12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi zimanê Montaigne faşîzma AKP/MHPê

Lehengê romana ‘Reîsê Epîlepsîk’ jî, çîroka 22 salan e û desthilatdariya xwe bi xwînê pêk tîne. Di rojên ku dixwaze li ser Rêber Abdullah Ocalan siyasetê bike, xespkirina şaredariyan û êrişên qirkirinê zêde kirine.

Eger, romana desthilatdariya AKP/MHPê ya 22 salan bê nivîsandin, dê encameke çawa derbikevê hole?

Ev pirs, destpêka romana ‘Reîsê Epîlepsîk’ e, bersiv jî ‘travma civakî’ ye!… Yan jî bi gotina Montaigne, “Cihê ku edalet lê nebe, behsa exlakê nayê kirin.” Ev jî tê wateya ku ‘siyaseta axtapot’ heye û zagonên bi xwînê hatine nivîsandin serdest in. Ev zagon êşê bi êşê, eza û cefayê derman dikin. Behsa Xwedê dikin, lê ‘pare-metîk’ in. Para-metîk, ‘ate-îst’an rexne dikin, lê ew hem dijminê xwezayê ne, hem dijminê mirovahiyê ne. Cihêkarî û siyaseta red û tunehesibandinê sed sal in berdewam dikin. Ji berdêla çareseriyê, cihêkariya alagorîk-metaforîk dimeşînin, pirsgirêkan hem zêde dikin, hem kûr û dijwar dikin.

Tabloyeke tevlîhev heye û ji bo nivîsandina romana desthilatdariya 22 salan, sebra Tolstoy pêwist e. ‘Reîsê Epîlepsîk’ lehengê vê romanê ye… Lehengekî balkêş e, hunera wî jî dek dolab in, bi lîstîk û derewan, bi teşqele û xapandinê, xwe li ser lingan digire. Di destpêka desthilatdariya xwe de, li Amedê got, “Pirsgirêka kurd pirsgirêka min e.” Bi rastî jî kir pirsgirêka xwe û siyaseta tunehesibandin û tunekirinê, di trawmaya şehwetî û narsist de veguherande siyaseta axtapot.

Axtapot, xwedî morfoloji-organîzmayeke ku menendê wê nîn e ye. 8 çengên wê, 3 dilên wê hene, dema lewaz dibe di qula derziyê re diçe, dema zira wê tê, 9 metreyan dirêj dibe û êrîşan dike. Kurd, vê gotinê, ji bo mirovên ku jiyana xwe bi xwînê, talan û wêraniyê pêk tînin bi kar tînin.

Lehengê romana ‘Reîsê Epîlepsîk’ jî, çîroka 22 salan e û desthilatdariya xwe bi xwînê pêk tîne. Bi taybetî, di van rojên ku dixwaze, li ser Rêber Abdullah Ocalan siyasetê bike, xespkirina şaredariyên kurdan û tayinkirina qeyûman, êrişên qirkirinê zêde kirine. Tê xuyakirin ku weke axtapot, çeng û destên xwe dirêjî her cihî û her deverê dike. Montaigne dibêje; “Qral, an jî siltan, eger hişmendiya azad ne parêze ji gencîneya dewlemend a hişmendiyê bê par e, korê bi çav e!…”

Weke nivîskarekî dizanim ku, romana desthilatdariya AKP/MHPê, dê biqasî ansiklopediya Meydan Laroussa stûr be. Bûyeran, bi xelekên mîzansena lîstik, dek û dolaban, çîrokên magazînal û hestên bedenî û fikrî yên trawmatîk, dê cihekî mezin bigirin. Balkêş e û ez ê bi tîpên mezin binivîsim: LI TIRKIYETÎYÊ KÛÇIK Û MIROV HEV GEZ DIKIN. Di pîşeya rojnamegeriyê de, rêbaza yekemîn; eger “Kûçik mirovekê/î bidirîne ne balkêş e, nabe nûçe, lê eger mirov kuçikekî bidirîne balkêş e û nûçe ye.” Li Tirkiyeyê, herdu tişt jî dibin. Lê ya balkêş ew e ku, dema rojnameger nûçeyên bi vî rengî amade dikin tên girtin.

Di nûçeyên medya televizyon, rojname û ajansan de, li Tirkiyeyê, her roj, geh mirov kûçikan gez dikin, geh kûçik mirovan didirînin cih digirin. Anku maceraperestiyeke pir balkêş heye!..

