15 COTMEH 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Biçûk û mezinan li ber xwe da

Di 1ê Nîsana 2025an de Meclisa Sivîl a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û şandeya desthilata Şamê li ser rewşa herdu taxan peymana ji 14 xalan pêk dihat îmze kiribû. Lê piştî 160 rojan desthilata Şamê peyman bin pê kir û Heleb dorpêç kir. Piştre komên Emşat û Hemzat êrişî şêniyên taxê kir. Li dijî vê yekê gel li ber xwe da û ketin parastinê.  

Li Helebê beriya 50 salan mafên kurdan û nasnameya kurdan tune bû. Ziman, çand û nasnameya kurdî qebûl nedikirin. Piştî şoreşê jî taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd di pêvajoyên pir zahmet re derbas bûn. Piştî şoreşê di 13 salên dawî de  zarokên 7 salî heta kal û pîrên 70 salî li dijî DAIŞê li ber xwe dan û xwe parastin. Hikûmetê bi sedemên cuda zext û tundî li gel dikir. Milet pir dihat girtin. Astengî û zextên pir mezin li ser gel hebû. Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li dijî êrîşan bi sedan şehîd dan û bi sedran gazî çêbûn. Di encamê de bi ser ketin. Hemû siyaset pûç kirin.

Heleb cihê bazirganî, aborî û cihekî stratejîk e. Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê parçeyekî Helebê ye. Heta beriya peymanê hêzên girêdayî Tirkiyeyê gef li van taxan xwarin. Bi vê tifaqê heta demekê gef li ser van taxan nexwarin. Vê peymanê yekîtiya pêkhateyên taxê kûrttir kir. Şêniyên taxê di 14 salên şoreşê de xwe bi rêve birin û parastin. Heta niha nehiştine kes têkeve taxên wan.

Di peymanê de hatibû diyarkirin ku taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piraniya şêniyên wê kurd in û ji taxên bajarê Helebê ne. Di peymanê de wiha hatibû gotin: “Hemû saziyên sivîl ên herdu taxan bi koordîneya bi saziyên sivîl ên din re dixebitin û bê ku cudahiyê bixin navbera taxên bajarê Helebê, alîkariyê didin saziyên din. Ew jî bi rêya herdu şaxên şaredariyê yên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk tê.”

Piştî 5 meh di ser peymanê re derbas bûn, di 6ê cotmehê de komên Emşat û Hemzat ku hêza xwe ji Tirkiye û Şamê digirin taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye dorpêç kirin. Lê rastî berxwedana hêza parastinê hatin û paşve kişiyan.

Rêveberê Ofîsa Têkiliyên Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) a Helebê Mehmet Emîn Elîko anî ziman ku li Helebê bi taybetî li taxên Şêxmexsûd û Eşrefiyê hewldanên dorpêçkirinê hebû û wiha got: “Heta 7ê cotmehê taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd bi temamî dorpêç kirin. Rêyên çûn û hatinê girtin. Nêzî 400-500 hezar mirov li van taxan dijîn. Di van taxan de hemû pêkhateyên li Suriyeyê hene. Li dijî vê dorpêçê gel daket kolanan.  Ji 7 salî heta 70 salî biçûk û mezin li dijî donpêçê daketin kolanan û nerazibûna xwe nîşan da.  Di dorpêçê de hikûmeta demkî û komên girêdayî wezareta parastinê êrîşî gel kirin. Topên ji agir avêtin nava gel. Gel li dijî van êrîşan li ber xwe dan. Piştî berxwedana gel a li dijî êrîşan pêş ket, vê carê gule li ser gel reşandin.”

