Ev pirs, destpêka romana Reîsê Epîlepsîk e, bersiv jî “travma civakî” ye! Yan jî bi gotina Montaigne, “cihê ku edalet lê nebe, behsa ahlak nayê kirin.” Ev jî tê wateya ku “siyaseta ahtapot” heye û kanunên bi xwînê hatine nivîsandin, serdest in. Ev kanun, êşê bi êşê, eza û cefayê derman dikin. Behsa Xwedê dikin, lê “para-metîk” in. Para-metîk, “ate-îst”an rexne dikin. Lê ew hem dijminê xwezayê ne, hem dijminê mirovaniyê ne. Cihêkarî û siyaseta red û înkara sed salî dewam dike. Ji berdêla çareseriyê, cihêkariya alagorîk-metaforîk dimeşînin, pirsgirêkan hem zêde dikin, hem kûr û dijwar dikin. Tabloyek tevlîhev heye û ji bo nivîsandina romana desthilatdariya 22 salan, sebra Tolstoy pêwist e.
Reîsê Epîlepsîk lehengê vê romanê ye. Lehengekî balkêş e, hunerê wî jî dek dolab in, bi lîstîk û derewan, bi teşqele û xapandinê, xwe li ser lingan digire. Di destpêka desthilatdariya xwe de, li Amedê got, “Pirsgirêka Kurd pirsgirêka min e“, bi rastî jî kire pirsgirêka xwe û siyaseta inkar û tunekirinê, di travma şehewî û narsist de veguherande siyaseta ahtapot.
Ahtapot, xwedî morfoloji-organîzmayek ku menendê wê nîne ye. 8 çengên wê, 3 dilên wê hene, dema lewaz dibe di qula derziyê re diçe, dema zirra wê tê, 9 metreyan dirêj dibe û êrîşan dike. Kurd, vê gotinê, ji bo mirovên ku jiyana xwe bi xwînê, talan û wêraniyê dinivîsin bikartînin.
Lehengê romana Reîsê Epîlepsîk jî, çîroka 22 salan e û desthilatdariya xwe bi xwînê dinivîse. Bi taybetî, di van rojên ku dixwaze, li ser Rêber Abdullah Ocalan siyasetê bike, xespkirina şaredariyên Kurdan û tayinkirina qeyuman, operasyonên qirkirinê zêde kirine. Tê xuyakirin ku weke ahtapot, çeng û destên xwe dirêjî her cihî û her deverê dike. Montaigne dibêje; “Qral, yan jî siltan, eger hişmendiya azad ne parêzê, ji gencîneya dewlemend ya hişmendiyê bê par e, korê bi çav e!…”
Weke nivîskarekî dizanim ku, romana desthilatdariya AKP/MHPê, wê biqasî ansiklopediya Meydan Laroussa qalind be. Bûyeran, bi xelekên mîzansena lîstik, dek û dolaban, çîrokên magazînal û hasten bedenî û fikrî yên travmatîk, wê cihekî mezin bigirin. Balkêş e û ez ê bi tîpên mezin binivîsim: LI TIRTIYÊ; KUÇIK Û MIROV HEV GEZ DIKIN. Di pîşeyê rojnamevaniyê de, rêbaza yekemîn; eger “kûçik mirovekî bidire, ne balkêş e, nabe nûçe, lê eger mirov kuçikekî bidire, balkêş e û nûçe ye.” Li Tirkiyê, her du tişt jî dibin. Lê ya balkêş ew e ku, dema rojnamevan nûçeyên bi vî rengî amade dikin têne girtin.
Montaigne, ji bo nivîsên xwe sernavê; Les Essaîs-ku Tirk dibêjin, “deneme”, nivîskarên Kurd jî dibêjin. “ceribandin”, bikaraniye. Lê dema em li nivîsên wî dinêrin, wateyek din, yanî “ayarkirin, pîvan û nirxdayin” derdikevê holê. Deneme’ya bi tirkî di zanistiya “kimya” de belkî rast e; “ceribandin” jî ne Kurdî ye, erebî ye. Yanî her du gotin jî, negatîf in. Bi gotina zaravayê soranî “ezmune”, belkî baştir be. Gelo çavdêrî wê ne baştir be?
Em dev ji tematîk-analîz û etîmolojiya gotinê berdin, werin ser mijara xwe.
