7 KANÛN 2025

Gösterilecek bir içerik yok

Bi tahm û nirxên xwe yên bêhempa: Fisteqên Sêrtê

Dema berê mirov dikeve bajarê Sêrtê yek ji tiştên ku destpêkê dikeve bîra mirov fisteq in. Li bazarê hûn rastî gelek dikanên fisteqfiroşan tên. Buhayê wan gelek zêde be jî, her welatiyek teqez ji bo ku xwe bigihîne vê tahmê dilxwaz e.

Yek ji herêma xweş û navdar ên Kurdistanê herêma Sêrtê ye. Bajarê Sertê wek tê zanîn bi gelek nebatên xwe yên xwezayî tê naskirin. Yek ji van nebatên tahmxweş û hêja jî fisteq e. Weke tê zanîn li hin deverên din ên Kurdistanê jî hilberîna fisteqan heye helbet. Yek ji van deverên navdar Dîlok e. Her wiha li Rihayê jî hilberîna fisteqan heye û her ku diçe zêde dibe. Lê belê fisteqên Sêrtê bi tevahî ji van fisteqan cuda ne. Hem bi şikl û şemalê xwe, hem jî bi tahma xwe naşibe fisteqên Dîlokê.

Bajarê Sêrtê bi taybetî ji bo çandina fisteqan herêmeke pir guncav e. Herêm bi avhewayek karasayî tê nasîn ku havînên wê germ û zuha û zivistanên wê sar û bişilî ne. Erdên herêmê bi gelemperî bikirêc û qilêbar in û ji bo çandiniya nebatan xweyî mercên dijwar e.

Herêm bi du çemên sereke û navdar, çemê Botan û çemê Başura tê avdan. Bi vî awayî, yek ji herêmên girîng ên avberê ye. Havînên germ û zuha û nemiya kêm, mercên xweş ji bo geşbûna fisteqên Sêrtê diafirîne. Avhewa çolê ya herêma Sêrtê û nemiya kêm dibe sedema ku geşbûna fisteqan baştir be û tahma wan xweştir bibe. Ji ber vê yekê li piraniya herêmê fisteq tên çandin. Şêniyên herêmê debara xwe bi fisteqan dikin. Lê belê wek tê zanîn di van salên dawî de bendava Ilisuyê hat çekirin û yek ji herêmên ku ji vê bendavê bandor bû herêma Sêrtê ye. Niha fikar ew e ku hebûna vê bendavê dê bandorê li avhewaya herêmê bike û zirarê bide nebatên weke fisteq û hin cure nebatên din.

Dîroka fisteqên Sêrtê

Wekî her nebat û darekê, darên fisteqan jî di mehên biharê de kulîlk vedidin. Di germa havînê de hundirê qalikan bi fisteqan tije dibe û di destpêka meha îlonê de êdî dema çinîna wê tê. Beriya em derbasî hurgiliyên çandin û çinîna fisteqan bibin, werin em berê xwe bidin dîroka çandina fisteqan li herêma Sêrtê.

Dîroka fisteqê heya topaxên bereketdar ên Mezopotamyayê digihîje û lêkolînên arkeolojîk nîşan didin ku di demên Asûr û Babilan de li vê herêmê fisteq hatine çandin. Berî cureya fisteqê Sêrtê, li vê herêmê bi hejmara kêm be jî fisteqên Dîlokê û Helepê hatine çandin. Cureyê fisteqê Sêrtê cara pêşî destpêka sedsala 1900an, ji Îranê hatiye anîn. Dibe xwînerên me jî zanibin; fisteqên Îranê jî bi hin awayan dişibin fisteqên Sêrtê.

Di 700 salên dawî de jî tê gotin ku fisteqê Sêrtê yek ji xwarinên herî balkêş ên sifreyên qesr û qonaxan bûye. Lê helbet di sedsala dawî de hebûna vê fisteqê bêhtir xuya dibe. Dema welatiyên derveyî Sêrtê jî pê hesiyan ku nebatek wisa bêhempa li vê herêmê heye, ev xurek bêhtir bala mirovan kişand.

Taybetiyên wê

Fisteqê Sêrtê ji fisteqên din bêhtir gir û rengê wî zêdetir kesk e. Bi hebûna qalikê xwe yê zirav bi hêsanî tê vekirin û tê xwarin. Tahma wî ji fisteqê Dîlokê cuda ye û ji bo xwarinê bi taybetî tê tercîhkirin.

