15 MIJDAR 2025

Gösterilecek bir içerik yok

‘Bi sînemayeke azad çîrok ji mirovatiyê re tên pêşkêşkirin’

Endama Komîteya Amadekar a 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava Dîcle Arjîn û endamê Komîna Fîlm a Rojava Nûman Yîgît anîn ziman ku, bi Şoreşa Rojava re ziman û rêbaza avakirina fîlmên kurdî derket pêş û çîrokên hatine jiyankirin ji dîrokê re hatin belgekirin.

Sîneyama kurdî ku di sedsala 20an de bi xebatên takekesî û biçûk dest pê kir, îro tevî hemû zehmetî û qedexeyên li ser ziman û çandê, kariye xwe li ser lingan bigre û bi sînemaya navdewletî re bikeve rikaberiyê. Sînema di dîroka civakan de xwedî cihekî taybet e. Ji ber ku rabirdû û dahatûyê bi hev ve girê dide û bûyeran di bîrdana gelan de zindî dihêle. Kesayetên mîna nemir Yilmaz Guney ku pêşengtî ji xebatên sînameyê re kirine û her dem ji nifşên kurdan xwestine alaya sînemaya kurdî bilind bikin, îro xewn û xeyalên wan li axa şoreşa rojavayê Kurdistanê pêk tê.

Rojavaya ku bi erdnîgariya xwe gelekî biçûk e, lê bi berhemên xwe bala cîhanê dikêşe. Yek ji wan şaheserên Şoreşa Rojava jî Mîhrîcana Fîlman a Navnetweyî ya Rojava ye.

Têkildarî rewşa sînemayê di civaka kurdî de û bandorên ku Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava bi xwe re ava kiriye, endama Komîteya Amadekar a 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava Dîcle Arjîn û endamê Komîna Fîlm a Rojava Nûman Yîgît ji Rojnameya Xwebûnê re axivîn.

Endama Komîteya Amadekar a 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava Dîcle Arjîn behsa girîngiya lidarxistina mîhrîcanê kir û got: “Demek dirêje amadekirina lidarxistina 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava tê kirin. Diviyabû beriya 6 salan bihatiba lidarxistin lê ji ber şert û mercên ewlehiyê ya ku rojavayê Kurdistanê tê re derbas dibû, mîhrîcan pêk nehat, lê li gel ku mîhrîcan di wexta xwe de nehat lidarxistin, me xebateke mezin ji bo pêşxistina sînemaya kurdî kir, gelek berhem hatin amadekirin û berhemên hatin qeydkirin jî bandoreke mezin li ser gel çêkir. Bandora dihat kirin ji bo me bû hêzek ku em çîrokên xwe bi rêya sînema û fîlman bighînin civakê. Li aliyekî din çîrokên jin, ekolojî û gelên ku ji bo mafên xwe têkoşîn dikin yek e. Ji ber vê dirûşma me ya îsal  “Çîrokên hevpar..Sînema Azad” bû, raste di aliyê erdnîgarî û ziman de cudahî heye, lê çîrok hevpar in û her kes parçeyek xwe ji çîrokê digire. Me bi kelecaneke mezin dest bi vekirina mîhrîcanê kir û me dît ku gel êdî ji berê zêdetir nêzî sînemayê bûye, xwe tê de dibîne û bi rêya wê xwe ji civakan re tîne ziman.”

‘Beşdariyeke mezin heye’

Dîcle Arjîn di dewama axaftinên xwe de balkişand ser cudahiya 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava û got: “Di 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navnetewî ya Rojava de cudahiyek mezin derket pêş, ev cudahî jî ew bû ku mîhrîcan bi berhemeke taybet a Komîna Fîlm a Rojava (Heval Birako) hat vekirin û dê di dawiyê de berhemeke taybet were pêşandan. Herwiha ji bo bîranîna şehîdên şewata sînemaya Amûdê ku di 13ê mijdarê de pêk hat, niha sînemayeke nû tê avakirin. Raste gelek sal di ser bûyera şewata sînemaya Amûdê re derbas bûye, lê em wê rojê wek îro jiyan dikin û çîrokên wan bi rêya fîlm û sînemaya xwe zindî dihêlin. Dîsa tevlibûn mezin û israreke zêde ya hundir û derveyî Rojava ji bo mîhrîcanê hebû. Li ser asta Kurdistan, Sûriye û Ewrûpayê beşdariyeke mezin heye.”