Di nûçeyên medya televizyon, rojname û ajansan de, li Tirkiyê, her roj, geh mirov kûçikan gez dikin, geh kûçik mirovan didirin cih digirin. Yanî maceraperestiyek pirr balkêş heye!..
Ji serdama kaotîk ya dîroka mirovahiyê û heta îro, macerayên bi vî rengî ne hatine dîtin. Ji bo vê jî, nivîsandina romana macerayên balkêş giring e û di beşê yekemîn de, dîlgirtina Xweda heye. Di beşa duyemîn de, dîlgirtina pêxemberan heye. Di beşaê sêyemîn de jî, wê axaftina Reîsê Epîlepsîk a piştî lîmêja Înê ya bi “cemaet” cih bigire. U xelekên macereyan li pey hev rêz bibin.
Piştî her limêja Inê, Reîsê Epîlepsîk, mikur tê ku wî li pêşiya cemaetê limêj kiriye, li mirovên ku mafan dixwazin, enetelektuelên demokrasî dixwazin, filozofên behsa zanistê dikin, karker û kekdarên daxwaza mafên kedê dikin, lanet barandiye.
Dibêje: “ev niyaza min ya ji Rabê min e!..” Vêce Rabê Reîsê Epîlepsîk kî ye, çiye, di bûyera Rêza Zarabê Îranî de hate xuya kirin. Lewma min gotina “para-metîk” bikaranî. Ji ber ku ahlaqê Zarabê Îranî, ji axlaqê Xwedayê mezin û pêxemberan dûr e. AKP/MHPê jî ev exlaq bijartiye û sîstema perwerdeya wan jî, ji mecrayên akademik dûr e, akademisyenên wan jî, ji potansiyala nirxandina civakî û meta-felsefê dûr in, weke papaganan, fikrê Reîsê Epîlepsîk dubare dikin..
Gotina “Exlaqê bê Xweda” navê pirtûka feylesofê Emerîkanî Walter Sinnot Armstrong e û li Tirkiyê jî hatiye weşandin. Gelek caran û gelek mirov dibêjin, Xwedê jî dijminatiya gelê bindest (Kurdan) dike. Beşek jî dibêjin, “tîrên xwedê di zaliman naçin.” Feylesofê Elmani Nietzsche, di pirtûka “Zerdesht Wilo Gotiye” û Dosyeveskî jî bi devê İvan Karamazov, dibêje “Xweda miriye”, her tiştî mubah dibînin. Jinên Kurd, li hemberî vê rewşê, gotina, “waweylê û ya staaar” bikartînin. Di lavêja Suryaniyan de jî, gotina “weylik li me be” tê bikaranîn.
Amstrog, bi pirtuka xwe, ate-îstan mahkum dike. Gelo li Tirkiyê kîjan akademisyen û fîlozofî slogana para-îst’ên ku gelê Kurd û cografya Kurdistanê dûçarî tunekirinê dike, mahkum dike? Ne yek jî!..
Dibêjin, ate-îst kiryarên dehşetengîz dikin. Gelo, kesên ate-îstan mahkum dikin, bala xwe dane kiryarên desthilatdariya para-îstan. ku ji ate-îst’an, bi gelekî xerabtir, kambaxtir û dijwartir kiryarên dehîşetengîz dikin? Para-îst, ne tenê di aliyekî de, ne tenê bi kesekî, hem di aliyê potansiyala eskerî de, hem di burokrasî, dadgerî û komên paramîlîter de, kiryarên dehîşetengîz dikin.
Jî texmînan wêdetir dizanim; para-îst, tov û berhemê yek çavkaniyê ne; kursî û berjewendî ji bo wan her tişt e! Ji destpêka dîroka mirovaniyê ve, kursî û berjewendî bûne çavkaniya kuştin, wêranî û teşqeleyan. Lê di serdema desthilatdariya AKP/MHPê de, gelekî zêde ne. Di romana serdema AKP/MHPê de, bêndera kuştiyan, du-sê qatan, ji serdema avakirina dewleta Enqerê zêdetir in. Hejmara zindanên hatine avakirin û têne avakirin, ji hemû serdemên desthilatdarên sed salî zêdetir in.
