Ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê tê girtin, 44 meh in tu agahî nayên girtin. Li dijî tecrîda li Îmraliyê komeke rewşenbîr, nivîskar, sosyalîst û parêzvanên mafên mirovan, Hewldana Edaletê ya li Dijî Tecrîdê ava kirin. Hevseroka Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û endama hewldanê Ekîn Yeter li ser armanca hewldanê û polîtikayên tecrîdê nirxandin kir. Prz. Ekîn Yeter, anî ziman ku li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê zêdeyî 44 meh in tu agahî ji Abdullah Ocalan û 3 girtiyen din nayên girtin û got: “Tê zanîn ku li Girtîgeha Tîpa F a Girava Îmraliyê zêdeyî 44 meh in tu agahî ji birêz Abdullah Ocalan, Omer Hayrî Konar, Hamdî Yildirim û Veysî Aktaş nayên girtin. Di van 44 mehên dawî de bi tu agahî agahî nayê girtin. Herî dawî 44 meh berê dema bi telefonê axivî û telefon hat qutkirin agahî jê hat girtin. Wê demê jî hevdîtinek bi tenduristî nehatibû kirin. Piştî vê erdhejê bi tu awayî hevdîtin nehatin kirin û agahî nehatin girtin. Tevî ku li giravê erdhej jî pêk hat, tevî ku fikar û gumanên der barê tenduristiya Birêz Ocalan de zêde bûn jî tu hevdîtin nehatin kirin û tu agahî nehatin girtin. Mafê hevdîtina telefonê, mafê hevdîtin parêzer û malbatê, mafê şandin û girtina nameyan tev hatin binpêkirin. Mafê ku parêzer der barê dosyayan de bibin xwedî agahî jî hat binpêkirin.”
Parêzer û Hevseroka OHD’ê Ekîn Yeter, da zanîn ku geşedanên li Girava Îmraliyê pêş dikevin halê tecrîdê ye û wiha axivî: “Em jî û mevzuata navneteweyî û herêmî jî vê rewşê wekî komînakado ango halê qutkirina ragihandina mûtlaq pênase dikin. Ji ber van halên qutkirina agahiyan, mafê darizandina bi adîl, parastin, ragihandin û agahî girtin û stendinê îhlal dike. Mafê malbatî û civakî binpê dike. Dîsa mafê Birêz Ocalan ê heviyê, bi rejîma înfazê ya Cezayê Muebeta Giran infaza wî pêk tînin. Bi vê yekê mafê wî yê heviyê îhlal dikin.”
Gelek peymanên navneteweyî binpê kirine
Prz. Yeter, bibîr xist ku ji roja Girtîgeha Girava Îmraliyê hatiye avakirin û heta niha li ser Birêz Ocalan tecrîd tê sepandin û mafê Birêz Ocalan tê binpêkirin û wiha berdewam kir: “Wekî civakî jî zext, binpêkirina mafan ku rejîma faşîzm li ser me pêş dixe, ewil li Girava Îmraliyê xistin meriyetê. Gelek parazvanên mafên mirovan vê Giravê wekî labaratuvara hiqûqê pênase dikin. Beriya ku Birêz Ocalan bê girtin û bînin Îmraliyê jî bi komploya navdewletî re rû bi rû hat hiştin û ev wekî komplo tê binavkirin. Li vir jî em dibînin ku gelek peymanên navneteweyî hatine binpêkirin û bi van binpêkirinan tînin Tirkiyeyê. Sedem û hincetên ku dibêjin komploya navdewletî heye. Ji ber ku pêvajoya li dijî mevzûatên navdewletî xistin meriyetê û bi van pîvanên dijzagonî ew darizandin. Van dewletên ku birêz Ocalan bi komployê re rû bi rû hiştin û para wan di vê komployê de hene, em dibînin ku di peymana Lozanê de bûne yek alî û hevkarên hev. Ev jî nîşan dide ku di avakirina Girava Îmraliyê û girtina Birêz Ocalan de para wan heye û vê pêvajoyê me pir dûr dibe. Ji bo em vê bêhiqûqî, tecrîd û îzolasyonê fam bikin, divê em li şertê avakirina vi welatê em lê diijîn binerin. Divê em li şertê avakirina netew dewletê binerin. Dîsa divê em li parçebûna Kurdistanê ya di nava çar dewletên yekperest û faşizan de hatine parvekirin binerin. Ev pêvajo me heta avakirina netew dewletên ye ziman, yek al û yek netew dibe. Li vir halê tecrîdê yê li Girava Îmraliyê û rewşa birêz Ocalan û 3 girtiyên din, bi temamî nîşan dide ku dixwazin tevahiya kurdan tecrîd bikin. Dixwazin parçe bikin û bi hiqûqa dijminantiyê wekî welatekî mêtîngeh bi rêve bibin.”
