10’ê kanûnê ango Roja Mafên Mirovan a Cîhanî bû. Li seranserî cîhanê bi pêşengiya azadîxwaz û kesayetên têkoşîna mafên mirovan didin meşandin bi boneya rojê çalakî hebûn. Bi taybet li welatên ku mafên mirovan lê tên binpêkirin gel bi girseyî li qadan bûn. Bi van çalakiyan ve carekedin bi aşkerayî hate dîtin ku di roja me ya îro de binpêkirina mafên mirovan êdî bûye pirsgirêkek mezin.
Di sedsala 21’an de bi berbelavbûan pergala modernîteya kapîtalîst ve êdî di her beşa civakê de mafên mirovan tên binpêkirin. Lê wisa hatiye ku ji zarokê 7 salî yê diçe dibistana seretayî heya kal û pîrê 70 salî herkes maxdûrê vê pergala ku xwe li ser civakê ferz dike. Li dijî vê pergala dij-mirovî şoreşger û azadî xwaz têkoşîna herî mezin didin meşandin. Bêguman yek ji van jî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e.
Rêber Apo bi pêşxistina pergala Modernîteya Demokratîk a ku bingeha xwe ji paradîgmaya Neteweya Demokratîk, Ekolojîk û Azadxwaziya Jinê digıre, li dijî pargala ku civak xistiye nava pencên xwe û roj bi roj difetisîne xwest xwedî li nirxên mirovahiyê derkeve. Pergala ku îro bi her awayî xwe li ser îrade û hebûna gelan ferz dike ev nerîn û paradîgmaya Rêber Apo ji bo xwe gef dît. Lewma bi destê cerdevanên sedsala 21’an ên ku bi şeklê netewe-dewletê hatiye rêxistinkirin li dijî Rêber Apo kete nava komployek mezin û ew ji hêza wî ya herî bingehîn ango ji civakê qutkirin. Bi tecrîdek ku di dîrokê de tu mînakê wê nehatine dîtin wî ji cîhana derve qutkirin û bi tu awayî nahêlin gel ji nerîn û dîtinên sûd bigirin.
Ev tecrîda ku roj bi roj girantir dibe ne tenê li dijî qaşo qanûnên dewleta tirk tenê, li dijî hemû peymanên mafên mirovan yên navneteweyî ye jî. Lê ji ber ku mijar Rêber Apo ye, ango têkoşer û azadîxwazê herî mezin yê sedsala 21’emîne li dijî ev peyman hemû bêhikum û bê wate mane.
Li dijî vê tecrîda mutlaq a li ser Rêber Apo tê ferzkirin ne tenê gelê kurd, li seranserê cîhanê gelek kesayetên naskirî û xwedî nufûs ji bo dawî li vê zilmê were bang kirin. Herî dawî 10’ê Cotmehê bi dirûşema “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareserî” hate destpêkirin. Di demek kurt de gelek sazî û rêxistinan ragihandin ku ew jî beşdarî vê pêngava cîhanî dibin.
Herî dawî li zindanên dewleta tirk girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê, di çarçoveya pêngavê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Îro em hemû dizanin ku li zindanên dewleta tirk girtiyên siyasî rojane rastî tundî, êşkence, bêhiqûqî û hemû cûreyên rûmetxistinê tên. Tevî van zextên psîkolojîk jî eger îro li zîndanan têkoşînek tê meşandin ev nirxek mezin e.
Bi armanca xwedî derketina li çalakiyên girtiyên azadiyê li gelek nevendên cûda Nobetên Edaletê hatin destpêkirin. Bêguman ev Nobetên Edaletê gelek bi nirx û watene. Ji gelek derdorên cûda siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rojnameger û hiqûqnas jî piştgiriyê didin çalakiyên Nobetên Edaletê. Divê were zanîn ku berxwedana li zîndanan û têkoşîna li derve bi hev ve girêdayî ye. Ji vî aliyî ve Nobetên Edaletê dibin dengê girtiyan û piştgiriya ji bo wan jî tê wateya xwedî derketina li azadiyê.
Di şertên herî giran ên faşîzmê de eger îro azadîxwaz bêyî ku têkevin nava hesabên şexsî û têng, xwedî li nirxên mirovahiyê derdikevin ev bi serê xwe serkeftinek mezin e. Lê têkoşînek ku wisa mezin û berfireh mirov nikare bi çalakiyan çend kesan jî sînordar bike. Lewma divê qada çalakiyan were mezinkirin û berfirehkirin. Ji bo vê jî erk û berpirsyarî dikeve ser her ferdê civakê. Çawa ku em civakê nikarin ji hev cûda bikin em nikarin têkoşîna civakî jî hev cûda bikin. Lê em bala xwe didênê îro li dijî faşîzma AKP-MHP’ê beşekî civakê tenê di nava têkoşînek mezin de ye. Bi taybet di vê mijarê de divê ciwan hîn bêhtir bikaribin xwedî li nirxên xwe derkevin. Ji ber ku deshilata AKP-MHP’ê bi van pêkanînên xwe yên dij-demokratîk û dij-mirovî paşeroja wan ji holê radike û berê wan dide ber bi cihekî ne diyar ve. Lewma divê di serî de ciwan û jin hemû beşên civakê li dijî vê siyaseta kirêt di eniya azadî û demokrasiyê de cih bigirin.
Eger îro girtiyên azadiyê tevî hemû şertên giran jî dikarin têkoşînekê bidin meşandin, her kesê ku li derveye jî dikare di astekê hîn xurtir helwesta xwe bide nîşan dan. Vaye em dibînin ku îro çawa gel xwedî li hebûna xwe derdikeve. Ji vî milî ve jî çalakiyên Nobetên Edaletê pir bi nirx û watedar e. Bi taybet di Roja Mafên Mirovan a Cîhanî de li darxistina van çalakiyan hêja ye.
Divê her yek ji me bi sekin û têkoşîna xwe ve pişgtiriyê bide van çalakiyan. Divê em ji bîr nekin ku ev çalakî dengê girtiyên azadiyê yên li zîndanên dewleta Tirk de dîl girtîne. Ji bo dengê azadiyê sînorên faşîzmê têk bibe û bigihêje derveyî zindanan lazime her yek ji me bi erka xwe rabe. Ji bo vê jî pêwîstî bi têkoşînek yekgirtî û xurt heye. Ji vî aliyî ve Nobetên Edaletê pir girîng û bi nirxin. Ger em li gorî vê girîngiyê nêzî meseleyê bibin ez di wê baweriyê de me ku wê encameke baş derkeve holê. Lewma encam wê têkoşîna me ya hevpar diyar bike. Jixwe êdî ev pêvajo sekna ji rêzê û navîn bi tû awayî qebûl nake. Dem dema xwedî derketina hebûna xwe ye. Ji bo vê jî divê em dijminê xwe baş nas bikin û li gorî wê têkoşîna li dijî zilimkaran mezin bikin.