Malpera nûçeyan a Axios li ser zarê du karbidestên israîlî yên ku navên wan nehate zanîn ragihand ku Amos Hochstein, şêwirmendê pilebilind ê serokê Amerîka Joe Biden, dê roja duşemê bigihêje Israîlê bi mebesta nîqaşkirina aloziya di navbera Îsraîl û Hizbullahê de.
Malpera nûçeyan aşkera kir ku dê Hockstein bi Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Berevaniyê Yoav Galant re bicive û li ser rêyên aramkirina aloziyên navbera Îsraîl û Hizbullahê gotûbêjan bike.
Her wiha li gorî heman çavkaniyê tê gotin ku dibe Hochstein biçe Beyrûtê jî û bi rayedarên libnanî re hevdîtinan bike.
Di heman çavçoveyê de şandeke pilebilind a Îsraîlî dê roja pêncşema bê, bi serokatiya Wezîrê Karûbarên Stratejîk, Ron Dermer û Şêwirmendê Ewlekariya Netewî Tzachi Hanegbi ji bo danûstandinan li ser Lubnan, Xeza û bernameya atomî ya Îranê bike.