27 TÎRMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bihuşta li qiraxe Çemê Dîcleyê tune dibe!

Li cîhanê kêm qadên wiha yên bi bajêr ve xwedî pergalên bêhempa yên ekosîstemê hene. Bexçeyê Hewselê jî yek ji wan e ku xwedî ew taybetmeniyê xweser e. Ji lewre jî parastina vê ekosîstema bêhempa ji bo domandina hevsengiya kevnar a di navbera xweza û mirovan de gelekî girîng e.

Bexçeyên Hewselê hem di warê dîrokî de hem jî di warê ekolojîk de di Lîsteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê de ye. Bi hezaran salan e ku di navbera Çemê Dîcle û Sûrê Amedê de bi axa xwe ya xêr û bêr jiyana civakê têr dike. Lê mixabin di salên dawî de ev axa bêhempa ya ekosîstemê bi xeteriyeke mizin re rû bi rû ye.

Bexçeyên Hewselê, qada herî kevnar a cotkaryê ya Mezopotamyayê ye. Xebatên arkeolojîk ên li Bexçeyê Hewselê hatine kirin daneyên 8 hezar salî yên cotkariyê radixe ber çavan. Bi vê taybetmendiya xwe Bexçeyên Hewselê ne tenê ji bo Amedê, di heman demê de wekî mîrateya hevpar a mirovahîiyê ya dîrokî tê qebûlkirin.

Pispor û ekoljîst dibêjin ji ber faktorên avahiyên qaçax ên tên çêkirin, herikîna bermahiyên qirêj ên sanaiyê û bajêr, qirjbûna avê û guherîna avhewayê  Bexçeyê Hewselê zirareke mezin dîtiye û taybetmendiiyên xwe winda dike. Bi taybetî jî di salên dawî de kêmbûna ava Çemê Dîcleyê bandoreke mezin li avdaniya bexçeyan û zeviyan dike.

Di dilê xwezayê de bihuşta ekolojîk

Bexçeyên Hewselê ne tenê di warê çandî de di heman demê de di warê pir cureyiya biyolojîk de xwedî cihekî bêhempa ye.  Ji nêzikî 300 cure çivîkan re malovaniyê dike. Bi taybetî jî ji bo çivîkên koçber wekî cihê rawestgeh û bêhnvedanê ye.  Bi qadên xwe yê qamişî, bi dehl û zeviyên xwe, bi hebûna avzêyan , zêdebûna cureyên nebatan û bi hebûna sedan cureyên sewalan qadeke jiyana hevpar a hemû zindîwaran e. Bexçeyên Hewselê wekî mozaîka ekosîstemê ye. Lewre di qadeke wiha bi çûk de hebûna pir cureyiya biyolojîk dewlemendiyeke mezin e ku hema bêje li cihekî din ê cihanê kêm tê dîtin. Wekî tê dîtin Bexçeyên Hewselê ne tenê qadeke cotkariyêye di heman demê de ji bo bi sedan çivîk û ajalan cihê jiyanê ye. Parastina Bexçeyên Hewselê hem ji bo xwezeyê hem jî ji bo çandê gelekî girîng û ferz e.

Xeteriyên mezin ên li ser Hewselê

UNESCOyê di sala 2015an de Baxçeyên Hewselê weke Mîrateya Cîhanê tomar kir. Lê belê  encax di rapora sala 2024an de hat weşandin, ji bo parastina vê herêmê gelek pêşniyarên xwe pêşkêşî Tirkiyeyê kir. Di raporê de bal hat kişandin ser pêwîstiya pêşxistina polîtikayên çandinî û birêvebirina avê bi taybetî li geliyê Dîcleyê. Lê mixabin heta niha bergiriya xeteriyên li ser Baxçeyên Hewselê pêş neketiye. Di ser de talan, wêrankirin, qirêjî û tunekirina Hewselê roj bi roj zêdetir û kûrtir dibe. Di raporên ku hatine amadekirin de xuya dike ku heke di demeke kin de mudaxaleyek an jî pêşîgirtinek li xeteriya ser Bexçeyên Hewselê pêş nekeve dê ev rêveçûna şaş û tuneker rê li ber tunebûn û xeteriyên mezin ên jiyanî vebike.

Bi taybetî jî divê ji bo parastina Baxçeyên Hewselê hem di warê hişmendî de guherînên bingehîn pêş bikeve, hem jî di warê qanûnî de bingehek bê avakirin. Aktîvîstên hawirdorê û şêniyên herêmê ji bo parastina Baxçeyên Hewselê her tim banga parastina qanûnî dikin. Lê mixabin ji bo wê tu hewildaneke encamgir pêş nakeve.

Hilberîn, kevneşopî û ekoturîzm

Divê ji bo Bexçeyên Hewselê hewildanên girîng û encamgir pêş bikevin. Di her warî de divê hişmendiyeke civakî ya parastin û pêşxistinê bê avakirin. Dîsa ji bo berdewamkirina hilberîna çandiniyê ya li herêmê bi rêbazên kevneşopî, teşwîqkirina ekoturîzmê û bilindkirina hişmendiya nifşên ciwan dê ji bo pêşeroja Hewselê jiyanî be. Ev yek tenê bi gel û xudiyên bexçeyan nabe. Divê hemû sazî û dezgehên bajêr û rêveberiyên herêmî  bi awayekî hevpar tev li vê hewildana ji bo Bexçeyên Hewselê bibin.