‘Divê civak xwedî li sînemayê derkeve’

Endama Komîteya Amadekar a 5emîn Mîhrîcana Fîlman a Navneteweyî ya Rojava Dîcle Arjîn bang li civakê kir ku xwedî li sînameyê derkevin û piştgirtiyê bidin. Dîcle Arjîn wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo pêşxistina huner û çanda kurdî, ji bo zindhiştina mîrate û têkoşîna civaka kurd divê gel zêdetir xwedî li sînemayê derkeve. Herwiha divê jin û ciwan di vî warî de bi pêş bixin û bi coş cihê xwe tê de bigirin. Jin û ciwan bi cihgirtina xwe ya di qada sînemayê de dê karibin çîrokên jiyan kirine ji mirovatiyê re bidin nasîn.”

‘Şoreşa Rojava rê li ber şoreşa çandî û hunerî ya kurdî vekir’

Derhêner û endamê Komîna Fîlm a Rojava Nûman Yîgît jî têkildarî rewşa sînemaya kurdî axivî û da zanîn ku bi Şoreşa Rojava re ziman û rêbaza avakirina fîlmên kurdî derket pêş û got: “Ji ber polîtîkeyên qedexe û asîmîlekirina çand û zimanê civaka kurd, bandoreke mezin li ser pêşxistina huner û sînemaya kurdî kir. Ji ber vê sedemê sînemegerên kurd bi awayên veşartî û derfetên kêm xebatên xwe dan meşandin. Bi Şoreşa Rojava re şoreşa çandî û hunerî jî dest pê kir. Êdî ziman, rêbaz û mijarên ji bo avakirina fîlmên kurdî derketin holê. Ji Şehîd Xelîl Dag û şûnve li kêleka çîrokên êş, feqîrî, sînor û kuştinê, berxwedan û azadî jî derket pêş. Civaka kurd ne tenê li hember 4 dewletan rastî zilm, zordarî û koçberiyê hatiye. Li kêleka wê ji bo xwe mayinde bike û xwe biparêze berxwedaneke mezin meşandiye, ji bo ku ev berxwedanî di dîrokî de bimîne pêwîste bibe fîlm û ji civakan re were nîşandan. Em dixwazin hunera xwe bikin xizmeta hebûn û azadiya civakê. Bi taybet di nava 10 salên şoreşê de bi rêya Komîna Fîlm a Rojava hejmareke ji kurtefîlm, belgefîlm û fîlmên dirêj hatin çêkirin. Ev yek jî asta komîna fîlmê pêş xist, eger ne ji rewşa ewlehî û dorpêçêba dê fîlmên pêşketîtir bihatana çêkirin.”

‘Fîlmê Birako pênaseya êşa êzidiyan, rastiya kurd û têkoşîna şervanan e’

Nûman Yîgît behsa fîlma Hevalo Birako kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Berhema herî dawî ku me amadekir û ez derhênerê wê bûn, fîlma ‘Hevalo Birako’ bû. Di tebaxa sala 2024an de kişandina fîlmê dest pê kir û di cotmeha heman salê de bi dawî bû. Sê meh in montaj, deng û rengê wê qediya ye û yekem car di 5emîn Mîhrîcana Fîlm a Rojava de hat nîşandan, li gorî me dît fîlma ‘Hevalo Birako’ bersiveke erênî ji aliyê gel ve girt, nêrînên civakê jî ji bo me pîvana serkeftinê ye. Weke sînemeger berpirsyartiya me rastiya heyî bi dîmen nîşandane. Ji lewra armanca me ew bû ku em çîroka gelê êzidî bi taybet dema ku li Reqayê ji aliyê çeteyên DAIŞê ve hatin girtin û polîtîkeyên perçiqandinê li ser wan meşandin, bikin dîmen û weke rastiya jiyankirine belge bikin. Fîlm hem pênaseya êşa êzidiyan, rastiya gelê kurd hem jî pênaseya têkoşîna şervanên YPGê û YPJê ya li hember terora DAIŞê, dike.”