Ji serdama kaotîk a dîroka mirovahiyê û heta îro, macerayên bi vî rengî ne hatine dîtin. Ji bo vê jî, nivîsandina romana macerayên balkêş giring e û di beşê yekemîn de, dîlgirtina Xweda heye. Di beşa duyemîn de, dîlgirtina pêxemberan heye. Di beşaê sêyemîn de jî, wê axaftina ‘Reîsê Epîlepsîk’ a piştî nimêja înê ya bi ‘cemaet’ê cih bigire. Û xelekên macereyan li pey hev rêz dibin.

Piştî her nimêja înê, ‘Reîsê Epîlepsîk’ mikur tê ku wî li pêşiya cemaetê nimêj kiriye, li mirovên ku mafan dixwazin entelektuelên   ku demokrasiyê dixwazin, filozofên behsa zanistê dikin, karker û kekdarên daxwaza mafên kedê dikin nelet barandiye.

Dibêje: “Ev niyaza min ya ji Rebê min e!..” Vêca Rebê ‘Reîsê Epîlepsîk’ kî ye, çi ye, di bûyera Rêza Zarab ê îranî de hate xuyakirin. Lewma min gotina ‘pare-metîk’ bi kar anî. Ji ber ku exlaqê Zarabê îranî, ji exlaqê Xwedayê mezin û pêxemberan dûr e. AKP/MHPê jî ev exlaq bijartiye û pergala perwerdeya wan jî, ji rê û warên akademik dûr e, akademisyenên wan jî, ji potansiyela nirxandinên civakî û meta-felsefeyê dûr in, weke papaganan, fikrê ‘Reîsê Epîlepsîk’ dubare dikin.

Gotina ‘Exlaqê bêXweda’ navê pirtûka feylesofê Amerîkanî Walter Sinnot Armstrong e û li Tirkiyeyê jî hatiye weşandin. Gelek caran û gelek mirov dibêjin ku Xwedê jî dijminatiya gelê bindest (kurdan) dike. Beşek jî dibêjin, “Tîrên Xwedê di zaliman re naçin.” Feylesofê elmanî Nietzsche, di pirtûka “Zerdesht Wiha Gotiye” û Dostoyevskî jî bi devê İvan Karamazov, dibêje ku “Xwedê miriye”, her tiştî mubah dibînin.

Jinên kurd li dijî vê rewşê, gotina, “Waweylê û ya staaar” bi kar tînin. Di lavêja suryaniyan de jî, gotina “Weylik li me be” tê bikaranîn.

Amstrog, bi pirtûka xwe, ate-îstan mehkûm dike. Gelo li Tirkiyeyê kîjan akademisyen û feylesofan diruşma pare-îst’ên ku gelê kurd û erdnîgariya Kurdistanê dûçarî tunekirinê dike, mehkûm dike? Ne yek jî!..

Dibêjin, ate-îst kiryarên dehşetengîz dikin. Gelo, kesên ate-îstan mehkûm dkin, bala xwe dane kiryarên desthilatdariya pare-îstan. ku ji ate-îst’an gelek xirabtir, kambaxtir û dijwartir kiryarên dehîşetengîz dikin? Pare-îst, ne tenê ji aliyekî ve, ne tenê bi kesekî tevdigerin, hem ji aliyê potansiyala leşkerî ve hem di burokrasî, dadgerî û komên paramîlîter de, kiryarên dehîşetengîz dikin.

Jî texmînan wêdetir dizanim; pare-îst, tov û berhemê yek çavkaniyê ne; kursî û berjewendî ji bo wan her tişt e!… Ji destpêka dîroka mirovahiyê ve, kursî û berjewendî bûne çavkaniya kuştin, wêranî û teşqeleyan. Lê di serdema desthilatdariya AKP/MHPê de, gelek zêde ne. Di romana serdema AKP/MHPê de, bêndera kuştiyan, du-sê caran ji serdema avakirina dewleta Enqereyê zêdetir in. Hejmara zindanên hatine avakirin û têne avakirin, ji hemû serdemên desthilatdarên sed salî zêdetir in.