Parçe dikin û bi rêve dibin
Ekîn Yeter, bilêv kir ku halê tecrîdê ku Abdullah Ocalan û 3 girtiyên siyasî ku têde dijîn, bi temamî nîşanî me dide ku dîko kurdan a têxwestin bê tecrîdkirin nîşan dide û wiha got: “Dixwazin parçe bikin û bi hiqûqa dijmin a hiqûqa ceza bikin. Birêz Ocalan û 3 girtiyên din ku di şertên têde dijîn, nîşan dide ku dewama dîroka kurdan e. Lê rewşa îmraliye wekî nokteya herî giran û şênber derdikeve pêşberî me. Dema em li aliyê siyasî û hiqûqî yên li Girava îmraliyê binerin, di aliyê siyasî de di dawiya 1800 û serê 1900’î de Modernîteya Kapîtalist serwerê cîhanê bû. Bi piştgiriya Modernîteya Kapîtalist, pêla nijadperestiyê pêş ket. Bi pêşketina pêla nijadperestiyê re netew dewlet tên avakirin. Di vê pêvajoyê de li ser gelên kêmar zext û tundî zêde dibin. Di vê pêvajoyê de pergalên dewletan ku li ser kes û civakan çavdêriyê dikin û kontrol dikin têne avakirin. Ev navendên girtî (Girtîgeh) ji bo kesên li dijî pergalê serî hildidin û li dijî pergalê derdikevin tên avakirin. Siyasetmedarên doza mafê civakî dikin li van qadan digirin û ceza dikin. Bi vî awayî van kesan ji civakê, fikrekê dûr dixin û wan bi tenê dihêlin. Diwazin bi girtinê van kesan bi civakê bidin ji bîrkirin. Bi awayekî polîtîk armanca tecrîdê ew e ku kesên pêşeng û siyasetmedar di nava civakê de bidin ji bîrkirin.”
Hiqûq dewletê diparêze
Yeter Ji bo kurdan tecrîda li ser birêz Ocalan bêhiş hiştin e. Bê hafiza hiştin e. Dixwazin bêheqîqet bihêlin. Dema tecrîdê pêş dixin, di aliyê çawaniyê de hiqûq, ji sincê civakê qut e. Di pêvajoya ku mekanîzmayên dewletan pêş ketin de, hiqûq vê mekanizmaya dewletan xurt dike û diparêze. Wekî yekûna qûralan a li ser kesan venêrtiyê ava dike, derdikeve pêş me. Hiqûq her tim ji bo kesên bindest û mafê wan tê binpêkirin wekî amûra zext û tundiyê ye. Her çend car caran mekanîzmayên wekî Destûra Bingehîn, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa û Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê bê pêşxistin jî, ev bi temamî mekanizmaya ku binpêkirina mafên kesan li vir tenê nirxandin. Lê em dibînin ku ji binpêkirina mafên kesan zêdetir binpêkirina mafê civakê heye. Ev rastiyek e.”
Di zagonan de cihê tecrîdê tune
Yeter, da zanîn ku ev binpêkirina mafê civakî bi destê hiqûqê pêş dikeve û got: “Dema em li vê rastiyê dinerin, em dibînin ku Tirkiye alîgirê bi dehan peymanên mafên mirovan e. Lê hemû der barê statuya kurdan, statuya kêmaran an go der barê rêveberina xwecihî ya gelan de, ango der barê peymanên jibo jinan de şertên wan hene. Bi van fikar û şertan pir bi hêsanî dikare daxwazên civakan bitepisîne û red bike. Dema em dinerin qûralên hiqûqê li Tirkiyeyê her tim bûye amûra zext û helandinê. Dema em li Girtîgeha Pergala Îmraliyê dinerin jî em dibînin ku kiryarên li wir yek jî ne li gorî mevzûatên navneteweyî û neteweyî ne. Dîsa di wîcdanê civakê de jî cihê wan kiryaran tune. Di tu zagon û peymanan de cihê van kiryaran tune ye. Lê dema em dinerin, em dibînin ku pir bi hêsanî cezayê dîsîplînê didin girtiyan. Biryarên qedexeya hevdîtinê didin. Dema em bi giştî li mijarê dinerin, em dibînin ku qeyd û kuralên hiqûqa xwe jî binpê dikin û naxin meriyetê. Yanî ev hiqûqa ku em rexne dikin jî êdî naxin meriyetê û binpê dikin.”
