Rêber Apo di 15’ê Sibata 1999’an de bi komployeke navneteweyî ku di dîrokê de tu mînakên wê nînin bi awayekî bêbextî hate dîlgirtin. Dewletên ku di komployê de cih girtin, li ser pergala tecrîd û îşkenceyê ya li Îmraliyê jî mutabiq man.
Ji wê rojê ve ango ev 24 sal in Rêber Apo li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di bin şert û mercên herî giran tê ragirtin. Li gel tecrîda giran ev zêdetirî 21 meh in tu agahî ji Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Îmraliyê ne nayê girtin. Serlêdanên parêzer û malbatan ên ji bo hevdîtinê jî bê bersiv tên hiştin.
Bi armanca şikandina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo di asta navneteweyî de gelek kampanyayên mezin hatin destpêkirin. Ji gelek welatên cuda zêdetirî hezar û 500 kesayetên naskirî banga azadiya Ocalan kir. Li gel vê zêdetirî 2 hezar parêzer û hiqûqnasan serî li Wezareta Dadê û Yekitiya Baroyan a Tirkiyeyê da ku pêşiya hevdîtinên Îmraliyê vebin.
HDP’ê jî di dawiya sala 2022’yan de li dijî pergala tecrîdê pêngaveke nû da destpêkirin. Di çarçova vê pêngavê de parlementerên HDP’ê ji 21’ê kanûna 2022’yan ve li ber wezareta dadê û meclisê çalakî li dar dixin. Parlamenter li vir bang li wezîrê dadê yê tirk dikin û jê dixwazin dawî li pergala tecrîdê bîne.
Lê divê bê zanîn ku pergala tecrîdê ya li girava Îmraliyê ne pergaleke jirêzê ye. Ev pergal ji aliyê hêzên navneteweyî hatiye erêkirin û di halê heyî de dewleta tirk a qirker jî gardiyaniya vê pergalê dike. Hikumeta AKP-MHP’ê ji ber vê rastiyê wisa bi rehetî dikare peymanên navneteweyî bin pê bike û tecrîdê kûrtir bike. Jixwe Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) di serdana xwe ya navbera 20-29’ê îlona 2022’yan de qebûl kir ku li Îmraliyê mercên taybet hene û ji ber vê rewşê ew nikare encamên çavdêriyên xwe bi raya giştî re aşkera bikin. Bi awayekî din mirov dikare bibêje ku CPT’yê îşkenceya li îmraliyê qebûl kiriye.
Divê bê zanîn ku tecrîda li Îmraliyê ne yekalî ye. Gelek aliyên cuda yên vê tecrîdê bi doza kurd û siyaseta hêzên navneteweyî ya li Rojhilata Navîn ve girêdayî ye. Tecrîda heyî, bi taybet di van salên dawiyê de pêşveçûna têkoşîna azadiya gelê kurd û bi wê ve girêdayî eleqeya ji pergala Modernîteya Demokratîk a ku li ser fikrên Rêber Apo pêş ketiye kurtir bû. Ev jî dide diyarkirin ku hêzên li herêmê xwedî plan û proje ne naxwazin pergala Modernîteya Demokratîk pêş bikeve. Bi armanca pêşîlêgirtina vê pergalê siyaseta tecrîd şer xistin dewreyê. Ji aliyekî ve êrişên dagirkeriyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî û başûrê Kurdistanê, ji aliyê din ve jidandina tecrîdê bi heman konseptê ve girêdayî ye.
Bi vê tecrîdê ve ne gelê kurd û aliyên demokratîk, dixwazin hemû gelên Tirkiyeyê teslîm bigirin. Em bala xwe bidin bi pêşketina tecrîdê ve li Tirkiyê êdî tiştek mîna berê nîn e. Her ku tecrîd girantir dibe, faşîzma rejîma AKP-MHP’ê jî kûr dibe. Di bin dîktaroriya vê desthilatê de li welat êdî ne heq maye ne jî hiqûq. Her kesê ku li dijî vê pergala antî-demokratîk û faşîst derdikeve bi awayekî derqanûnî tên girtin.
Li Tirkiyê aliyên li himberî pergala tecrîd û îşkenceyê ya li îmraliyê bêdeng man, niha ew bi xwe rastî van pêkanînên derqanûnî tên. Ji lewra divê bê zanîn ku bêdengiya li dijî pergala tecrîdê bi gelên Tirkiyeyê jî mezin dide winda kirin. Tifaqa AKP-MHP’ê ku xwe dispêre vê pergalê êdî ji bo berdewamiya deshilata xwe tecrîdê li ser hemû beşên civakê jî ferz dikin. Girtin û binçavkirinên derqanûnî ji nêz ve bi vê siyaseta pergala tecrîdê girêdayî ne.
Li dijî vê pergala tecrîd û îşkenceyê ya ku bi destê deshilata AKP-MHP’ê û bi piştgiriya hêzên navneteweyî wek pençeşêrê li ser civakê tê ferzkirin, panzehîra vê pergalê têkoşîna gelan a hevpar e.
Di vê çarçoveyê de Nobeta Edalatê ya Parlamenterên HDP’ê û çalakiyên gel ên li dijî vê pergala antî demokratîk pêş dikevin gelek biwate û binirx in. Ev çalakiya ne ji bo têkbirina pargala tecrîdê tenê ji bo dawîanîna bêmafî û bêedelatiya li ser civakê tê ferzkirin jî girîng in.
Aliyên ku ji pêkanînên dermirovî yên desthilata AKP-MHP’ê êdî bêzar bûne û naxwazin bibin perçeyekî vê pergala antî-demokratîk, divê li welat û derveyî welat li dijî vê pargala tecrîdê û îşkenceyê ya li Îmraliyê xwedî helwest bin. Ger di vê çarçoveyê de hêza xwe bi hêza aliyên demokratîk ên têkoşîna maf û edalatê didin meşandin re bikin yek dikarin dawî li vê deshilata faşîst û qirker binin. Li Tirkiyê tekane riya jiyana azad û hevbeş bi hilweşandina vê pergala antî-demokratîk re pêkan e.