve girêdayî ye. Yanê çi qas li hesabê wan were hewqasî qîmetê didin. Heskîf vêca çîrokeke din e. Berî bendava Ilisûyê, ya Bîrecîkê, ya Kargamişê, ya Atatûrkê, ya Kebanê gelek zêdetir bendav hatin çêkirin û bi sedan bermahiyên arkeolojîk di bin avê de hiştin. Ne aktivîstî, ne mirovekî rewşenbîr, sîyasetmedar tu kesî dengê xwe li hember vê qirkirna dîrokî bilind nekirin. Mînakeke din Semsûr  bermahiya çiyayê Nemrûtê yanê Samsata ku beriya mîladê bi du hezar salî wekî ciyekî navenda cîhanê tê bikaranîn, hat tunekirin. Newala Çorî, Hallan Çemî, Zeugma (Bîrecik), Girê Heskîfê, Gizirhoyuk, Çattepe, Başûrhoyuk, Turbehoyuk piştî wê bi sedan cî di bin bendava Ilisûyê de man! Bi sedan malên dîrokî bi şerê Sûrê re hatin talankirin tu kesî dengêxwe dernexist. Heskîf jî bû yek ji wan qirkirinan mixabin. Kesên ku malên wan diketin ber bendavê jî ji ber hê  zêdetir ji îstîmlakê pereyan bistînin, dar çandin û xanî avakirin. Ev giştik kêmasiyên me ne û nêzîkatiya me ya li hember dîrok û çanda me ye. Yanê dîroka Mezrabotan ne dîroka kurdan tenê ye, ya gelên qedîm tevî ye lê tu kesî dengê xwe li hember van qirkirinên dîrokî dernesixt. Çêkirina bendavan tê wateya bêavhiştina civakê jî.  Ez niha ji bo bendava Cizîrê ya ku dê nû dest bi çêkirina wê bê kirin, bangî hemû xwendavanên beşa arkeolojiyê, aktivîstên ekolojiyê, rewşenbîr û dîrokhezan tevan dikim! Nehêlin ku bendava Cizîrê were çêkirin. Bi bendava Cizîrê re dê berhemên dîroka Finîkeyê di bin avê de bimînin û dê gund tev dîsa werin valakirin û çîrok sêwî bimînin. Çîrok sêwî bimînin zarok bê dê û bav dimînin. Li ser bendava Cizîrê jî niha em li ber xwe didin û ez hêvîdarim ku em ê projeyek mezin çêbikin ku cîhan bala xwe bide ser wir.

*Herî dawiyê ji bo çanda dayikên xwedawend hin lêkolîner îdayên din ên mîna ku “peykerên xwendawendan ne îdol in, divê ku ji bo zarokan wekî pêlîstokan hatibin çêkirin” kirin. Tu vê yekê çawa dinirxînî?

