Ji şanogerê Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş işaret bi girîngiya xizmeta ji bo çand û hunera kurdî kir û got, “Dibe em di nava sîstemê de xwedî derfetên baş bin lê dema mirov di nava gel de bê qîmet be, hingî tu girîngiya karê mirov jî namîne.”
Çand û hunera Kurdî tevî hemû zextan hîna pêş dikeve. Bingeha xebatên çandî di salên 90’an de hate danîn û bû sedem ku di roja me de hem kurdî di qada civakî de were bikaranîn û hem jî zanebûna neteweyî zêde bibe. Ji şanogerên Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş têkildarî girîngiya şanoya kurdî ji ANF’ê re axivî.
Gel ji kiryarên nû re deriyê dilê xwe vedike
Ateş diyar kir ku dema şanoyê bi tirkî jî dilîzin, weke naverok xîtabî civakê dikin û anî ziman ku di çîrokên hemû lîstokan de teqez qala rojevên civakî dikin. Ateş ragihand ku weke prensîb ew lîstikên bi tirkî nalîzin û got: “Lê ji bo kesên kurdî nizanin, teqez di mehê carekê de em ji derve tîmên şanoyê yên ku tirkî dilîzin, tînin vir. Ji xwe em her tim li vir lîstikên kurdî pêşkêş dikin. Gelê kurd bi salan e têdikoşe. Tu carî ji tiştên nû re ne girtî ye.”
Ateş destnîşan kir ku 20 sal in bi hevalên xwe re şanogeriyê dike û got: “Em şanogeriya kurdî dikin û hewl didin ku xwedî li çanda xwe derbikevin. Piştî sala 2016’an qeyûm hatin tayînkirin û em ji şaredariyan avêtin, hewl dan me belav bikin. Armanca wan ew bû ku berê me bidin qenalên tirkî. Hin sazî li Ewropayê hebûn, piştgirî didan me û ji bo ku em li Ewropayê şanoyê pêşkêş bikin hewl didan derfetan ava bikin. Me xwest em li vir bimînin û çand û hunera xwe bi ziman, pîvan û prensîbên xwe bidin domandin. Me derî li kesên ku xwestin piştgiriyê bidin me re, negirt.”
Divê hunermend pêşengiyê bikin
Ateş ragihand ku bi salan in ew şanoya kurdî dikin û ji çanda populer dûr in û got ku ev tercîheke bi zanebûn e. Ateş wiha got: “Mamosteyekî min hebû, gotibû ku eger ez û hevalên me yên mîna Yavûz Akkûzû bikevin bazara Stenbolê, em ê pir navdar bibin. Heta gotibû ku wê menajertiya me jî bikira. Me ev yek red kir, ji ber ku bi salan e em vî karî dikin. Hunermend pêşengên gel in. Eger em di pirsgirêkekî mezin an biçûk de biçin, em ê hunermendiya xwe ji dest bidin. Lewma em ê hewl bidin xwedî şanoya kurdî derbikevin û pêş bixin. Dibe em îro di nava sîstemê de bixebitin, karekî dikin û xwedî derfetên baş bin lê dema mirov derket pêşberî gel û tu qîmetê nebîne, tu girîngiya kar jî namîne.”