Hunermendê kurd Sînan Hezer qala berpirsyariya temsîliyeta hunerê, pêwîstiya bi hilberîna kolektîf, şerê estetîk û polîtîkayê û hêviyê weke stratejiyekê dinirxîne. Hunerê weke bibîranîn, vegotin, berxwedan û qadeke exlaqî ya mayina bi hev re pênase dike.
Li ser berxwedana di pratîka hunerî de Sînan Hezer got, “Ji bo min berxwedan ne tenê rabûna li ber e, yan jî rexnekirin e. Berxwedan israra wê yekê ye ku ya nayê dîtin nîşan bide. Jinûvegeşkirina çîrokên tepisandî û bêdengkirî, zindîkirina hişê li ber tinekirinê ye. Di hunera min de berxwedan ‘nerazîbûnek’ nîne, şêweyekî dewamkirinê ye, israra li ser hebûnê ye. Dema ku firçeya xwe digerînim, dibêjim ‘Ez li vir im, em li vir in, çîroka me neqediyaye’ dewam dike. Dîroka gerdûnî ya hemû neteweyan bi vî rengî xurt dibe.”
Sînan Hezer girîngiya sembolên di berhemên xwe de bi vî rengî vegot: “Sembol ji bo min weke ‘zimanekî veşartî’ ne. Tiştên ku yekser nikarim bibêjim, dema ku gotin bi rîsk be û vegotin kêm bihêle, sembol derdikevin holê. Çivîkek, bedeneke birîndar, heywanek, valahiyek, gerîlayeke jin a dimeşe… Ev hemû işaretê bi çîrokekê, bi jiyanê dikin. Bi dîtina min hin sembol parolaya jiyana di bin zextê de ye; ji temaşevan re dibêje, ‘Ya te nedîtiye bibîne, ya te ji bîr kiriye bi bîr bîne’. Her hunermendek ku hunerê hildiberîne, li pey parolayekê, li ber nirxandin, şîroveyekê dikeve. Ez jî yek ji wan im. Di hin sembolên xwe de bi zanebûn balê dikişînim ser vegotinên gelê kurd, neqşên li ser tejikan û zimanê bedenî yê kevneşop. Ev yek ne nostaljiyek e, nîşandana berdewama hebûnê ya li ser koka xwe ye.”
Di berdewama axaftina xwe de Sînan Hezer nêzîkatiya hunerî ya kolektîf nirxand û wiha pêde çû: “Hunera kolektîf ji bo min ne tenê karkirina bi hev re ye. Tê wateya fikirandina bi hev re, êşa bi hev re, xurtkirina hevdu. Kolektîfî hevkariyeke berpirsyariyê ye. Ji bo hunermendên li sirgûnê yan jî di bin zextê de hunerê dikin kolektîf li dijî tenêtiyê. Ew tevneke piştevaniyê ye. Di nav vê tevnê de parvekirin, axaftin, nîqaş û bibîranîn hene.”
Sînan Hezer ji bo parastin û zindîhiştina hişî wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ne weke xemlekê weke amûreke piştevaniyê, maleke bîranînê, qadeke berxwedanê em xwedî li hunerê derdikevin. Ji kîjan welatî, ji kîjan zimanî, di nav kîjan şert û mercî de dibe bila bibe, em bibin dengê hev, soz bidin hev û mil bidin hev. Ji ber ku dema me bi hev re hilberand, bi hev re bi bîr anî, bi hev re li ber xwe da, ev çîrok dikare ji tinebûnê rizgar bibe.”