Sê cure fisteqêm Sêrtê hene: fisteqê navincî (kalîteya yekemîn), fisteqê pense (kalîteya duyemîn) û fisteqê girtî (kalîteya sêyemîn). Fisteqê kalîteya yekemîn weke çerez tê xwarin, lê fisteqên kalîteya 2-3 ji bo çêkirina helaw û şêraniyên din tên bikaranîn.

Darên fisteqan li nav erdên bê bere, bikirêc û bêfeyde mezin dibin. Lê di mercên erdên berfirehî û hêsandar de, bi avdaniya guncav û bi çandina guncav a cureyên nêr-mê, hilberînek zêde û bikalîte tê bidestxistin.

Fisteqê Sêrtê ji aliyê madeyên mineralî ve gelek dewlemend e. Di 100 gramên fisteqê Sêrtê de 131 milîgram kalsiyûm heye. Di nav xwe de vîtamînên A, E, C, B, B1, B6 dihewîne û depoyeke mezin a proteînê ye.

Bi taybetî ji bo kesên ku rîska nexweşiyên dil û xwînê heye, di diyeta wan de bi kêr tê. Rîtma dil û xwînê baş dike, tundiya damaran diparêze, kolesterolê bi rêkûpêk dike û pergala parastinê bihêz dike. 100 gram fisteqê Sêrtê 500 kalorî dihewîne û ne weke fisteqê Dîlokê bi rûn û kalorî ye.

12 mîlyon dar

Hilberîna mezin a fisteqên Sêrtê li navçeyên Tîllo, Şêrwan, Dihê bêhtir e. Lê belê van salên dawî, li navçeyên din ên weke Misirc û Hawêlê jî belav bûye. Avhewaya van herêman ji bo çandina fisteqê guncav e û berhem bi rêjeya herî bilind tê bidestxistin.

Sala 2025an, li hemû Sêrtê li ser 409 hezar dekar 27 hezar 252 ton berhem hatiye berhevkirin. Berî 20 salan deverên çandiniyê 45 hezar dekar bû, îro gihîştiye 410 hezar dekaran. Hejmara darên fisteqan ji 12 milyonan derbas bûye.

Karên li gorî demsalan

Niha jî em hinekî berê xwe bidinê bê ka ev nebata tahmxweş di nav salê de çawa tê xwedî kirin. Li gorî agahiyên lêkolînî, di meha çileyê de dema gobrekirina jêrîn e. Di werza biharê de kulîlkvedan û mezinbûn pêk tê, havînê jî fêkî di goşiyan de xwe didin xuyakirin. Di payîzê de berhem tê berhevkirin û fisteq tên amadekirin ji bo firotinê.

Darên fistiqan wekî darên mê û yên nêr ji hev vediqetin. Darên nêr bi tu awayî fêkiyan nadin. Her çiqas kulîlk vedin û wekî fêkiyekê xuya bikin jî hundirê hemû goşiyan pûç e. Lê belê çiqilên darên mê wexta bi darên nêr ve tên temandin, ango aşîkirin û ew çiqil mezin dibin ji nû ve hundirê goşiyên darên nêr jî tije dibin û fêkî digirin.

Di fisteqan de fêkî di nav goşiyan de cih digirin û hemû fêkiyên li ser goşiyan di heman demê de xame nabin. Xamebûn pêşî li serê goşiyê dest pê dike. Bi gelemperî mêweyên yekemîn xame dibin berî dema berhevkirinê ji darê dikevin erdê. Ev mêweyên ku di binê darê de li ber siyê zuha dibin, zêdetir balkêş û bitahm in.

Ger rengê qalikên fisteqan dest bi vebûnê kiribe û fisteqên di nav de hişk bûbin, ev tê wê wateyê ku dema berhevkirinê hatiye. Dema ku ji sedî 1-3 libên wan dikevin binê darê, wê demê mirov dikare dest bi berhevkirinê bike.

Pêvajoya xamebûna fisteqan di nîvê havînê de dest pê dike û heta dawiya havînê berdewam dike. Di van mehan de rengê qalikên fisteqan ji kejbûnê vedigere qehwebûnê.

