Di 10’ê cotmeha 2023’yan de bi pêşengiya dostên kurdan pêngava bi navê ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ dan destpêkirin. Pêngava ku li 74 navendan dest pê kir bi beşdariya tevgerên civakî, partiyên siyasî, şaredarî, sendîka, aktîvîst, rewşenbîr û bi milyonan kurd û dostên wan li hemû cihanê belav bû.
Pêngava ku hatibû destpêkirin salek li dû xwe hişt û di sala duyemîn de derbasê merheleya duyemîn bû. Em derbarê encamên xebatên ku hatine kirin û yên ku dê bên kirin de bi siyasetmedar Besîme Konca re axivîn.
Besîme Konca di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser sedemên piştgiriya pêngavê û ev tişt anî zimên: “Îro li hemû cihanê bi pêşketina modernîteya kapîtalîst qeyranên aborî, çandî û civakî kurtir dibin. Li Ewropayê partiyên rastgir xwe xurtir dikin, faşîzm zêdetir dibe. Li aliyê din li Rojhilata Navîn kaoseke mezin heye. Li aliyekî din li Amerîkaya Latîn ev demeke ku çepgir û jin li dijî zextên heyî, kuştinên ku li ser sînoran pêk tên û tundiya ku li ser reşikan tê kirin, di nav lêgerînekê de ne. Em dikarin bibêjin ku li dijî van hemû pirsgirêkan lêgerînek hebû lê parçebûyî bû. Lêgerînên ku li Ewropa, Rojhilata Navîn û Asyayê hene bi destê desthilatdarên wek Putîn, Trump, Erdogan û kesên wek wan tên tepisandin. Pêngava ji ‘Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ ya ku ji aliyê dostên kurdan ve hat destpêkirin di rastiya xwe de di bingeha van lêgerînan de dest pê kir. Di vê pêngavê de ji bo hemû kesên ku xwe tev li pêngavê kirin fikrên Rêber Apo û Modernîteya Demokratîk wek hêviyek e. Di destpêkê de pêngavê wek balkişandina ser temenê Rêber Apo li 74 navendan dest pê kir û ji van 74 navendan li gelek deverên cihanê belav bû. Armanca yekemîn a vê pêngavê rakirina tecrîda li ser Rêber Apo ye, ya duyemîn ji çareserkirina pirsgirêka kurd û jiyanîkirina Modernîteya Demokratîk e.”
Bandora fikrên Ocalan
Besîme Konca ji bo belavbûna pêngavê wiha got: “Ji ber ku di bingeha vê pêngavê de bîrdoziyek heye li hemû cihanê rastê eleqeyeke baş tê. Ev demeke dirêj e ku rewşenbîr, akademisyen, komeleyên karkeran ku bi milyonan endamên wan hene, saziyên sivîl, aktivîstên mafên jin û zarokan li dijî modernîteya kapîtalîst di nav lêgerînekê de bûn. Dema fikrên Rêber Apo piştî Şoreşa Rojava jiyanî bûn êdî girêdana van kesan a bi fikrê Rêber Ocalan re xurtir bû. Wek tê zanîn piştî şoreşê hem ji aliyê kurdan ve hem jî ji aliyê dostên kurdan ve hem li ser berxwedana ku hatiye dayîn hem jî pergala li wir gelek xebat hatin meşandin, fîlm hatin çêkirin, pirtûk hatin nivîsandin. Ev tiştên ku hatin kirin jî di aliyê nasandina pergalê de xwedî bandoreke mezin bûn. Kesên ku bi xwe dîtin û tecrûbe kirin ka ev paradîgma çawa jiyanî dibe û dikare kesên ji hev cuda li gel hev bide jiyîn ketin nav hewldanan. Ji ber vê yekê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ li 105 welatan û bi sedan bajaran belav kirin. Bi rastî gelek kes tev li vê pêngavê bûn. Em herçiqas bibêjin ku ev pêngav li Ewropayê dest pê kiriye jî ji Qibrisê heta Bolîvyayê ji Kolombiyayê heta Kamboçyayê ji Meksîkayê heta Lubnanê belav bû.”
Konca axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hema bibêjin ku li hemû welatan ‘Însiyatîfên ji Abdullah Ocalan re Azadî’ hene. Herwiha tevgera jinên kurd bi jinên ji neteweyên cuda ji bo konfederalîzma jinan xebatên rêxistinbûnê dimeşînin. Vê rêxistinbûna jinan di nav vê pêngavê de cihekî girîng girtin. Di mitîng, çalakî û xebatan de pêşengî kirin.”