Montaigne dibêje; “Prensê Galler Edward, bi karakterê xwe, bi serwet û seltaneta xwe, mînaka herî balkêş û nayê jibîrkirin e.” Ev gotinên ku beriya 491 salî hatine gotin; îro, bêyî qazkirin û dirûnekê, bêyî prowekirina terziyan, li bejna Reîsê Epîlepsîk tê. Bi gotina Kafka; leheng Reîsê Epîlepsîk, “mirovê di xwe de fetisî” ye. Her dem bi mikûs û mirûsekî jehrî derdikevê pêşberî xelkê. Kesî ne dîtiya ku keniya ye. Tenê dema ku li pêşberî mîrekên Ereb, pereyan lave dike, beşişiyek nermik û sivik di tivêla rûdêna wî de xuya dike û di cih de winda dibe.
Di ola Îslamê de, ji bo kesên bi avê destlimêj digirin, dibêjin ji rûdêna wan “nûr” dibare.
Lê kesî heta îro, ji bo Reîsê Epîlepîsk, ev gotin negotiye. Dibêjin, ji rûwê wî g.. û jehr dibarê. Biqasî, teyrok û berfê sar e, cewher di reşka çavên wî de nemaye!.. Şikir û elhemda wî jî, kufr û şîrk e!… Du kiryarên wê yên navdar hene: yek, kiryarên Voyvoda-î ne, du, cezakirina serdema Osmaniyan a parçekirina bedena mirovan e! Voyvoda, mirov li qazoxê didan, Osmaniyan jî dest û lingên mirovan biv hespan ve girêdidan û bi saxî parçe dikirin. Reîsê Epîlepsîk jî, bi bombeyan bedena mirovan parçe dike, yan jî di çalên asîdê de dişewitîne, yan jî ji helikopteran diavêje. Montaigne dibêje, “kesên xerabiyê bike, bi gelekî behtir rastî xerabiyan tê. Meşa hingiv jî derziya xwe di laşê mirovan radike, canê wan diêşîne, piştre dimire û diçe.” Gotina, “dimirê û diçe” ji bo mirovên sadîst, diktator û faşîst tê bikaranîn.
Montaigne, wek ku berxwedana gelê Kurd, lehengiya ciwanên Kurd bîne ziman, dibêje; “Rû bi rû hatina bi mirinê re, rû bi rû hatina azadiyê ye. Kesên fêrî mirinê dibin, ji koletiyê-çakeriyê azad dibin.” Abdullah Ocalan jî dibêje, “Min mirin kuştiye.” Kuştina mirinê, mirov ji her cûre koletî-çakeriyê rizgar dike.
Balkêş e, di nava sed salî de yek tiştekî ku mirov bêje, “baş e” çênebûye. Eger em vê rastiyê nebînin û qebûl nekin, em ê bikevin tevliheviya efsun û xeşîmiya çîrokên eksantîrk. Ketina xeşîma çîrokên eksantîrk, dûrketine ji nirxên mirovî ye. Kesên ku dîroka dewleta Tirk û paşayên Îttîhat û Terakkî xwendine, baş dizanin ku kadroyên dewleta Enqerê, gotina “Kuva-yı Milliye” ji bo destnîşankirina hêza “turkî” bikartînin, Lê ev heza “Kuva-yî Milliye” Kurd in, ne dewşirme ne, naa!…
Ev hêz, yekemîn car ji aliyê Kurdan ve, li Dilok û Mereşê weke hêzên gel yên herêmî hatin avakirin û li dijî Fransiyan dest bi têkoşînê kirine. Fişeka pêşî jî ne li Izmîrê li Dilokê hate teqandin. (Sal 1918-1919) Sabahttin Selek, bi berfirehî li ser vê mijarê radiweste. (1) Wasif Beg, li ser navê Dilokê tevlî kongreya Sîwasê bû û dibêje, “Cemiyetên Îslam-î li dijî Frensiyan şer dikin.” Piştî demekê zabitê Îttîhat û Terakkî Kiliç Alî diçe herêmê. Lê dîroka fermî de behsa van rastiyan nake.
Vêce, li welatê Erdoganland, bi mêjiyê Reîsê Epîlepsîk, “yek mîllet, yek dewlet, yek ziman û yek al”, hebûnek di dîroka travmatîk de derketiye holê û siyaseta ahtapot dimeşînin. Ev jî her cûre têkiliyên civakî û çandê tune dike. Ji bo vê jî, min di vê nivîsê de, bi taybetî hişmendiya Moantîgne, ku “kursî û pere-dirave” weke Xweda qebûl dike û gotinên Kafka ku “Ev aqil, mirovan di eyarê wan de di fetisînê, dike kêzik” derxiste pêş. Gelek nivîskarên ku ji ber Reîsê Epîlepsîk reviyane derveyî welat, vê serdemê, weke “xeşîma tarî” binavdikin.
