Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY), piştî 10 salan ambargoyên tund li ser Îranê sepand. Riyalê Îranê li pêşberî dolarê daket asta herî jêr. Biryara ambargo û cezayê di pêvajoyeke wisa de ku di navbera Îran û welatên Rojavayî nakokî kûrtir dibe de hat dayîn. Cezayên ku şeva Şemiyê ketin meriyetê, ji ambargoya çekan heta sînordarkirinên aborî gelek astengiyan bi xwe re tîne.
Wezareta Karên Derve ya Îranê cezayan wekî “neqanûnî” bi nav kir û diyar kir ku divê tu welat guh nede van biryaran.
Hersê welatên Ewropî (Almanya, Fransa û Brîtanya) ragihandin ku Îran şertên ji bo vegera danûstandinên nerasterast, destûrdayîna vekolînên UAEA û ewlekirina depoya uranyûma xwe bicîh neaniye. Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê daxwaza danûstandinên rasterast bi Îranê re kir.
Moskow û Pekînê hewl dan ku lihevkirina JCPOAyê dirêj bikin, lê ji ber nerazîbûnên welatên Rojavayî bi ser neketin.
Îran xwediyê nêzîkî 440 kîlogram uranyûmê ye ku heta sedî 60 dewlemend bûye. Tê ragihandin ku eger ev stok bigihîje ji sedî 90, ew dikare 8-10 bombeyên atomî hilberîne. Peymana nukleerî ya sala 2015an rêje ji sedî 3.67 sînordar kir, lê piştî vekişîna Dewletên Yekbûyî yên Amerîka di 2018an de, Îran ji sozên xwe paşve gav avêt.
Piştî ceza û ambargoya Neteweyên Yekbûyî, dolar bû mîlyonek û 120 hezar rîyal û euro jî bû mîlyonek û 320 hezar rîyal.