Der barê Emîne Şenyaşar ku ji ber kuştina hevjîn û du zarokên wê ya ji aliyê xizm û parastvanên parlamenterê berê yê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz nobeta edaletê digire de bi angaşta ku “saziyên dewletê biçûk xistiye” doz hatibû vekirin.
Danişîna ewil a dozê bi angaşta tunebûna dadger hat taloqkirin. Heke nehatina taloqkirin wê danişîn li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê bihata dîtin.