Ji bo 5’emîn Kongreya Mezin ya HDP’ê gel rojek berê ji Botan, Serhed, Amed, Mêrdîn, Xerzan û bajarên Tirkiyeyê yên din ber bi Enqereyê ve ketin rê. Mirov bibêje kelecaneke derasayî bi gel re hebû dê neasan be ji ber ku bertekên me yên hestî yên bilind jixwe yên asan in. Ew kelecana zêde jî ji bo me asan e.
Li Enqereyê amadekarî û xebatên muezem didomiyan. Gelên ku berî rojekê ketin ser rêya Enqereyê di wesayîtên mezin de bi tilîlî, çepik û kilaman pê re jî di her navberên vewestanê de weke ku qet di wan rêyên dirêj de ne westiya bin, di cih de dest bi govendê dikirin, jixwe dahol, zirne û stranên xwe ji xwe kêm nedikirin.
Helbet di vê navberê de neyar û nexwazên HDP’ê jî amadekariyên xwe kiribûn. Nedihiştin ku gel ti tiştên xwe bixe hundirê eywanê lê dayik û ciwanên zîrek dîsa jî kesk û sor û zerên xwe, alên Kurdistanê xistin hundir. Ev jî di van rojên dijwar de pêk hat; hêvî û hêza yekitiyê dide kurdan.
Piştî ku em ketin eywanê bêsebrî û kelecaneke rengzarokî mirov hembêz dike û li eywana kongreyê xebat hêdî hêdî despê dike û eywan tejî dibe. Li derve jî ji kesên li hundir du qat zêdetir xelk heye. Em dîsa fêm dikin ku HDP gotina yê ku dibêje ‘’mecala wan nemaye’’ vala derdixe. Jixwe dema ku bi paradîgmaya xwe derket rê, hêzek û baweriyek ji partiyên din cudatir daye Tirkiye, Bakûr û hemû kurdên sê parçeyên din. Dibêje ‘’wekhevî, çareserî, hêvî, edalet, azadiya jinan û gelan’’ van gotinên xwe bi pratîkên xwe jî pêk tîne. Îro li Tirkiyeyê rê dide çareseriyê, her çiqas partiyên din nexwazin û qebûl nekine jî tev mecbûrî HDP’ê ne. HDP ne li gor xwestekên partiyên din şekl û şemalekê dide xwe, rêxistinbûyîn, edalet û berjewendiyên gel çi divê wê dike. Rexne û pêşniyarên gel piştgûh nake ji ber ku dizane pîvana edaletê ya gel a herî rast e.
Hewl dide ku zimanê kurdî li hemû qadan bi pêş bixe, ji bo di fermiyetê de di dibistanan de kurdî bide jiyandin têkoşîneke mezin dimeşîne. Lewre rexneya herî zêde ji gel tê ya li ser zimanê kurdî ye; mafdar in ji ber ku mirov ji kuderê bişkê yan jî çiyî wê/wî bindest be bêtir bala xwe dide wir. HDP ne li hemberî rengîniya zimana ye, li hemberî yê ku zimanan di ser zimanan re dibîne ye, li hemberî kesên ku zimanê xwe li gelan bi darê zorê ferz dike ye. Ji ber ku ciwan di nav van rewşande fêrî zimanê tirkî bûne mîna tiştekî gelekî asan ji kurdî bêtir bi tirkî dizanin xwe îfade bikin. Divê mezin ji vê hêlê bêtir fêmbar bin û bi awayekî hişk neçin ser ciwanan ji ber ku ew ji hêla ziman ve ji we bêtir bindest bûne. Berovajî ya mezin dikin tundiya hestî ya ku li ser ciwanan dikin.
A din mijara ku gel meraq dike ew e ku dê HDP çareseriyek bi pêş bixe. Ev mijar gelê Kurdistan û Tirkiyeyê eleqeder dike. A niha mijara herî sereke aborî ye. Lewre li Tirkiyeyê krîza aborî bandoreke pir neyînî li civakê dike. HDP li dijî vê krîzê û ji bo ku aboriya Tirkiyeyê rihet bibe alternatîfan bi pêş dixe. Alternatîfa herî sereke jî bûdçeyeke demokratîk e. Di belavkirina av, ceyran û gazê de rêbaza dewletê esas nagire. Li hemû qadan jiyanê aboriya komunal esas digire û ava dike.
Wekî din her kes dizane ku ev partî, partiya jinan e, di tu partiyeke din de ev xet tuneye. Bi rêbaza wekhevî, li hember zihniyeta erkî ya di nav siyaset û di serî de meclisên xwe yên xwecihî de, li hemû qadan bi avakirina meclisên xwe dixwaze qada siyasetê jî bike qada civakî û tevlîbûna jinan a di nava polîtîkayê de zêde bikie. Jixwe bi şîara ‘’ Hevserokatî xeta me ya xemrî ye’’ li hemû qad, rêxistin û saziyên xwe pergala hevserokatiyê pratîze kiriye. Ev pergal di nav pergalên dewletên pêşketî û ji bo tevahiya cîhanê mînakek derasayî ye.
Rola ciwanan di partiyê de girîng e, weke partiyên din ne dest an jî lingên şaxekê ne, yekser pêşengên partiyê ne. Ji hemû reng, deng, ol, gel û cinsan re vekiriye, piştgiriyê dide û diparêze. Ma ne vala negotine ‘’HDP Gel e’’, divê yar û neyar deqeyekê rûnin û bifikirin dê bizanibin ku HDP nayê girtin ji ber ku fikriyatek e, ne ji tabelayekê yan jî avahiyekê pêk tê. 5’emîn Kongreya Mezin ya HDP’ê jî ji neyaran re bû bersiv, ji heval û hogiran re jî bû hêz. Cih û warê çareserî û avakirinê ye. Ma qey vala gotine ‘’çareserî em in’’.