Montaigne dibêje; “Prensê Galler Edward, bi karakterê xwe, bi serwet û seltenata xwe, mînaka herî balkêş û nayê jibîrkirin e.” Ev gotinên ku 491 sal beriya niha hatine gotin îro bêyî qazkirin û dirûnekê, bêyî prowekirina terziyan, li bejna ‘Reîsê Epîlepsîk’ tê. Bi gotina Kafka; leheng ‘Reîsê Epîlepsîk’, ‘Mirovê di xwe de fetisî’ ye. Her dem bi mikûs û mirûsekî jehrî derdikeve pêşberî xelkê. Kesê/î nedîtiye ku keniyaye. Tenê dema ku li pêşberî mîrekên ereb, pareyan lave dike, beşûşiyek nermik û sivik di tivêla rûdêna wî de xuya dike û di cih de winda dibe.

Di dînê îslamê de, ji bo kesên ku bi avê destnimêjê digirin, dibêjin “ji rûdêna wan ‘nûr’ dibare.”

Lê kesî heta îro, ji bo ‘Reîsê Epîlepîsk’ ev gotin negotiye. Dibêjin, ji rûyê wî g.. û jehr dibare. Biqasî, teyrok û berfê sar e, cewher di reşka çavên wî de nemaye!.. Şikir û elhemda wî jî kufr û şîrk e!… Du kiryarên wî yên navdar hene: Yek, kiryarên Voyvoda-yî ne, du, cezakirina serdema osmaniyan a parçekirina bedena mirovan e!… Voyvoda, mirov li singan (li qazoxan) didan, osmaniyan jî dest û lingên mirovan bi hespan ve girêdidan û bi saxî parçe dikirin. ‘Reîsê Epîlepsîk’ jî, bi bombeyan bedena mirovan parçe dike, di çalên asîdê de dişewitîne, ji firokan diavêje.

Montaigne dibêje, “Kesên ku xirabiyê bikin, gelek bêhtir rastî xirabiyan tên. Meşa hingiv jî derziya xwe di laşê mirovan re radike, canê wan diêşîne, piştre dimire û diçe.” Gotina, “Dimire û diçe” ji bo mirovên sadîst, diktator û faşîst tê bikaranîn.

Montaigne, wek ku berxwedana gelê kurd, lehengiya ciwanên kurd bîne zimên, dibêje; “Rûbirûhatina bi mirinê re, rûbirûhatina bi azadiyê re ye. Kesên fêrî mirinê dibin, ji koletiyê-çakeriyê azad dibin.” Abdullah Ocalan jî dibêje, “Min mirin kuştiye.” Kuştina mirinê, mirov ji her cureyp koletî-çakeriyê rizgar dike.

Balkêş e ku di nav sed salan de yek tiştekî ku mirov bibêje, “Baş e” çênebûye. Eger em vê rastiyê nebînin û qebûl nekin, em ê bikevin tevliheviya efsûnî û xeşîmiya çîrokên eksantîrk. Ketina xeşîma çîrokên eksantîrk, dûrketina ji nirxên mirovî ye. Kesên ku dîroka Dewleta Tirk û paşayên Îttîhat û Terakkî xwendine, baş dizanin ku kadroyên dewleta Enqereyê, gotina ‘Kuva-yî Milliye”ji bo destnîşankirina hêza ‘tirkî’ bi kar tînin. Lê ev heza ‘Kuva-yî Milliye’ kurd in, ne dewşirme ne, naa!…

Ev hêz, yekemîn car ji aliyê kurdan ve, li Dilok û Mereşê weke hêzên gel ên xwecihî hatin avakirin û li dijî fransiyan dest bi têkoşînê kirin. Guleya pêşî jî ne li Îzmîrê li Dilokê hate teqandin. (Sal 1918-1919) Sabahttin Selek, bi berfirehî li ser vê mijarê radiweste. (1) Wasif Beg, li ser navê Dilokê tevlî kongreya Sîwasê dibe û dibêje, “Cemiyetên Îslam-î li dijî fransiyan şer dikin.” Piştî demekê zabitê Îttîhat û Terakkî Kiliç Alî diçe herêmê. Lê dîroka fermî behsa van rastiyan nake.

Vêca, li welatê Erdoganland, bi mêjiyê ‘Reîsê Epîlepsîk’ ‘Yek milet, yek dewlet, yek ziman û yek al’ hebûnek di dîroka trawmatîk de derketiye holê û siyaseta axtapot dimeşînin. Ev jî her cure têkiliyên civakî û çandî tune dike. Ji bo vê jî, min di vê nivîsê de, bi taybetî hişmendiya Moantîgne, ku ‘Kursî û pare-dirav’ weke Xweda qebûl dike û gotinên Kafka ku “Ev aqil, mirovan di eyarê wan de difetisînê, dike kêzik” derxiste pêş. Gelek nivîskarên ku ji ber ‘Reîsê Epîlepsîk’ reviyane derveyî welêt, vê serdemê, weke ‘xeşîma tarî’ bi nav dikin.