Pêwistiya me bi hişmendî û feraseta ku Baxçeyên Hewselê ne tenê mîrateya paşerojê ye di heman demê de ya pêşerojê ye jî heye. Qadeke girîn a jiyanê ya mirov û hemû zindîwaran e. Li cîhanê kêm qadên wiha yên bi bajêr ve xwedî pergalên bêhempa yên ekosîstemê hene. Bexçeyê Hewselê jî yek ji wan e ku xwedî ew taybetmendiyê xweser e. Ji lewre jî parastina vê ekosîstema bêhempa ji bo domandina hevsengiya kevnar a di navbera xweza û mirovan de gelekî girîng e.

Rojane tune dibe

Baxçeyên Hewselê yên li qiraxa Çemê Dîcleyê, ji derveyî ew girîngî û bêhempaya xwe ya ekosîstemê di her demsalê de balê dikişîne ser xwe. Bi xwaşikiya xwe ya her demsalê turîstan dikişîn e. Di navbera Çemê Dîcle û Sûrên Amedê de dişibe buhiştekê. Lê mixabin ev buhişt nayê parastin û bi destê mirovan rojane tê tunekirin. Tenê dîtin û temaşekirin nabe. Pêwiste têkiliya me bi xwezayê  re li ser têkliya simbiyotîk be. Tenê li xwe girtinê dê bibe sedema tunebûnê. Di vir de gotina “Têr bike ku têr bibe” li cihê xwe ye ku mirov bîne ziman.

Lehengê nayên zanîn

Li Bexçeyên Hewselê niha hejmareke kêm a cotkarên ku li ser kevneşopiya cotkariya xwezayî cotkariyê dikin û hilberînê bi dest dixin hene. Ji bo wan ev bexçeyana ne tenê qadên debarê, di haman demê de şêwazê jiyanê ye. Lê belê gelek cotkar, hem ji ber şert û mercên zor ên aboriyê û hem jî ji ber xeteriyên hawirdorî hatine asta ku dev ji hilberînê berdin.  Cotkarên ku li Bexçeyên Hewselê hilberîna firingî, îsot, balîcan, fasûlî, kelem, tivir, gizêr, xiyar û bi dehan cureyên zebze û fêkiyan dikin sal bi sal hilberîna wan kêm dibe û nikarin debara xwe bikin.

Bêguman gelek sedemên kêmbûna cotkariyê hene.  Heke em li vê derê hinekan rêz bikin dê baştir bê fêhmkirin.  Ji ber faktorên avahiyên qaçax, herikîna bermahiyên qirêj ên bajêr û sanayiyê, qirêjbûna avê û guherîna avhewayê, kêmbûna ava Çemê Dîcleyê dibe sedem ku cotkar nikarin çandinî û hilberînê bikin.  Li aliyê din ew hilberîna ku bi ked û maliyeteke mezin tê kirin jî ji aliyê gel û esnafên bajêr ve rastî eleqeyeke baş nayê. Heke bi erzanî bidin cotkar zirar dikin, heke bi buhayekî ku ked û mesrefên lê kirine bixwaze bifiroşe jî ne esnaf dikire ne jî gel. Ev jî dibe sedem ku êdî dev ji cotkariyê berde. Yên didomîne jî ji mecbûrî didomînin.

Lazime çi bê kirin?

Ji bo parastina Bexçeyên Hewselê divê rêveberiya herêmî û ya navendî bi hev re xebatan bikin.

Wekî pêşniyar:

  • Divê çavkaniyên avê yên Çemê Dîcleyê bên parastin û pêşî li qirêjiyê bê girtin.
  • Divê pêşî li lêkirina avahiyên li qiraxa Çemê Dîcleyê û Bexçeyên Hewselê bê girtin û avahiyên heyî jî ji bo lê bên rakirin.
  • Divê ji bo çotkariyeke domdarî teşwîk bê pêşxistin.
  • Divê cotkarên ciwan bên parwerdekirin û bên destek kirin.
  • Divê bi awayekî kontrolî Bexçeyên Hewselê ji ekoturîzmê re bê vekirin.
  • Divê li dibistanan li ser dîroka Bexçeyên Hewselê û girîngiya hawirdorê perwerde bên dayîn.

Mîrateya mirovahiyê ye

Bexçeyên Hewselê, ne tenê ji bo Amedê mîrateya hemû mirovahiyê ya hevpar e. Parastina ev qada bêhempa,  domdariya kokên me yên bi paşerojê re, pêşxistin û avakirina hevsengiya bi xwezayê re û ji bo hawirdorke paqij Bexçeyên Hewselê di asta mifteyekê de jiyanî û girîng e.

Heke niha hestiyariyek ava nebe, ji bo parastina vê bihuştê hewildan û xebat pêş nekeve, dê rojekê ev Bexçeyên Hewselê tenê di wêneyan de bimîne. Dê ev jî ji bo me mirovan bibe şerma mezin.