Dema berhevkirinê

Fisteq pêşî destpêka tebaxê wekî “bekleweyî” an jî “boz” tê berhevkirin. Ev dema hanê 15-20 rojan berdewam dike. Paşê fisteq dest bi xamebûnê dike û sor dibe, ji nîvê îlonê heta dawiyê tê berhevkirin.

Di nîvê tebaxê de dest bi berhevkirina fisteqên boz tê kirin ku ji bo çêkirina bekleweyê tê bikaranîn. Di destpêka îlonê de jî fisteqên sor ên qalikên sor tên berhevkirin. Dema berhevkirinê bi gelemperî di dawiya îlonê û destpêka cotmehê de ye.

Şêwaza berhevkirinê

Berhevkirina fisteqê bi jidarvekirina goşiyan dest pê dike. Di dema berhevkirinê de pêşî mêweyên ku ketibin erdê tên berhevkirin. Paşê li binê daran çarşefên mezin tên vekirin û bi alîkariya sêlimê berhevkirin dest pê dike.

Karkerên ku sibe zû dê biçin berhevkirina fisteqan, li ber germahiya ku digihîje 40 dereceyan nêzîkî 12 saetan dixebitin. Li vir piranî kar bi rêbaza komelî (komun) tê kirin û ev yek vî karê hêsantir dike.

Fisteqên ku hatine berhevkirin bi sindoq û telîsan tên veguhastin ji bo bênderan. Çewalên plastîk nayên bikaranîn. Ji ber ku ew germahiya mêweyan zêde dike. Ger mêweyên terr di nav telîsan de demeke dirêj bimînin, di demeke kurt de divê bi ben werin girêdan.

Pêvajoya fabrîkasyonê

Piştî ku fisteq ji zeviyan tê berhevkirin, di kargehan de bi baldarî ji bo xwarinê tên amadekirin. Ev pêvajo wiha ye;

– Fisteq pêşî di makîneyan de tên şûştin û qalikên wan tên jêkirin.

– Piştî şûştinê fisteq weke yên tije û vala têne veqetandin û her wiha li gor libên baş û xirab jî tên neqandin. Yên bikalîte tên hilbijartin.

– Berhemên bikalîte tên hilbijartin û di cihên zuhakirinê de tên raxistin. Li vir bi rêbazên xwezayî tên zuhakirin. Ger mêweyên terr ji qalikên wan ên sor werin veqetandin û wekî kavlak werin zuhakirin, rengê qalikên wan zêdetir spî dibe û derfeta vebûna qalikan berfirehtir dibe. Bi vî rengî kalîte bilind dibe.

– Piştî zuhakirinê, fisteq dîsa tên neqandin û ev car dora pakêtkirinê tê. Fisteqê Sêrtê hem di bazara navxweyî de tê firotin hem jî ji bo derveyî welat tê îxrackirin.

Li Sêrtê ji bo hilberîna fisteqan ku 9 hezar malbat pê debara xwe dikin, bi hevkariya Yekîtiya Ewropayê projeyek bi 10 milyon awroyî hat pêkanîn û kargeha hilberîna fisteqan a herî mezin a Ewropayê li Sêrtê hat avakirin. Ev kargeh her wiha di cîhanê de kargeha sêyemîn e.

Li kargehê xizmetên weke jêvekirina qalikan, veqetandina vala/tijî, veqetandina yên vebûyî, pakêtkirin û depokirinê tên dayîn.

Deriyê debarê

Fisteqê Sêrtê bi aromayek bilind û bi tahma xwe ya xweş ji hemû deverên Kurdistan û Tirkiyeyê tê xwestin û feydeyeke mezin li aboriya herêmê dike. Zêdetirî nîvê xelkê Sêrtê bi hilberîna fisteqan jiyana xwe debar dike. Bajarê Sêrtê bi vî awayî pêşengiyeke mezin di vî wari de dike.

Fisteqê Sêrtê ne tenê hilberîneke çandiniyê ye; ew xebata dema berê, tahma îro û mîrateya pêşerojê ye. Dema ku cihê xwe li ser sifrayan dibîne, hêvî û qazancê ji bo xelkê herêmê bi xwe re tîne. Bi tahm û nirxên xwe yên bêhempa, fisteqê Sêrtê bi destbirakiya hinarên Zivzîk û petêxên Cefanê, vê herêmê dike weke herêmeke nebatên tahmxweş. Careke din em dibînin ku xweza çiqas bi bereket e û ev bereketa hanê ji bo mirovahiyê çiqas girîng e.