Prof Dr. Sencer Divitçioglu, ku yek ji pêşengê wêjeya metafizîk-Existanyalîst e û nivîskar Selahattin Hilav, û hwd. dewleta Enqerê “despot” binav dikin. Mixabin, ev nivîskar tev, pirrengniya dewleta Enqerê, Anatolya, Kurdistan-Mezopotamya ji bîr dikin. Du-sê caran, li navenda kovara YAZKO, bi Selahattin Hilav re hatim cem hev, her dem mînaka Nazim Hikmet û tiştên anîne serê wî derdixiste pêş û behsa têkoşînek hevgirtî dikir.
Vêce, bi gotina çepgirê Frensî Jean Jaures, “malbata mirovahiyê di jêrzemîna mala wan de hatiye fetisandin.” Kiryarên li dijî nazim Hikmet û kuştina Mustafa Suphî û hevalên wî li Derya Reş, ev rastî ye. Reîsê Epîlepîsk jî, di jêrzemînên Cizîr, Sûr û 8 bajarên li Bakurê Kurdistanê de, şewitandin, jehrîkirin û fetisandina komên xelkê kirin. Ev kiryar, ji bûyerên romana Josef Nyary- “Çavdêrê Dîrokê-ARAS”, bi gelekî balkêştir in.
Romana Josef Nyary, “ARAS” 732 rp.in û behsa xwîna ku li cîhana şerqê hatiye rijandin dike. Li hemberî despotîzmê berxwedana kurê Xwedawend Aras heye. Lê ya balkêş ew e ku behsa 10 xisletên xerab yên Dehak dike û ev xislet li bejna Reîsê Epîlepsîk tên.
Lê balkêşiyek din heye. Montaigne, di nivîseke xwe de behsa mêrxasî û pesindariya lehengiya mêran dike û Skenderê Mekadonî weke mînak nîşan dide. Piştre kibra wî weke “narsist” nîşan dide û dibêje; “mirov di nava hestên hej jixwekirinê de, ji merhamet û nirxên mirovaniyê dur dikeve,” dibe kesayetek kevirî, “put”ek, û ha ha fermanên tûnekirina nifşê mirovaniyê dide. Dema ku di vê çarçoveyê de, li ser romana 22 salên desthilatdariya AKP/MHP mijul dibim, ev nirxandin dibe tabloya serdema me.
Herçiqasî diwarê Berlînê hatibe hêrivandin jî, sed sal in diwarê faşîzma Îttîhat û Terakkî ne hatiye hêrivandin. Divê serdama endurstriyel ya piştî Montaigne bi 491 salan, ev diwarê ku li pişt xwe gelek wêranî û bênderên bî xwîn û komên laşan hiştine, weke zincira herî bi hêz ya barbarîzma lîberal xuya dike.
Ev desthilatdariya faşîst û barbar, ketiye pêvejoya hêrivandinê.
Di romana Reîsê Epîlepsîk de beşekî taybet, bi sernavê “felaketa dojehî” heye. Ji ber ku Reîsê Epîlepsîk, bi dîmenekî “sekna vijdanî” de, alîgiriya gelê Filîstîne dike, li aliyê din jî, bi ruhê para-îst, bazirganiya bi Israîl re dimeşîne. Piştre Kurdan bi Îsraîlê ve girêdide û Rojava weke “teroîstan” bi nav dike. Bi gotina Montaigne; hêrsa dînitiyê ev e, Tirsa têkçûnê, ya dirutî, derew, teşqele, nîq, îxanet, serdestiya şehewî, mêjî û mantiqê dewixî ye… Mixabin û xerîb e ku li hemberî van bêrdêlên ku mirovanî dide gelekî mezin e.
Reîsê Epîlepsîk, xeyal dike ku li hemberî Ewropa şerê xaçparêziyê bidê destpêkirin, lê dilê wî ne dilê Selahaddinê Eyyubî ye û cîhana Îslamî jî baweriyê pênayîne. Heta jê tê, cîhanek tarî ava dike, gelê kurd û gelên Tirkiyê di nava rondikên dayikan da tune dike.