Di lêkolînên dawî yên li Mezra Tel Leyladê (Riha) de tenê di bermahiyeke heyama neolîtîkê de nêzî 400 heb îdol ango peykerên fallusan (penîs) hatin dîtin. Dîsa li Rihayê peykerekî beriya deh hezar salan hatibû çêkirin di bin asasê xaniyekî de hat dîtin. Ev peykerê ku ji her ûzvê wî diyar e mêrekî destê wî li ser fallûsê wî hatiye teswîrkirin. Di hin lêkolînên Anatolyayê de jî peykerên bi vî rengî hatin dîtin. Fikr û îdolên li Girê Miraza ên ku heta niha derketin ser rûyê erdê hemûçik mêr in. Li ser van bermahiyan jî êdî lêkolîner şîroveya ku “gelo ev çanda xwedawendiyê tune bû?” dikin. Bermahiya herî kevn Girê Miraza ye ji ber vê ez vê mînakê didim. Li du deverên Girê Miraza lêkolîn tên kirin. Yek jê ciyê ji bo îbadetê ye, cihê din jî cihê sivîlan ango yê gel e. Di ciyê olî de bermahî hemûçik mêr in, di yê gel de jî bermahî hemûçik yên jinan e. Wisa xuya dike ku piştî 2-3 hezar salan jî cihê olî xera bûye û ji wir koçberiyek destpê kiriye. Di koçberiyê de xuya dibe ku mêr mane û jin ketine rê. Ji van peykerên jinan ên ku bedena wan qelew hatiye teswîrkirin jî (nîşaneya bereketê ye) belav bûye. Ji ber vê yekê ez bi xwe piştgiriyê nadim wê teza ku dibêjin “ev ne îdolên xwedawendane, pêlîstok in”. Lê ew teoriya me ya ku tê gotin demekî tenê jin serdest bûne, bi van bermahiyên dîrokî têk çû, jin tenê ne bi serê xwe bû, ew û mêr bi hev re û wekhev dijiyan. Di dema Girê Miraza de di hemdemiya xwe de mêr bi qewetir û zêdetir xuya dibe lê ji ber ku ev çanda olî wê demê zêde belav nabe xelas dibe û wekheviya jin û mêr derdikeve pêş. Jixwe ev yek bi serê xwe jî tê wateya ku jin weke hebûneke pîroz hatiye qebûlkirin ku wekhevî pêşketiye bi ya min. Em vê çandê li Çatalhoyukê (Konya) jî dibînin piştre, li aliyekî çanda xwedawendiyê ya ku bi îdolan (peykerên jinan), li aliyê din jî li ser dîwaran xêzên nêçîrvaniyê hene. Yanê bi kurtasî ji sedî sed ne xwedayên jin ne jî yên mêr bûn. Yanê îdolên jinan ne pêlîstokên zarokan e, yên jinan e.

*Li Tirkiyeyê çima tu nirx nadin arkeolojî û arkeologan?

Ji ber ku nasnameya ango netewe-dewleta tirkan tenê beriya sed salan hatiye avakirin. De ka em dêhna xwe bidin dîroka vî welatî; Girê Miraza xwedî dîrokeke 11 hezar salan e, Çayonû 6-7 hezar sal e, Çatalhoyuk 8 hezar sal e, Hîtît 3-4 hezar sal e, yanê tu li van kîjanan meyze bikî jî li gorî kirasê dîroka tirkan zêde fireh hatiye. Ji ber vê jî ev hişmendî ti pêwîstiyê bi lêkolîn û lêkolîneran nabîne û li cem wan taybetmendiya arkeolojiyê jî tune ye. Stenbol bajarê Bîzansan e, Îzmîr yê Lîkyayê ye (Yewnanî)  û bi hezaran bajarên li Anatolyayê yên antîk hene lê dîroka wan di ser guhê re diavêjin. Em ne wisa ne, mînak dema ku eskerê tirkan, an jî eskerê osmaniyan dihatin ser axa me, me wê demê jî ji wan re digote ‘eskerê romê’ ji ber ku me dizanîbû Anatolya tev ya Yewnan û Romayê bû. Mînak dema ku Mewlana Celaleddîn hatiye li Iconîumê (Konya) maye ji ber ku ew der ciyê rûman e, jê re Mewlana Celaleddînê Rûmî hatiye gotin. Yanê qewmiyetên mîna tirkan ên bi îdeolojiyên nijadperestiyê hatine avakirin ti eleqe û meyla wan li ser dîrokê tune ye, ji ber ku dîrok ne dîroka wan e.

*Di devera ku zanista arkeolojiyê nikarî be şîroveyê bike sembolîzm dikeve dewrê de yanê çîrok ango mîtolojî.  Gelo di navbera çîrok-mîtolojî û arkeolojiyê de têkiliyek çawa heye?

