Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 42 meh in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. 42 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Tevî ku malbat û parêzer her hefte serî li rayedaran didin jî destûr nadin ku malbat û parêzer biçin Îmraliyê. Li dijî tecrîdê çalakiyên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan berdewam dikin. Li aliyekî pirtûkên Rêber Ocalan tên xwendin, li aliyekî meşên girseyî tên lidarxistin. Di asta kantona Cizîrê de li bajarê Qamişlo- Bakur Rojhilatê Suriyeyê gel li dijî tecrîdê daketin qadan û bi meşekê tecrid şermezar kirin. Di meşê de jinên kantona Cizîrê, Rêxistina Kongra Star, Sazîya Malbatên Şehîdan, Rêveberîya Xweser , endamên insîyatîfa ji Ocelan re azadî ,û bi sedan kes tevlî bûn.
Meş ji çerxereya Osman Sebrî despêkir. Bi sedan jinên tev li meşê bûn, di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hildan û pankartên “Bi ronahîya rojê re em ê hev bibînin” vekirin. Jinan dirûşmeyên “Bê Serok Jîyan Nabe” “Dem Dema Azadîyê ye” berz kirin û li pêşiya Navenda Mihemd Şêxo rawestiyan. Piştî deqekî rêz girtinê li ser navê Yêkitîya Jinên Ciwan Sara Hemo axivî û bal kişand li ser tekoşîna ku li dijî tecridê tê meşandin û wiha got: “Hemû gel û jinên ku li dijî tecridê û her timî bi daxwaza jîyankirin û azadîya Rêber Apo têdikoşin bê navber dewam dike. Weke hemû gelê ku her timî li dijî tecrîdê di nava berxwedanê de ye. Em ê weke Yekîtiya Jinên Ciwan û hemû jinên ciwan jî ji bo azadîya Rêber Apo di nava têkoşîn û berxwedanê de bin. Bi navê yêkitîyê û netewî fikra ku Rêber Apo daye avakirin em ê berdewamîya bikin û li hemû alîyan de xwedî lê derkevin. Bila dijmin baş bizane nifşên nu li ser felsefeya Rêber Apo tên mezinkirin perwerde kirin û ew jî ji bo dijmin darbeyeke.Yên ku destê wan di komplo û tecrîdê de hebûn em ê wan jî vala derxinin. Têkoşîna ku li Îmralîyê tê meşandin têkoşînekî bê hempa ye. Em jî weke jin û gel heta dawîyê têkoşîn û berxwedana xwe berdewam bikin û azadîya Rêber Apo mîsoger bikin.”
Meş bi dirûşmeya “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.