12 Aralık, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bi sedan Amûdî li dijî hevkariya PDK û Tirkiyeyê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê, li ser bangewaziya Meclisa Malbatên Şehîdan daketin qadan û hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya bi dewleta tirk re şermezar kir. Şêniyên Amûdê xwest dawî li amadekariyên êrişa li dijî başûrê Kurdistanê bîne. Girse li Qada Şehîd Cîhad kom bûn û ji wir heta pêşiya Navenda Meclisa Malbatên Şehîdan meşiyan. Bi sedan şênî, malbatên şehîdan, nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, saziyên civaka sivîl û oldar tev li meşê bûn bertekên xwe yên li dijî hevkariya PDK û Tirkiyeyê anîn ziman.

Di mîtîngê de hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yûnis axivî û wiha got: “Ev xwepêşandan, berdewama meşa azadî û berxwedana li hember siyasetên qirkirin û xiyanetê û berdewama têkoşîna gelên herêmê ji bo azadî û demokrasiyê ye. Dewleta tirk a dagirker siyaseta qirkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne da ku destkeftiyên wan têk bibe. Dewleta tirk hebûna kurdan li ser xwe xeter dibîne. Ji ber wê siyasetên qirkirinê bi awayekî domdar li dijî wan dimeşîne.  Ew armanc dike qada dagirkeriya xwe firehtir bike û vîna gelê me têk bibe. Ji ber wê bi hevkariya PDK`ê û hikumeta Iraqê planên xwe pêk tîne.”

Telat Yûnis herî dawî bang li PDK`ê kir ku cenazeyên şehîdan kemîna Xelîfanê radestî malbatên wan bike û got: “Em ê dev ji doza xwe bernadin. Dem dema yekitî û hevgirtinê ye da ku destkeftiyên Kurdistanê û gelê wê biparêzin. Em ji yekitiyê û hevgirtinê re vekirî ne.”