Yeter da zanîn ku hiquqa dîsîplînê, nikare bi yek fîîlî zêdeyî gelek cezayê dîsîplîne bibire. Lê dema em dinerin demek pir dirêj e, li ser Birêz Ocalan bêyî hincetan nişan bidin van cezayên dîsîplînê dibirin. Bi van cezayên dîsîplînê biryarên qedexeyên hevdîtinê didin. Bi hinceta qedexeya hevdîtinê destur nadin ku malbat u parêzer biçin Îmraliyê. Ji bo parêzerek karibe dozek di dosyayê de bişopîne, divê mafê kes ê parastinê û darizandina adîl bi hin mekanîzmayan bê parastin. Ev maf di gelek mevzuat, zagon û peymanên navneteweyi de derbas dibe.”
Ekîn Yeter bibîr xist ku dema li kiryaran dinerin ev halê heyî hemû zagon û hiqûq ji holê rakiriye û wiha berdewam kir: “Di van şertan de êdî parêzer jî nikarin peyvîr û pîşeya xwe pêk bînin. Em li vir dibînin ku hiqûqa ku em rexne dikin jî êdî binpê dike. Her roj, her saet û her sanîyeyan êdî bi awayekî pir zêde mafên mirovan binpê dike. Ev mafên tên binpêkirin êdî nayên cebirandin û nayên rastkirin.”
Xeta faşîzmê hatiye avakirin
Ekîn Yeter, bilêv kir ku di aliyê polîtîk, ahlakî de xeta faşîzmê hatiye avakirin û wiha pêde çû: “Car caran muxalefeta civakî ev xeta faşîzmê şikand. Me jî li gorî vê rastiyê û muxalefeta civakî di aliyê hiqûq û siyasetê de dît ku dem bi dem ev tecrîd û faşîzm tê şikandin. Ji bo van sedeman bêtir pêdivî bi têkoşînê heye. Rojnameger, siyasetmedar, hiquqnas, nivîskar, hunermed û akademisyen bi awayekî xurt xebatan dimeşînin. Di vê mijarê de em jî wekî hiqûqnasên OHD’ê, ji bo vê tecrîdê teşîr bikin bi dehan hevpeyvîn me kirin. Me panel û daxuyanî dan. Me bi dehan serlêdan kirin. Hem li gorî mevzuata nava Tirkiyeyê û hem jî li gorî mevzuata navdewletî me gelek serlêdan kirin.
1330 parêzeran xwest bi Ocalan re hevdîtin bikin
Ekîn destnîşan kir ku di aliyê hiqûqî de gelek gav avêtin û wiha got: “Di serê salê de 1330 parêzeran xwestin bi Rêzdar Ocalan re hevdîtin bikin. Ev hejmarek gelek mezin e. Disa bi sedan parêzeran destnîşan kirin ku ev kiryar û tecrîd îşkence ye. destnîşan kirin ku li dijî hiqûqê ye û bê rakirin. Dîsa bi dehan sazî û dezgehên heq û hiqûq daxuyanî dan. Dîsa me û gelek saziyên hiqûq û der barê îşkenceya heyî de rapor amade kirin û ji CPT re şandin. Di civînên Neteweyên Yekbûyî de der barê rewya Îmraliyê de gelek pirsên ciddî pirsîn. Her çiqas astengiyên li pêş hevdîtinê sedema cezayên disîplînê nîşan dan jî bi pirsên duyemîn xwestin ev kiryar bi rêk û pêk in an na. Li gorî mevzûatên Neteweyên Yekbîyîne yan na. Lê nûnerên tirkiyeyê ev rewş bê bersîv hiştin. Ji ber ku hemû raya giştî û mekanîzmayê cemaweriyê di ferqa vê rastiyê de ne. Hemû saziyên cîhanê dizanin ku ev kiryarên tecrîdê bi rêk û pêk ê û di asta îşkenceyê de ye. Me û saziyên hiqûqê hevpar di vê pêvajoyê de gelek caran li dijî îşkenceyê serî li CPT’ê da. Dîsa parêzerên birêz Ocalan serlêdan kirin. Lê di encamê de her çend CPT hat Tirkiyeyê jî piştre rapora xwe aşkere nekiriye. Em dizanin ku saziyên bi destê dewletan hatibine avakirin û bi fonên dewletan li ser piyan dimînin, nikarin bi hêzanî zextan li wî welatî bikin. Di vê mijarê de agahîstendina ji Tirkiyeyê û şopandina vê yekê jî pir bi qîmet e. Em dizanin Komîteya wezîran a Konseya Ewropa li ser mafê birêz Ocalan ê hevîyê niqaş kirin. Berê jî wekî OHD, ÎHD, TİHV, ÇHD û CÎST serlêdan kiribûn. Me di serlêdanan de diyar kir ku Tirkiye li gorî pîvanên DMMÊ tev nagere û mafê heviyê naparaêze. Me dît ku li gorî pîvan û qaîdeyên DMME’ê tev nagere. Divê ev rewş wekî binpêkirina PMME bê nirxandin. Dîsa der barê mijarê de pirsname û pêşkêşî meclisê tên kirin. Lê ev pirsname bê bersîv tên hiştin û li ser niqaş û lêkolîn nayên kirin. Dîsa malbatan serî li wezaretê da. Lê wezaretê bi hinceta kesên serlêdanê dikin talûke ye red kir. pir seranser nêzî mijarê dibe. Em dibînin ku tevî hemû hewldan û serlêdanan Tirkiye di neguhertinên diqanûn û zagonên xwe de israr dike. Em dibîn ku dîsa li gorî biryar û pêşniyarên NY’ê tev nagerin.