Mîtolojî argûmaneke arkeolojiyê ye, çîrok herêmî ne, em dikarin bêjin ku ji şiklekî mîtolojiyê zayî ne. Ji ber ku ji mîtolojiyan mirov dikare çîroka çê bike li gorî pêdiviyên herêmî, li gorî hewcebûnên herêmê li gorî çanda wê tên bi kinckirin û çîrok wisa ava dibin. Mînak çîrokeke li Almanyayê ya bi navê Mizikçiyên Bremenê ya ku qala kerekî, dîk û kûçikekî dike. Ê eynî bi vî şeklî pîrik û bapîrê me jî  ev çîrok ji me re digotin. Wê çaxê mirov ferq dike ku ev mesele tev ji xalekî têr dibe. Ez vê yekê wekî tirîyê hirsimî dibînim. Dema ku hun libek tirî jê bikin û bidin ber tavê dê wê çaxê xuya bike ku sîsik û ava wê jî heye yanê bi serê xwe dinyayek e ew lib. Dema hişk bikin, biçînin, bi dar ve bikin jî wê deme jî dê bibe dêlî. Her qeym, her çîrok û her çand mîna liba tirî bi serê xwe cîhanek e û haya wan jî ji hev tune ye ku her yek jî ji goşîyên tîrî ne.  Çîroka keştiya Nûh li Babîlê, li Amerîkaya Latînî û li Japonyayê jî em dikarin bixwînin. Ji ber vê yekê arkeolojî berê xwe dide çîrokan jî. Çîrok di tariyê de şewqeke ji bo arkeolojiyê. Gelek çîrok li ser civakê peyamên siyasî, aborî û peyamên civakî didin. Yanê em dikarin bêjin ku ji kêmasiyan jî çîrok hatine ava kirin çi tûnebûyînan ango ji hewcebûnên herêman pêkhatine û jixwe di van xalan de derdikeve holê ku çavkaniya herî xurt ji bo arkeolojiyê çîrok in.

*Ji bo pêşeroja arkeolojiya Mezopotamyayê xewn û xeyalên te hene?

Yekemîn daxwaziya min ew e ku şerê li ser axa Mezopotamyayê tê kirin û hişmendiya mîna DAIŞ’ê bi dawî bibe. Li ser vê axê tim ev diyalektîk xuya kiriye; li aliyekî kuştin, li aliyê din jî afirandin heye. Xeyala min ew e ku rojekê ez lêkolînekê li Mêrdînê bikim û yek li min bigere bêje vaye me li Rojava li Girê Moza (Amûdê) bermahiyek dîtiye û ez wê rojê siwar bibim herim Amûdê wê bermahiyê û ya xwe bidim ber hev û wan qiyas bikim. Û bêsînor ji wir derbasî nav bermahiyên Hewlêrê bibim û qiyasa wan jî bi ya Amûdê û bi ya Mêrdînê re bikim; ji wir derbasî Wanê bibim û hinek penîrê sîrik bixwim û berê xwe bidim Serhedê û dîsa vegerim Amed û Nisêbînê. Xeyala min ew e ku êdî kurd û gelên qedîm tev dîroka xwe ya li ser vê axê nefiroşin. Ez hêvîdar im ku ev hevpeyvîna me di serê her kurdekî/ê de bibe pirsek û berê xwe bide dîroka xwe. Dîrok nîn be jî berê xwe bide çîrokên dê û bav û pîran; çîrok nîn be jî berê xwe bide pişta xaniyên xwe.

[accordions]
[accordion title=”Mesut Alp kî ye?” load=”show”]Di 1980’yan de li Nisêbîna Mêrdînê ji dayik bûye. Ji Zanîngeha Egeyê Beşa Protohîstorya û Onasya Arkeolojisi derçûye. Piştî mastirê li Muzexaneya Mêrdînê wekî arkeologekî pispor dibe berpirsiyarê lêkolînên herêmê. Sala 2014’an ji bo perwerdeyê demekê li Zanîngeha Londrayê dixwîne, piştre jî li zaningeheke Amerîkayê perwerdeya xwe berdewam dike. 20 sal in wek aekeologekî pispor dixebite. Niha li Fransayê dijî.[/accordion]
[/accordions]