Gel parastina taxê kir

Mehmet Emîn Elîko da zanîn ku komên Emşat û Hemzat piştî êrişî gel kirin, hêzên parastina hundir bersîv da û parastina gel û parastina taxê kir û wiha axivî: “Li taxê şer pêk hat.  Şer nêzî 3 saetan berdewam kir. Piştre wan agirbest xwest. Gel di şer de berxwedaneke mezin nîşan da. Piştî şer komên êrîş kirin agirbest xwestin. Ji ber yên êrîş kirin di şer de şikestin. Komên êriş dikin komên Emşat û Hemzat in. Girêdayî Wezareta Hundir a Şamê ne. Lê ev kom fermanê ji Tirkiyeyê digirin. Di demên dawî de êrîş zêde kirine. Êrişî Dêr Hafir, Tişrîn û deverên din kirin. Dîsa li ser rêya Efrînê êrîşên wisa qirêj dikin.”

Mehmet Emîn Elîko, da zanîn ku ev komên êrîşkar hêz û piştgiriya xwe ji Tirkiyeyê digirin û wiha pêde çû: “Ev komên çete destekê ji Tirkiyeyê digirin. Armanca van êrîşan, aramî û demokrasiya vê taxê xera bike. Li van taxan aramî, edalet, demokrasî û wekhevî heye. Dixwazin vê aramiyê xera bikin. Her tim dixwazin tevliheviyê çêkin. Karê wan êrîş û tevlihevî ye. Gel bi çûk û mezinan parastina xwe kir. Gotin ‘em destûr nadin hûn derbasî taxên me bibin’.”

Mehmet Elîn Elîko bal kişand ser peymana 10ê Adarê û 1ê Nîsanê û wiha lê zêde kir: “Di 1ê Nîsanê de li Helebê di navbera taxên Eşrefiye û Şêxmeqsûd û Şamê de peymana ji 14 xalan pêk dihat îmze kirin. Lê ev xal binpê kirin. Peymanan binpê dikin. Di hişmendiya wan de serdestî heye. Dibêjin ‘em ê hir tiştî li gorî xwe bikin’ Gelekî din û neteweyek din di nav xwe de qebûl nakin. Hişmendiya şovenîst, înkar, kuştin û qirkirina gelan bi wan re heye.  Me ev hişmendî li Beravê, Şamê, Swêda û gelek cihê din dit. Ev siyaseta şoven didome.”

‘Ên xwe neguherînin dê bên guherandin’

Mehmet Emîn Elîko, destnîşan kir ku kesên xwe neguherînin dê bêne guherandin û wiha berdewam kir: “10 meh in bûne desthilat. Lê kuştin didome. Revandin û êrîş didomin.  Ji ber vê yekê jî eger îro desthilata Şamê di siyaseta xwe de guhertinê nekin dê bêne guhertin. Em bi hêvîne. Em bi biryar in bi hevre vî welatî ava bikin.  Li vir roleke mezin dikeve ser dewletên ereb û DYAyê. Divê êdî her kes li dijî vê zihniyetê derkevin û li berxwedana gel xwedî derkevin.

Mehmet Emîn Elîko bal kişand ser civîna li Şamê pêk hat û wiha bi dawî kir: “Piştî civîna di navbera şandeya HSDê û hikûmeta demkî de pêk hat, wezîrê parastinê li ser hesabê X got ‘Me li hemû eniyan agirbest ragihand. Muhafisê Helebê jî li ser hesabê X got, ‘em mizgîniyê didin gelê Helebê, dê rewş aram bibe û çûn û hatin dê asayî be.’ Lê komên Emşat û Hemzat dijberî wê tev geriyan. Tax dorpêç kirin û li ser gel zext çêkirin. Di 9ê cotmehê de gotin, ‘em ê sê deriyan vekin’. Lê dîsa erebeyan derbas nakin. Lê hewldan hene ku ji bo erebe derbas bibin. Ji bo pêwistiyên jiyanê yên wekî arvan, şîr, xwarin û vexwarin derbas bibe. Li vir nêzî 450 hezar mirov dijîn. Hejmarek gelek zêde ye. Dorpêç heye. Li dijî dorpêçê berxwedan jî heye.”