Prof Dr. Sencer Divitçioglu, ku yek ji pêşengê wêjeya metafizîk-Existanyalîst e û nivîskar Selahattin Hilav, û hwd. dewleta Enqereyê ‘despot’ bi nav dikin. Mixabin, ev nivîskar tev, pirrengniya Dewleta Enqereyê, Anatoliya, Kurdistan-Mezopotamya ji bîr dikin. Du-sê caran, li navenda kovara YAZKO, bi Selahattin Hilav re hatim cem hev, her dem mînaka Nazim Hikmet û tiştên anîne serê wî derdixiste pêş û behsa têkoşîneke hevgirtî dikir.

Vêca, bi gotina çepgirê fransî Jean Jaures, “Malbata mirovahiyê di jêrzemîna mala wan de hatiye fetisandin.” Kiryarên li dijî Nazim Hikmet û kuştina Mustafa Suphî û hevalên wî ya li Deryaya Reş ev rastî ye. ‘Reîsê Epîlepîsk’ jî, di jêrzemînên Cizîr, Sûr û 8 bajarên li bakûrê Kurdistanê şewitandin, jehrîkirin û fetisandina komên xelkê kirin. Ev kiryar, ji bûyerên romana Josef Nyary- ‘Çavdêrê Dîrokê-ARAS’ bi gelek balkêştir in.

Romana Josef Nyary, ‘ARAS’ 732 rûpel in û behsa xwîna ku li cîhana rojhilat hatiye rijandin dike. Li dijî despotîzmê berxwedana kurê Xwedawend Aras heye. Lê ya balkêş ew e ku behsa 10 xisletên xerab ên Dehak dike û ev xislet li bejna ‘Reîsê Epîlepsîk’ tên.

Lê balkêşiyeke din heye. Montaigne, di nivîseke xwe de behsa mêrxasî û pesindariya lehengiya mêran dike û Skenderê Makedonî weke mînak nîşan dide. Pişt re quretî û pozbilindiya wî weke ‘narsist’ nîşan dide û dibêje; “Mirov di nava hestên hezjixwekirinê de, ji merhamet û nirxên mirovahiyê dûr dikeve”, dibe kesayetek kevirî, ‘put’ek, û ha ha fermanên tunekirina nifşê mirovahiyê dide. Dema ku di vê çarçoveyê de, li ser romana 22 salên desthilatdariya AKP/MHP mijul dibim, ev nirxandin dibe tabloya serdema me.

Herçiqasî diwarê Berlînê hatibe hêrifandin jî, sed sal in diwarê faşîzma Îttîhat û Terakkî nehatiye hêrifandin. Divê serdama endurstriyel ya piştî Montaigne bi 491 salan, ev diwarê ku li pişt xwe gelek wêranî û bênderên bixwîn û komên laşan hiştine, weke zincira herî bi hêz a barbarîzma lîberal xuya dike.

Ev desthilatdariya faşîst û hov ketiye pêvejoya hêrifandinê.

Di romana ‘Reîsê Epîlepsîk’ de beşekî taybet, bi sernavê ‘Felaketa dojehî’ heye. Ji ber ku ‘Reîsê Epîlepsîk’, bi dîmenekî ‘sekna wijdanî’ de, alîgiriya gelê Filîstînê dike, li aliyê din jî, bi ruhê pare-îst, bazirganiya bi Îsraîlê re dimeşîne. Paşê kurdan bi Îsraîlê ve girêdide û Rojava weke ‘terorîstan’ bi nav dike. Bi gotina Montaigne; hêrsa dînitiyê ev e, tirsa têkçûnê, ya durûtî, derew, teşqele, nîq, îxanet, serdestiya şehewî, mêjî û mantiqê dewixî ye… Mixabin û xerîb e ku li ber van bêrdêlên ku mirovanî dide gelek mezin e.

‘Reîsê Epîlepsîk’, xeyal dike ku li dijî Ewropayê şerî bide destpêkirin, lê dilê wî ne dilê Selahaddinê Eyyubî ye û cîhana îslamî jî baweriyê pê nayîne. Heta jê tê, cîhaneke tarî ava dike, gelê kurd û gelên Tirkiyeyê di nava rondikên dayikan da tune dike.