Çalakiya nobetê ya li dijî êrîşên Dewleta Tirk û koma paramîlîter a SMOyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser sînorê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê û Qamişloyê hatiye destpêkirin di roja 14emîn de didome. Welatiyên di saetên serê sibehê de hatin ser sînor, dirûşmên “Bijî berxwedana Rojava” û “Rojava rûmeta me ye” berz kirin. Çalakvan berdilkên “Bijî berxwedana Rojava”, “Rojava rûmeta me ye” û “Na ji şer re” li xwe kirin. Di nobetê de wêneyên rojnameger Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hêla Dewleta Tirk ve bi SÎHAyan hatin kuştin jî hatin bilindkirin.
Dayikan bi stranên xwe piştevaniya nobetê kirin. Her wiha ji Sêrtê şandeyek îro tev li nobetê bû. Di nobetê de daxuyanî hat dayin.
Dayika Aştiyê Perîhan Altug di daxuyaniyê de wiha got: “Rojava di bin berpirsyariya me hemûyan de ye. Em hemû di bin şer û bombebaranê de ne. Ji bo dawî li vî şerî, xwînrijandin û şerê qirêj bînin em li vir in. Yên ku li her derê vê xwînrijandin û şerê qirêj bi dawî bikin em kurd in. Em kurd in û li çar parçeyên Kurdistanê li ber xwe didin. Em 40 sal jî têbikoşin, divê dawî li şer bê. Kurd aştiyê dixwazin. Şer bi kêrî kesî nayê. Bidawîkirina şerê li Rojava berpirsyariya me hemûyan e. Jin û zarok li wir tên kuştin. Êdî bes e û bila dayik êdî negirîn. Em aştî û edaletê dixwazin.”
Hevserokê DBPa Sêrtê Mûstafa Dayanan jî di noberdê de wiha axivî: “Dayikên me yên bi rûmet 14 roj in berxwedaneke hevpar nîşan didin. Şerê qirêj ê îro bi armanca tunekirina mirovahiyê ye. Em vî şerê qirêj şermezar dikin. Em şer qebûl nakin. Gelê Rojava ji bo nasname, çand û hebûna xwe têdikoşe. Li dijî gelê kurd her cure şerên qirêj tên meşandin. Serkeftina Rojava jî serkeftina vê derê ye. Em dilê Rojava ne. Werin em bibin yek. Em bang li Dewleta Tirk dikin; em aştiyê dixwazin ne şer.”
Daxuyanî bi dirûşmeyan bi dawî bû.