Walîtiya Şirnexê herêmên Gabar, Cûdî û Bestayê careke din heta 15 rojan li ketin û derketina welatiyan qedexe kir. Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez qedexeyên ku li herêma Şirnexê didomin nirxand û anî ziman ku qedexeyên li herêmê ji bo gelê Botanê û tevahiya herêmê û xwezayê xetereyek mezin bi xwe re tîne û wiha got: “Ev qedexe ne ji niha de dest pê kirine. Rê û rêbaz hatine guhertin. Di salên 1990’î de ji ber pirsgirêka kurd, li tevahiya Kurdistanê qedexek mezin hebûn. Zagona mêtingeriyê dihat meşandin. Ev bi netewe dewletbûnê ve girêdayî ye. Sed sal in vê erdnîgariyê bi dagirkeriyê ve bi rêve dibin. Li Kurdistanê 40 sal in şerekî dest pê kiriye. Heta niha bi taybetî li herêma me şer bi zagonek cuda tê meşandin. Di salên 1990’î de herêma Şirnex wekî Komara Şirnex dihat bi nav kirin. Cihê herî zêde şer lê hebû Şirnex bû.”
Çûna zozan xedexe kirin
Îrmez diyar kir ku dewletê cihê ku hemû rê û rêbazên xwe yên qirêj lê meşandin, herêma Botanê bû û wiha axivî: “Di salên 90’î de gund vala kirin û daristan şewitandin. Valakirin û şewitandina gundan ewil ji Botanê dest pê kir. Piştî OHAL li Kurdistanê îlan kirin hemû dever qedexe kirin, da ku gelê kurd ji axa xwe dûr bikeve û koçber bibe. Wê demê gundên Şirnexê bi temamî vala kirin. Qada jiyanê bi tevahî tevizandin. Koçerî û çandinî asteng kirin û ji holê rakirin. Çandinî nema û koçeran ji neçarî sewalên xwe firotin.”
Îrmez bilêv kir ku welatiyê ku dixwest biçe ser zevî û bostanê xwe xebatekê bike bi taybetî tundî lê dihat kirin û wiha berdewam kir: “Gelek welatiyên me koçberî rojavayê Tirkiyeyê bûn. Ji wê demê heta niha vê rê û rêbazê berdewam dikin. Armanc talankirina erdnîgariya Kurdistanê ye. Qirkirin û komkujiya gelê kurd e. Îro bi desthilatdariya AKP-MHP’ê ev politika tê meşandin. Piştî plan û projeyên rûxandinê û şûnde ev bi destê AKP-MHP’ê tê meşandin. Rê û rêbazên qedexekirinê hatine guhertin. Îro OHAL tune be ji herêma me qedexe didomin. Herêma ewlekariyê tê binavkirin. Armanc wê herêmê bi temamî vala bikin û tecrîd bikin. Qedexeyên niha jî bi heman armancê ne.”
Armanc tecrîdkirina herêmê ye
Zekî Îrmez destnîşan kir ku salek e ji çile heta kanûnê bi tevahî herêm hatibû qedexekirin û wiha domand: “Tevahiya herêmê wekî ‘Herema ewlekariyê’ hate îlankirin. Ji ber vê yekê Waliyê Şirnexê ji 15 rojan carekê li herêmê taybet wekî Gabar, Cûdî, Besta wekî herêmê qedexe îlan dike. Armanc tecrîdkirina herêmê ye. Dixwaze ji mirovan tecrîd bike. Dixwaze bi hêsanî li wê herêmê şer bike û tu kes agahiyan ji wî şerî negire. Dixwazin hemû rê û rêbazên şer bikar bîne.”
Gabar û Cûdî talan dikin
Zekî Îrmez bibîr xist ku dixwaze di aliyê aborî de jî li van herêman lêkolîn û lêgerina petropê pêk bîne û wiha pêde çû: “Li Gabar û Cûdî talankirinek mezin dimeşînin. Di çar salên dawî de bi destê cerdevan, hevkarên AKP-MHP’ê daristanan dibirin û talankirinek mezin dikin. Bi hemû maşîneyên mezin hem rê vedikin û hem jî talan dikin. Dixwazin ji petrola Gabarê sûdê bigirin. Bi taybetî Gabar kirine herêma mêtîngeriyê.”
Îrmez bilêv kir ku ji ber van qedexeyan welatî nikarin biçin nava dahl, rez û bostanên xwe û wiha berdewam kir. “Welatî nikarin biçin gund û zozanên xwe sewalkariyê bikin. Niha dema koçeran e. Leşker astengiyên mezin derdixin pêşberî welatiyan.”
Îrmez li ser bandora tecrîda Îmraliyê jî rawestiya û wiha pêde çû: “Bi taybetî piştî tecrîdkirina li ser Birêz Ocalan mûtlaq kirin û şûnde ev tecrîd li ser tevahiya Kurdistanê û herêmê ev tecrîd kûrtir kirine. Şer girantir bûye. Desthilatiya AKP-MHP’ê dixwaze bi tecrîdê pirsgirêka kurd çareser bike. Lê em dibêjin ew çi bikin jî nikarin bigêjin armanca xwe. Gelê kurd tu carî ji axa xwe û erdnîgariya xwe dûr neketiye û dê tu carî jê dûr nekeve jî. Gelê kurd di ferqa hemû rêbazên şerê taybet de ye.”
Îrmez bal kişand ser hewldanên DEM Partiyê û wiha bi dawî kir. “Ji bo ev qedexe û polîtîkayên li ser herêmê bi dawî bibin, me gelek caran anî ziman. Gelê me bi aramî nikare li herêma xwe bigere, nikare sewalkarî û çandiniyê bike. Nikare debara xwe bike. Li gel koçberiyê ferz dikin. Wekî rêxistinê, me gelek caran çalakî pêk anîn. Bi taybetî saziyên sivîl çalakî pêk anîn. Ji niha û şûnde jî ji bo talankirin û wêrankirin bi dawî bibe dê çalakiyên me li dijî vê yekê bidomin. Bi giştî komisyona DEM Partiyê bi raporan û çalakiyan helwesta xwe tînin ziman. Çare bi rêbazên demokratîk û aştiyane çareseriya pirsgirêka kurd e.”