Hiqûqa mêtîngeriyê heye
Yeter, bibîr xist ku ji bo gav bên avêtin hewldan û serlêdanên me didomin û wiha dirêj kir: “Em di hemû serlêdan û raporan de rastiya binpêkirina mafan xêz dikin û li dijî kiryarên dijhiqûqî û keyfî gelek caran serlêdanên navdewletî dikin. Ji ber aliyê tecrîdê yê polîtîk, divê em li dijî tecrîdê xebatê bikin. Ji ber geşedanên heyî em nafikirin ku tenê tecrîd li ser girtiyên Îmraliyê heye. Dema îro em li Kurdistan û Tirkiyeyê dinerin, em dibinin ku hiqûqa mêtîngehiyê heye. Pratîka hiqûqa ceza heye. Dîsa welat di nava qeyranek mezin a aboriyê de ye. Ji ber polîtîkayên ewlehiyê, polîtîkayên şer û polîtikayên şaş ên aboriyê, sepanên şerê taybet, avakirina rejîma dijdemokratîk; dibe sedem ku li Tirkiyeyê mafên mirovan, demokrasî pêş nekeve. Sepanên dijdemokratîk dibe sedem ku binpêkirina mafên mirovan zêde bibe. Dibe sedem ku girtiyên nexweş ên nexweşiyên wan giran neyên berdan. Dîsa girtiyên siyasî ku cezayê wan qediyane jî bi hincetên cuda cezayên wan dirêj dikin. Li gel ku cezayê girtîgehê qedandine jî destûr nadin ku ji girtîgehê derkevin. Encama van yekan em dibînin ku li ser jin û zarokan tundî pêş ketiye. Ev tundî encama polîtîkayên heyî ne. Em bawer dikin ku cînayetên jin û zarokan polîtîk in û qetilkirina zaroka 8 salî jî encama van polîtîyan e. ev polîtîkayên ku bi medya, dibistan û rêbazên din pêş dixe, di aliyê civakî, aborî, siyasî û her qadê de dipe ser piyê zinar. Eger ku em di van şert û mercan de dijîn ji ber pergala dewletê ya li dijî peymana civakî ye.”
Em ê têkoşîne bigînin hemû beşên civakê
Ekîn Yeter herî dawî da zanîn ku wekî parazvanên mafên mirovan û aktîvîstên mafên mirovan, li dijî van kiryar û sepanan hewl didin rê û rêbazên cuda têkoşînê pêş bixin. Em dibînin ku ev têkoşîna me ya ji bo parastina hiqûq û mafên mirovan têr nake. Ji ber ku hêj rastiya tecrîdê heye, em hewl didin bi rêbazên cuda têbikoşin. Ev hewldana me ya “Li dijî Tecrîdê hewldana Edaletê” armanc dike ku li dijî tecrîdê têkoşîna mafên mirovan û demokrasî û hiqûqê li her derê pêş bixe. Em hewl didin ku têkoşina xwe bigînin hemû beşên civakê û raya giştî ya Tirkiyeyê. Em bi vê hewldanê armanc dikin ku li Kurdistan û Tirkiyeyê xwe bigînin hemû raya gişti ya demokratîk. Bi rewşenbir, hunermend, rojnameger, siyasetmedar û hemû beşên civakê re niqaş bikin û encamekê derxin. Siberojê li gorî pêdiviyan em dikarin hewldana xwe zêde bikin. Em ê hewl bidin ku vê têkoşîna xwe bikin daxwaza civakî.”