Li navçeya Elbakê ya Wanê li Dibistana Navîn a Ayyildizê bi zarokên kurd helbesteke nijadperest dan xwendin. Dibistana Navîn a Ayyildiz, dîmena ku dema zarok helbestê dixwînin li ser hesaba xwe ya înstagramê parve kir û Midûriyeta Perwerdehiyê ya Neteweyî ya Elbakê jî ev dîmen jêvegûhest û wê jî di rewşa xwe ya înstagramê de parve kir.
Di parvekirinê de wiha hatiye nivîsin: “Di modela perwerdehiyê ya tirkî ya pola 6an a di beşa ‘Dewlemendiya Zimanê Me’ de, em helbestan ji ber dikin. ‘Em tirk in, em bi tirkî diaxivin.’”
Hat zanîn ku ev helbesta nijadperest, di pirtûka perwerdehiyê ya fermî de ku ji aliyê Wezareta Perwerdehiyê ya Neteweyî (MEB) ve hatiye amadekirin, hatiye weşandin. Herwiha hat hînbûn ku gelek naverokên bi vî rengî di pirtûkên perwerdehiya fermî de cih digirin.
