Li ser bedena ku Rahşan bibû Newroz, qêrîna min a em ê li ber xwe bidin li seranserê welêt deng vedabû. Piştî 30 salan, îro careke din dayikek kurd li Kadîfekaleyê bi qêrîna ‘em ê tune nebin’ hemû dilan dilerizîne
17’ê Hezîranê de, di danê sibehê de, beriya ku kompîtira xwe vekim, beriya ku nûçeyên ketine ser ajansan bixwînim min berê xwe da kulîlkên di şaneşînê de û bi wan şa dibûm. Şabûn… ji bo kurdan ev peyv ji razberiyê jî wêdetir hesteke pir dûr disekine û şabûna min jî mixabin tenê bi wê kêliyê re sînordar ma.
Êrîşa rêxistinkirî ya li hemberî avahiya HDP’ê ya Îzmîrê, hêrsê li me kir behr. Ev êrîş ne cara ewil bû ku em rastî wê dihatin, lê me bi berdêleke mezin careke din ferq kir ku jiyan ji kurdan re hatiye heramkirin û heta azadî pêk neyê dê aramî ji kurdan re ne gengaz be. Li avahiya HDP’ê, di şexsê Denîza devliken, Denîza dilnizm, Denîza keskesor de kurd careke din di encama nefreta li hemberî hebûna kurdan de hatin qetilkirin. Li ber deriyê wê avahiyê qêrîneke çi qasî bilind bê bihîstin ew qas bilind û bi bandor dengek, seknek berz dibû ‘Ez ê li hemberî wan serî netewînim! Ez ê hilneweşim! Denîzek çû dê hezar Denîzên din bên!’
Ew sekn sekna salan a jinên kurd bû. Ew sekneke wisa bû ku hesabên qetlîaman vala derdixist. Sekn û qêrîna dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz xwe li sûrên Kadîfekaleyê xist, ji wir xwe berda nav agirê di bedenên Rahşan Demîrel û Esen Aslan, rastiya berxwedanê ji nû ve welidand û xwe gihand milyonan. Ew hesabên rûyê naskirî yên kujerên kurdan careke din qelibîn. Bi hezaran, bi milyonan kes bi dengê dayê Fehîme re bûn yek deng, bûn yek berxwedan. Li dora Denîz bûn behr û rûbar û herikîn.
Bûm mêvanê Denîz!
Li Îzmîrê, li bin Kadîfekaleyê, mêvanê mala Denîz im. Dayê Fehîme li gel dile wê diêşe jî sekna xwe ya destpêkê diparêze. Sekna wê sekna rastiya dayikên kurd ên bi berxwedêr e. Peyama diya Rahşan Demîrel, Emîne Demîrel a ji malbata Poyrazê re şandibû jî vê yekê piştrast dike. “Li ser bedena ku Rahşan bibû Newroz, qêrîna min a em ê li ber xwe bidin li seranserê welêt deng vedabû. Piştî 30 salan, îro careke din dayikeke kurd li Kadîfekaleyê bi qêrîna ‘em ê tune nebin’ hemû dilan dilerizîne. Her çend dem mîna çemekê diherike jî dê sekna dayikên kurd keleha zilmê hilweşîne.”
Belê dem diherike lê bi demê re sekna dayikên kurd a li hemberî bişaftinê, li hemberî qetlîaman, li hemberî nenaskirina nasnameya kurdewarî û bi wan hestên zarokên xwe yên azadîxwaz jî diherike. Mînaka dayê Fehîme jî yek ji wan mînakên jinên kurd e ku ev sed sal in li dijî parçekirina kurdan, li dijî tunekirina kurdan li ber xwe dide. Dema rastî ev be pêwîstiya jinan a hêzê bide xwe û derdora xwe du caran zêdetir dibe. Li hemberî ew qas zextên salan parastina xwebûniyê bêguman ne hêsan e. Her dever hatiye dorpêçkirin, deng ji kê derkeve tê xwestin bêbandor bikin, ger ji destên wan bên dê bi carekê de kurdan xelas bikin. Heger li gel ew qas nefreta li dijî kurdan armancên serdestan pêk nehatibe di destpêkê de divê têkoşîna dayikên kurd were bibîranîn. Li ber deriyên hepsan bigire heta kolan û çalakiyan rûyê dayikên kurd xwe her nîşan daye. Her çend kêm dayikên me çûbin dibistanan û kêm ji wan perwerde dîtibin jî tespît, nêzîkatî û hêza wan a li dijî qirkirinê ji bo gelê kurd diyarde ye.
Fehîme Poyraz, dayika Denîz Poyraz ji wan dayikên me ne. Dema hevjînê wê di girtîgehê de bûye hemû debara mala xwe dispêre ser milên xwe û dema roja hevdîtinan de diçe girtîgehê jî naxwaze zehmetiyên ku li pêşberî wê derdikeve bi hevjîn û hevalên girtî re parve bike. Vê yekê jî wek peywirek dibine dayê Fehîme û dibêje pêwîst bû ku hevalan me bi moral bidîta. Bi çi awayî be jî li derve divê em bi hêz bin da ku hevalên girtî jî bi vê yekê kêfxweş bibin.
Helwesta dayikê helwesta kurdan e
Bajarê Îzmîrê yek ji bajaran e ku ji ber polîtîkayên koçberkirinê bi hezaran kurd lê bi cih bûne. Ji ber şerê heyî koçberî ji jiyana kurdan kêm nebûye û kurd di rêwîtiya xwe ya koçberiyê de hem ji bo jiyana xwe biparêzin hem jî ji bo neyên bişaftkirin li ber xwe dane. Dayê Fehîme dema behsa koçberkirina xwe ya ji axa xwe dike diyar dike ku li gel her tiştî ew tu carî ji têkoşînê poşman nebûye. Girêdayîna kurdan a bi nirxên xwe dişibîne bexçeyê gul û çîçekan û dibêje têkoşîn ew qasî xweşik e ku kesan bi hêz dike. Wê zarokên xwe di nav xizaniyê de mezin kiriye, wê zarokên xwe li dijî bişaftinê li partî û saziyên kurdan mezin kiriye, wê zarokên xwe di serdegirtin û li ber rêya girtigehan mezin kiriye. Helwesta wê ya li dijî qetlîama keça wê helwesteke birûmet li hemberî hemû gelê kurd e.
Denîza rû biken
Denîz bi rûkeniya xwe, bi dilnizmiya xwe ji hêla derdorê ve tê nasîn. Dema dayê Fehîme jî behsa wê dike dibêje ku ez ê her keça xwe bi rûyê wê yê bi ken û ruhê wê yê nazik bi bîr bînim. Gelê kurd û hemû gelên li derdora Denîzê civiyan jî dê wê her bi vî awayî bi bîr bînin. Her çend parastvanên kujeran ango plansazên qetlîam pêk anîn rastiya qetlîamê berovajî bidin nîşandan jî ev lîstik dê negire. Heqîqet helwesta dayika Fehîme Poyraz e. Heqîqet li ku be bila be kurd dê heta azadiya xwe têkoşîna xwe ya rûmetê berdewam bikin. Dê têkoşîna Denîzê bi têkoşîna kurd re mîna behrê, mîna çem, kanî û rûbaran.