Agahiya piştî 43 mehan
Besîme Konca ji bo xebatên ku di nav salê de hatine kirin wiha axivî: “Pêngav bi daxuyanî û konferansan dest pê kir. Rojên xwendinên pirtûkên Abdullah Ocalan hatin lidarxistin. Bi xwendinên pirtûkên Abdullah Ocalan ên ku li park, şîrket, zanîngeh, sazî û komeleyan yanî li her deverên ku kes dikarin kom bibin re, kesên ku xwe tev li pêngavê kirin zêdetir bûn. Di van xwendinan de li ser mijarên wek ekolojî, mafê jinan, azadiya şexsî, modernîteya demokratîk hwd. dihat nîqaşkirin. Dîsa di nav salê de ji aliyê hiqûqî ve gelek hewldan çêbûn. Wek tê zanîn di sala 2014’an de DMME’yê hinek biryar girtibûn. Herwiha CPT’î carinan di encamên xwe yên serdanan de dibêje ku pêkanînên li ser Abdullah Ocalan ne li gor hiqûqê ne. Lê ne CPT ne jî Konseya Ewropayê li dijî vê yekê tu bertekek nîşan nedan. Ji ber vê yekê di nav vê pêngava ku hatiye destpêkirin de gelek hiqûqnas ketin nav liv û lebatê. Ji hezar û 500 zêdetir parêzer ji Tirkiye û Konseya Ewropa re name nivîsandin. Herwiha kesên ku xelata Nobelê girtine jî xwe tev li vê pêngavê kirin û name ji Konseya Ewropa, Parlementoya Ewropayê, Yekîtiya Navneteweyî û Tirkiyeyê re şandin û derbarê mijarê de daxuyanî dan. Dîsa ciwan li her derên cihanê hatin gel hev. Bi milyonan îmze hatin komkirin. Herçiqas em nikarin bibêjin tecrîd hat şikandin jî di encama van xebatan de piştî 43 mehan cara yekemîn Rêber Apo karibû bi malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne.”
Besîme Konca da zanîn ku ev bi salan e rojeva sereke ya kurdan tecrîd e û wiha pê de çû: “Bi salan e rojeva sereke ya kurdan tecrîd û qirkirina li Îmraliyê ye. Piştî ewqas têkoşînê bi taybetî jî têkoşîna ku ev salekî ye bênavber didome tecrîd kir rojeva sereke ya Tirkiyeyê jî. Tirkiye di nêzikatiyên xwe de çiqas samîmî ye hê ne diyar e. Lê dema ku mirov li qeyranên siyasî, civakî û aborî yên li Tirkiyeyê dinihêre dibêje dibe ku Tirkiye bi qebûlkirina tecrîdê dixwaze rojeva Tirkiyeyê biguherîne. Lê li aliyê din mirov dinihêre ku êrîşên xwe yên li dijî gelê kurd berdewam dike.Tirkiye divê baş bizanibe ku bi dawîkirina tecrîdê dê qeyranên wan ên heyî bi dawî bibin û karibin welatê xwe demokratîk bikin.”
Silavên Abdullah Ocalan
Konca silavên ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine bi bîrxist û got: “Di encama xebatên ku salekî ye tên dayîn de Rêber Apo silav şandin. Hemû kesên ku di nav van xebatan de cih digirin silavên Rêber Apo girtin û ji bo xurtkirina pêngavê li ber xwe didin. Ji bo me merheleya duyemîn a pêngavê bi silavên Rêber Apo dest pê dike. Ji bo ku sala duyemîn a pêngavê xurtir bibe gelek daxuyanî hatin dayîn û çarçoveyek hat diyarkirin. Jinan bi navê ‘Tîrêjên Rojê’ ji bo nîqaşkirina mafê jinan, xweza û modernîteya demokratîk xebat dan destpêkirin. Dîsa wek sala par ê li Kolnê meş bê lidarxistin. Herwiha mitîngên mezin li Ingilîstan û Fransayê bên organîzekirin. Em di encamê de dikarin bibêjin ku pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadiya fizîkî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ bi ser ket. Di sala duyemîn de jî bi milyonan kesên ku di nav xebatan de cih girtin dê bi berfirehkirina pêngavê dîsa xebatên xwe bidomînin.”
Siyasetmedar Besîme Konca bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Pêşiya pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî’ têkoşîna ku kurdan dida û fikrên Rêber Apo hatibûn bihîstin lê bi vê pêngavê re têkoşîna kurdan êdî tenê bi bîhistinê sînordar nema. Bi vê pêngavê re modernîteya demokratîk baştir hat naskirin. Ji ber vê yekê ye ku pêngav her ku çû belavtir bû. Saziyên wek NY, KE, CPT neçar man ku derbarê pergala qirkirinê ya li Îmraliyê de hinek daxuyaniyan bidin. Em dikarin bibêjin ku di sala duyemîn a vê pêngavê de jî dê jin, ciwan, dostên kurdan, sazî û komeleyên mafan dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û statuya kurdan li ber xwe bidin. Herwiha ji bo êrîşên Dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û başûrê Kurdistanê bi dawî bidin dê xebat bên kirin.”